Piştî çend heftiyan ji bo danûstendin û „bazara“ ENKS´ê li hev civiya û her 12 nûnerên xwe yên ku divê bi 12 nûnerên TEV-DEM´ê re lêvegerek an jî meclisek giştî ji bo Rojavayê Kurdistanê çêbikin. Ev yek jixwe şertek ji şertên peymana Dihokê bû. Ev demeke gelek xircire di nava partiyên ENKS´ê de hebû, ka dê her partiyek bi çend nûneran bête temsîlkirin. Wek her car, her aliyekî dixwest ya xwe bi ser bixe û nûnertiyekê an jî dudiyan zêde bigre. Ev „şerê“ li ser kursiyan di demekê de pêk tê ku Kobanê û Rojava rastî ewqas êrîş û şer tên!. Lê ne xem e, dibe ku ENKS´ê xwe têkildarî vî şerî nebîne!. Her 12 nûnerên ku ENKS´ê diyarkirin kî ne û kê temsîl dikin gelo?. Em temaşe bikin:
- Yek jin di nava wan her 12 kesan de nîne!
- Nûnerên Kantonên Efrîn û Kobanê nînin!
- Nûnerên Kurdên Êzdî nînin!
- Nûnerên rêxistinên sivîl û ciwanan nînin!
Ji ber vê yekê gelek rexne li ENKS´ê hatin kirin. Li gorî jêderekî, berpirsekî ENKS´ê weha berseva van rexneyan daye: Belê raste kêmasî çêbûne, lê em hêvî dikin ku biraderên me yên TEV-DEM´ê nûnerên jinan, Efrîn û Kobanê, kurdên Êzdî û ciwanan di nava komîteya xwe de bi cih bikin!. Belê, ev mentiqê van camêran e. Tenê li desthilatdariya olîgarşîk digerin. Hev razî dikin û çavên wan li fiftiy-fiftiy ye. Jixwe bi wî mentiqî ji sala 2011 an ve siyaset meşandine.
TEV-DEM bi tenê hîştin. YPG û YPJ di kozikên şer de bi tenê hîştin û di avakirin, bervanî û parastina Rojava de nebûn alîkar. Hemû tişt bi hêviya birayên xwe ve hîştin, lê safî para xwe dixwazin. Para xwe di encamê de ne di kedê de dixwazin.
ENKS´ê gelek kevir danî ser riya şoreşa Rojava. Gelek tevlihevî derxist. Xweseriya Demokratîk nas nekir. Tevlî Koalîsyona Stenbolê ya nijadperest bû. Her roj Hekîm Beşar yê ku niha bûye Cîgerê Serokê Koalîsyona Stenbolê derdikeve ser televizyonên ereban û şerê kantonên Rojava, PYD, TEV-DEM, YPGê û YPJê dike. MÎna ku ev mirov tenê ji bo êrîşa li dijî tecrubeya Rojava û valaderxistina têkoşîna YPGê û YPJê hatiye wezîfedarkirin. Tevî hemû êrîşan jî, dîsa ENKS´ê dengê xwe nake.  Di dema dawî de tê gotin ku ENKSê bi sedanhezar dolar yên ku ji bo alîkariya koçberên ji Kobanê çûne bakur, ku ENKSê ew pere ji koalsyonê girtibû, lê li şûna ku bide van penaberan, di nava xwe de winda kir!. Ji ber hindê pirsgirêk di nava çend partiyên ENKSê de derketin û hin rêxsitinên Ewropa bi temamî istîfa kirin.
Dibe ku ji ber li dijî xwarina pereyan derketibin. Dibe jî ku ji ber para xwe negirtine, xeydî bin!. Di dema ku awirên hemû cîhanê li ser Rojava û berxwedana Kobanê ye û her kes li ser lehengiya YPGê û YPJê diaxife, em dibînin ku ENKSê hîna ji ber hesabên bi çûk li diji Xweseriyê dixebite û çarenûsa xwe bi ya Muxalefeta nijadperest ya girêdayî AKPê ve girêdaye. ENKSê van pêşveçûnên dawî naxwîne. Geşbûna Rojava û bexwedana Şingalê û berevaniya Gerîla ya Başûr û têkilyên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hêzên cîhanî re û liva li Bakur ya ku her roj beriztir dibe. Çavê ENKSê hîna li deriyê xelkê ye. Ev yek dê tu encamê bi xwe re neyine.. Ez nizanim dê çawa TEV-DEM bi ENKSê re biqedîne. Lê bi ya min beriya ku ev birader werin Rojava û cihê xwe di rêveberî û saziyên ku bi xwîna Şehîdan hatine çêkirin de bigrin, divê têkilya xwe ya bi neyarên gelê kurd û tecrubeya Rojava re qut bikin. Pirsek: gelo eger TEV-DEM cih nede we hûnê çi bikn? Jixwe tu „şoreş“ li Sûriye nemaye û hêzên Ewropa û DYA jî nema rejîma Esed dirûxînin. Tiştê balkêş ew e ku ji dema pereyên alîkariya koçberên Kobanê xwarine û di nava xwe de winda kirine, nema partiyên ENKSê wek berê behsa „para“ xwe ya Petrola Rimêlanê û gumrika deriyê Sêmilka dikin!!!.