Yekîtiya Ereban û rejîma Beşar Esad ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê li ser çend xalan li hev kirin. Li gorî wezîrê karê derve yê Qeterê hikûmeta Şamê soz daye ereban ku dawî li kushtina sivîlan biîne û hêzên artêş û istixbaratê ji navenda bajar û bajarokan vebikişîne û tevî „prosesa diyalogê“ ku wê bi hêzên muxalefetê re li Qahîreyê pêkbê, bibe.
Rejîma Beşar Esad ev „neqşeya rê“ ya Yekîtiya Ereban qebûl kir ji ber çend sedemên berbiçav: „Hijmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe û ev yek hêrsek mezin, li ser asta hundurîn û heremî, li dijî Esad diafrîne.
Daxuyaniyên vê dawiyê yên Çîn û Rûsiya, ku doz li Esad kiribûn dest bi reforman bike û rê li ber kuştina sivîlan bigre. Esad ditrse ku ev her 2 welat li himberî wehşiyaeta li dijî sivîlan, dest ji ber bikşînin û aliyê gelê Sûriyeyê û hêzên muxalefetê bigrin.
Tirsa ji ereban, ku Yekîtiya Ereban nûnerayetiya Sûriyeyê bicemidîne û „lempa kesik“ ji hêzên derve ( mînak: NATO) re pêbixe ku êrîşek eskerî li dijî Şamê lidarbixin, wek çawa li Lîbiyayê qewimî. Ev ihtîmal vê dawiyê zêde dibe û hin berpirsên ereban jî işaret pê kiribûn.
Serhildana gel her ku diçe berfireh dibe û gelek esker ji artêşa Esad veqetyane û li dijî hêzên girêdayî biryara wî her roj dest bi êrîşan dikin. Esad dixwaze bi qebûlkirina vê banga diyalogê hêzên xwe bicivîne ser hev û bihnvedanekê çêbike.
Ji bo destpêkirina diyalogê Esad mersûmek derxist û „Komîteya Diyaloga Niştimanî“ saz kir. Li gorî agahiyan dê diyalog di zûtirîn dem de li Qahîreyê bi alîkariya Yekîtiya Ereban û di bin çavdêriya wê de pêkbê.
Di roja ku Yekîtiya Ereban mizgîna vê „lihevkirinê“ ji bo gelê Sûriyeyê û tevahiya gelê ereb û cîhanê ragihand de, hêzên artêşa Esad 23 kes kuştin! Di nava van kesan de 9 karker hebûn. Ev karkerên ji bajarê Humisê, ku hemû sunnî bûn bi destê istixbaratên rejîmê li cihê kar bi şêwiyekî wehşî hatin tesfiyekirin. Dibe ku ew bi mebesta intîqama ji artêşa veqetiyayî ya bi navê „Artêşa Sûriyeyê ya Azad“ hatibin kuştin. Vê artêşê dema dawî bi sedan ji kêmmezheba elewiyan yên ku di nava artêş û istixbaratên rejîmê de cihê xwe digirtin, kuştin. Jixwe niha şer tam bûye şerekî mezhebî. Alîgerên Esad pirranî elewî ne û kesên ji artêşa wî jî veqetiyane pirranî sunnî ne. Evan kesan „Tabûrênên Berxwedanê“ bi navên: Tabûra Omer Bin Xetab. Tabûra Mûawiya Bin Abî Sifyan û Tabûra Xalid Bin Welîd damezrandine. Mirov dizae ku ev nav ne ji ber xwe ve hatine hilbijartin, lê ew navên kesayetiyên olî/dîrokî ne ku li dijî Hiz. Alî Bin Abî Talib tevger kirine û di bîreweriya mezheba elewiyan de ne cihên rêz û hurmetê ne. 
Pirsa herî girîng niha ew e: Gelo rejîma Beşar Esad wê bi rastî dest bi reforman bike û bi hêzên muxalefetê re lihevkirinek mayinde pêk bîne?
Bi nerîna min ew qet weha nake. Ew ne cidî ye. Esad qet derfetê nade gelê Sûriyeyê ku bi iradeya xwe ya azad serkêşiyek nû hilbijêre. Eger hat û atmosfêrek demokratî û azadiyê peydabû, ew tê wê maneyê ku rejîma Esad ji bingehê ve hildiweşe û nema kesek hesabê wê dike. Niha milet bi çavsorî û terorê tê çewisandin. Her roj bi qasî 25 kesan ji xwepêşandêran tên kuştin. Rê li ber xwepêşandanên girseyî tê birîne. Artêşa Esad bi tank, belafir û gemiyên şer digre ser sivîlan û taxan bi ser serê xelkê ve dirûxîne. Heta niha dora 5000 kes kuştiye û bi hezaran birîndar kiriye. Ew qet derfetê nade ku ev gel bê tirs karibe derkeve meydanan û xwestekên xwe bîne ziman.
Esad tektîkê dike. Wî beriya çend rojan diyar kir, ku ew tu hêzên muxalifetê di meydanê de nabîne û qet qebûl nake ku hevdîtinan bi “hêzên girêdayî NATO û Rojava” re bike. Ev hêz di nerîna wî de doza “dagirkirina Sûriyeyê” dikin û tu cihê wan li cem wî nîne.
Welatên ereban zexta xwe li ser hêzên muxalefetê zêde dikin, da ku diyaloga bi rejîma Esad re qebûl bikin. Weha xuyaye ku gelek rejîmên ereban naxwazin guhertin li Şamê peyda bibe. Hinek ji wan ditrsin ku sînaryoyê Sûriyeyê li cem wan jî dubare bibe. Hinek ditrsin ku Sûriyeyê tevlihev bibe û di encama şerekî navxuyî de perçe bibe. Hinek jî ji destên Tirkiyeye ditrsin û dibêjin dê Enqere Sûriyeyê bi riya ajanên xwe yên di nava muxalefetê de (Meclisa Niştimanî a Sûriyeyê), bi taybet jî rêxistina Birayên Misilman, bixe bin kontrola xwe.
Eger ereb xwe ji ber serhildana gelê Sûriyeyê bidin aliyekî, ew tê maneya binkeftina vê serhildanê. Jixwe ji dema ilankirina vê peymanê, TV’yên ereban bi taybet Al-jazzire û Al-arabiye nema wek berê bûyerên Şamê digrin rojeva xwe. Ji ber hinde dibe ku muxalefeta li hundurê welat diyalogê bi rejîma Esad re qebûl bike.
Bi nerîna min Esad û rejîma xwe tu carî wê destûrê nedin darezandina kesekî ji rejîmê. Her weha ew qet qebûl nakin jî ku kesek dest dirêjî desthilatdariya wan a eskerî û aborî bike. Lê tiştên din dibe ku bibin cihê nîqaşê.
Ji bo gelê kurd çi ji Esadê ziîf bête bidestxistin baş e. Tecrubeya van her 8 mehan bi hêzên muxalefeta ereb re diyar kir ku ew ne ji Esad demokratîtir û welatparêztir in. Eger Esad Suriyeye teslîmî Iranê kiriye, jixwe vê muxalefetê ji niha ve Sûriyeyê firotiye Tirkiye û li dijî kurdan sozên inkarê dane.
Divê kurd xwestekên xwe bikin yek û deynin ber dergehê Esad. Yekem: divê kurd di destûra bingehîn de bêtin naskirin. Duyem: divê ew xwe bi xwe heremên xwe bi rêve bibin.
Kurd nikarin Esad ji ser texitê desthilatdariyê bidin aliyekî û xuyaye ereb jî nikarin. Jixwe Esad jî nikarîbû vê serhildanê bi hêza eskerî û terorê bipelçiqîne, ji ber hindê divê dest bi diyalogê were kirin.
AKP û Recep Tayyip Erdogan beriya çend salan hewl dan rêxsitina Birayên Misilman bi Esad bidin qebûlkirin û wan li hev bînin, lê Esad ev daxwaz red kir. Eger ev pîlana Erdogan bi cih bihata ewê niha ne xwedî van helwestan bûya. Ji ber hindê divê kurd siyasetê bikin û qet bi siolganan û sozên derew nexapin.
Ha Esadê xwînmij û ha rêxistina Birayên Misilman a dijmina kurdan û ajana AKP’ê. Her do wek hev in û qet ferqek mezin nîne.
Rehmê ne li sîrê û ne li pîvazê!