Koma Hêvî Yekda ku li kampa penaberan a Mexmûrê di bin sîwana navenda çand û hunerê de karê şanoyê dike, lîstika xwe ya nû “Bûka Axê” van rojên li pêşiya me, pêşkêşî şêniyên kampê bike.
Koma ku bi biharê re dest bi serdemeke nû dike, ev mehek e li atolyeya şanoyê karê perwerdeyê dike. Provayên ji bo lîstika ‘Bûka Axê’ temam bûn. Lîstika ku ji aliyê Şanoya Çiya ve hatiye nivîsandin wê bi hunerê Koma Hêvî Yekda derkeve ser dikê. Derhêneriya wê Ekîn Ronî dike. Koma şano provaya xwe ya giştî 21’ê Sibatê li pêşberî 25 temaşevanan kir û piştî nihêrîn, rexne û pêşniyazên temaşevanan, amadekariyên xwe yên dawî temam kirin. Lîstik wê bi vî rengî di 28’ê Sibatê de derkeve pêşberî temaşevanan. Ji 6 heta 13’ê Adarê jî wê careke din bê nîşandan. Her wiha di 27’ê Adarê roja Şanoya Cîhanê de ji bo bibîranîna hunermend Yekta Herekol bi bernameyeke taybet bê pêşkêşkirin. Lîstika ‘Bûka Axê’ qala êş û azarên salên 1990’î yên ji ber valakirin û şewitandina gundên Kurdan bi destê dewleta Tirk, dike. Biyanîbûna ji gundan û koça ber bi bajaran ve, her wiha nakokiyên ji ber vê yekê rû dayî, mijara lîstikê ne.
MEXMÛR