Dadgehê ji Sibata 2014’an heta 2017’an di tevahiya lîsteyên her şeş mehan carekê nûkirî de bicihkirina PKK neheq nirxand, got bingeha wan a hiqûqî nîne. Ango, ez dikarim bibêjim, ji bo PKK´ê lîste êdî pûç bûye.

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê biryar da ku di lîsteya rêxistinên terorist de girtina PKK´ê hem neheq û hem jî nehiqûqî nirxand. Parêzer Mahmut Şakar biryar bi gotinên "ti bingeha hiqûqî ya ji bo ku PKK´ê bixin lîsteyê êdî nema. Ji bo PKK´ê lîste êdî pûç bûye."

Piştî êrişên 11´ê Îlona 2001´ê yên li DYE´yê, Konseya Ewrûpayê bi biryara hejmar 2001/931 PKK xistibû lîsteya rêxistinên terorîst de. Li ser navê endamên Konseya Rêveber a PKK´ê Murat Karayılan û Duran Kalkan sala 2014´an miracaetî Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê hatibû kirin û biryara vê miracaetê doh hat eşkerekirin. Dîwana Edaletê ji bo 6 lîsteyên ji 2014´an heta 2017´an hatin nûkirin, ji ber kêmbûn û lêkolînnekirina argûmanan biryara betalkirina hukmê wan da. Dîwana Edaletê got, ji 10´ê Sibata 2014´an heta 2017´an cîhgirtina navê PKK´ê di "Lîsteya Rêxistinên Terorê" de ti bigeha hiqûqî nîne.

Konseya Ewrûpa wê mesrefên dozê bide

Dîwana Edaletê wekî din biryar da ku Konseya Ewrûpa mesrefên dozê û mesrefên PKK´ê yên di dozê de bide. Komîsyona Ewrûpa û Meliktiya Yekbûyî jî wê mesrefên xwe bidin.

Hincet neman

Parêzer Mahmut Şakar ê ku di koma doz birî ber Dîwanba Edaletê de ye, biryar wiha nirxand: "Dadgehê ji Sibata 2014’an heta 2017’an di tevahiya lîsteyên her şeş mehan carekê nûkirî de bicihkirina PKK neheq nirxand, got bingeha wan a hiqûqî nîne. Ango, ez dikarim bibêjim, ji bo PKK´ê lîste êdî pûç bûye."

Şakar ji bo çar hincetên ji bo lîsteyê jî got, "Her çar hincetên sereke jî pûç bûn. Dadgehê ev kêm dîtin. Hinceta pêşî çalakiyên berê bûn. Dadgehê got, bi vê lîsteya kevin a çalakiyan a ku Konseya Ewrûpayê daye, nabe ku PKK di lîsteya terorê de bimîne, lewma nirxandinên nû nehatine kirin, axir îşaret bi rol û mîsyona PKK´ê li Rojhilata Navîn dike"

Hinceta duyem doza li dijî PKK´ê ya li Fransayê ye ku Dîwana Edaletê ew weke dadgeheke herêmî ku ne li dijî PKK´ê bûye û PKK´ê ti parastin lê nekiriye, û ji ber van sedeman, ev dadgeh nabe ku bibe hinceta li lîsteyê zêdekirinê.

Mahmut Şakar, hincetên sisiyan û çaran jî bi bîr dixe ku ew jî sedemên li lîsteyê zêdekirinê yê DYE û Ingilistanê ne û Dîwana Edaletê ji bo van got, hin ji wan kevin in hin ji wan jî ji ti pêvajoyên hiqûqî re derbas nebûne.

Gelo wê PKK di lîstê de bimîne?

Mahmut Şakar îşaret bi pûçbûna lîsteyê kir û li ser meseleya ka wê PKK´ê di lîsteya sala 2018´an bimîne û nas jî peyivî: "Di warê hiqûqî de lîsteya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo PKK´ê êdî pûç bûye.

Ji ber ku li dijî lîsteya sala 2018´an hîna ti miracaet nehatiye kirin, dibe ku di lîsteyê de bimîne. Hincetên di lîsteya sala 2018´an de mîna hincetên lîsteyên salên beriya wê ne. Ji ber ku hincetên nû nînin, divê biryara dadgehê ji bo sala 2018´an jî lê be. Heger Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi hincetên nû dernekeve pêşberî me, ez dikarim bibêjim, êdî ne mumkin e PKK´yê di lîsteyê de bigirin. Em ê bibînin ka wê hêlwêya YE´yê wê bibe çi."

Tesîrê wê li dozên li dijî PKK´ê bike

Şakar ji bo tesîra biryarê jî got, "Dozên li Elmanyayê di çarçoveya hiqûqa navxweyî de bin jî, gelekî xwe disipêrin  lîsteya YE´yê. Dozên li Belçîka, beriya wê doza ROJ TV, ev doz hemû ji ber ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bû, hatin vekirin. Ango sedemeke stratejîk wê ji holê rabe, li gorî texmîna me wê tesîreke erênî ya biryarê çêbe. Ji ber wê jî ev di warê hiqûqî de ji bo Kurdan destketiyeke mezin e Em ê tesîrên wê jî bibînin."

 

 FRANKFURT