Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke xwest, lîsteya duyemîn a ku MÎT'ê meha Adarê radestî Elmanyayê kir, bê eşkerekirin. 

Jelpke got, "Elmanyayê lîsteya yekemîn kişf kir û lîsteya duyemîn jî hewl dide veşêre. Ev yek cotstandartiyeke qirêj e. Divê tavilê mirovên navê wan di lîsteyê de bên hişyarkirin."

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 12'ê Gulana 2017'an nûçeyek bi sernavê "Elmanya lîsteya sûîqestê ya MÎT'ê vedişêre" weşandibû. Di nûçeyê de bal hat kişandinî ser lîsteya ku MÎT'ê meha Adarê li Enqereyê radestî şêwirmenda Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, Emily Haber, kiribû. Û hatibû destnîşankirin, ku di ser radestkirina lîsteyê re du meh derbas bûne, lê hê jî lîste nehatiye eşkerekirin.

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke xwest, lîsteya navborî tavilê ji raya giştî re bê eşkerekirin, ku tê gotin navê siyasetmedarên Kurd û şexsiyetên tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê ji aliyê MÎT'ê ve tên şopandin, hene.

'Nehatine hişyarkirin'

Jelpke bi bîr xist, ku lîsteya beriya niha ya MÎT'ê, ku navê alîgirên Gulen tê de hebû, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Elman ve hate kifşkirin û wiha dewam kir: "Elmanya û cîhana Rojava, alîgirên Gulen li hemberî Erdogan diparêzin, lê di heman demê de li pêşberî lîsteya ku navê Kurdan û komunîstan tê de heye, bêdeng in. Ev yek cotstandartiyeke qirêj e. Polîsên ku alîgirên Gulen hişyar kirin, heta niha ti kesê di lîsteya duyemîn de hişyar nekirine."

Jelpke ji hikumeta federal û yekîneyên ewlekariyê xwest ku tavilê kesên navê wan di lîsteya duyemîn de hene, bên hişyarkirin.

Jelpke wiha dewam kir: "Divê kesên navê wan di lîsteyê de hene bên hişyarkirin û ji wan re bê gotin, 'Îstîxbarata Tirk we dişopîne, li xwe miqade bin'. Eger tiştek bi serê mirovên navê wan di lîsteyê de bê, ya jî bêyî ku zanibin tên şopandin biçin Tirkiyeyê û bên girtin, wê hikûmeta federal ji vê yekê berpirsyar be."


ANF / BERLÎN