Weşanxaneya Lîsê hemû berhemên Seydayê Cegerxwîn çap kirin.
Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004’an ve barê weşandina berhemên sereke yên Kurdîyê jî avêtiye ser milên xwe, hemû berhemên helbestî yên Seydayê Cegerxwîn ji nû ve çap kirin. Ev çapa nû, berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê çapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî, werin raberkirin. Çapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.
Beriya niha jî bi rasthatina sedsaliya helbestvanê mezin ê Kurmanciyê, weşanên Aram sala 2003´yan hemû dîwanên wî çap kiribûn.
AMED