Ev şoreşa hanê, bi lingên jêbûyî ve hatiye avakirin. Destên qetyayî, çavên ronahiya xwe wendakirî, laşen bi şarapnel, laşen bi gule, laşen bi êş, kevirên vê şoreşê ne… Ango fikra vê şoreşê, bi derdela însanên kêmlebat ve xwe bihêz kiriye. Meşa vê şoreşê, bi însanên lingjêbûyî ve banzdaye û hatiye vê merhale. Ronahiya çavên vê şoreşê, enerjiya xwe bi van însanan girtiye. Di destpêka salên 1990 wan deman de, li tevahî Kurdistanê, şerê gerîla û dewleta Tirk gihaştibû asta dijwarbûna xwe ya herî dijwar. Di meha yekemîn a sala 1994’ê de jî, li çiyayê Allakberê şereke ji van şeran destpê kirîbû. Demsal zivistan, berf, baran, sar û serma, îja li çiyayê Allakberê, Xweda nehêle û nede tu kesekî, ne tenê însan, ajalek jî nikare jiyana xwe bi rê ve bibe li vî çiyayê. Di vê şert û mercan de, li çiya, li wan zozanan, di nav wan daristan û zinaran de, nêzî sê meh şer domiya. Lê binerin, sê meh, der û dor bi hezaran leşkerê ve hatiye girtin, karê locîstîk bi tu awayî nameşe, ji ber ku gundî di bin zextê leşkeran de nikare li cihê xwe jî bilive, dewlet bi çekên giran, top, tenq, hawan û bi her awayî sîlahên xwe yên bi tesîr ve gund bi gund, çol bi çol, newal bi newal her der girtiye û dorpêç kiriye, di vê şerê de dewlet, yên ku ji Dêrsim heta Sakarya, ji artêşa Ezirganê bigirin heta li her deverê hêza xwe kom kirîbû li wan çiyayan, nîvê wan bi şiklekî ji şerê derketin, hinê wan hatin kuştin, hinê wan birîndar, hinê wan wenda, hinê wan jî bi tirsa gerîla reviyan…
Êdî ez çawa bejim nizanim, şereke wisa ku, ber çavên me, rojê çend cemse bara xwe bi însanên jiyana xwe ji dest dane ve tijî, li ber gundê me derbas dibûn û diçûn. Êdî nizanim di çend nûçeyan de qala wan leşkerên jiyana xwe wenda kirî hatin kirin, qasî ku ez zanim li vê hêlî, ango di dîroka şerê azadiyê de ciheke xwe ya taybet girt ev şer...
Di vî şerê de, di bîra çend kesî de çi bûyer maye ez nizanim, lê ya ku di bîra min de mayî û bi tu şiklî êşa xwe derbas nebûyî, ligel hemû şêhîdan şêhîdbûna kurxaltî ya min bû. Ew roj heta îro sûreta wî her tim li dîwara min de wisa ma...
Lê dîsa jî em li gundan bûn, li çiya çi diqewimiya haya me jê çênedibû. Pîştî destpêkirina şerê Kobanê, ji bo ku em rihê vê berxwedaniyê bikin mijara karekî sinemayî, me bere xwe da Kobanê. Lê em rastî çi werin baş e? Li qampan, ji gundeki Kobanê, însanekî bêling, ango gazî ya Kurdistanê, ku di vê şerê Allakberê de lingên xwe jêbûyî, Ehmed Remo li konê xwe çaya xwe bi me re parve kir.
Hele lê binerin, çiyayê Allakberê li ku, Kobanê li ku? Piştî ku me çayê heval Ehmet vexwar, fireh û kûr me wî guhdar kir û em çîroka wî fêrbûn, êdî wesf û çilotî ya şoreşa Kurdistanê jî, yekcar li ber çavên min zelal bû. Lingên vê şoreşê xwe bi awayekî saxlem li erde danîtiye, êdî tu kes û tu hêz nikare ew ling ji vî axî derbixe.