Lîstikvanê Şanoyê Murat Akdag ku heta niha gelek lîstik amade kirine, sala 2012'an koma Şano ava kir. Koma Şano serketin û berxwedana Gezî û Kobanê kir mijara lîstikeke şanoyê ya bi navê Rêya ji Gezî diçe Rojava". Lîstikvanê şanoyê Akdag, diyar kir ku wan serketinên Gezî û Kobanê kirine yek û xwestine vê lîstikê li Kobanê jî li ser dikê nîşan bidin. Akdag bi bîr xist ku ji ber ku par li Pirsûkê komkujî pêk hat û 33 ciwan hatin kuştin, wan ev lîstik betal kir. Akdag, da zanîn ku niha hemû Kurdistan bûye Kobanê û ew ê lîstikê li Cizîrê nîşanî xelkê bidin.
Kurdistan hemû bûye Kobanê
Akdag, anî ziman ku wan xwest ji bo avakirina Kobanê biçin Kobanê, lê nekarîbûn biçin weha peyivî: "Êdî Kurdistan hemû bûye wekî Kobanê. Êdî pêdiviya Kurdistanê hemûyî bi avakirinê heye."
Lîstik serê pêşî 10 deqîqeyan dirêj bû û li gelek deveran hat nîşandan, li ser vê jî Akdag got, "Min lîstika ewil ´li Kampa Ewil Armenê lîst. Ji Gezî derbasî Kamp Armenê bûm. Piştre min mijarên Soma, Tahir Elçî, Ozgecan Arslan, Cizîr lê zêde kirin û dema lîstikê dirêj bû."
Bi gotina bira mirov nabe bira
Akdag got, wî sala 2013'an dema çûyî bajarê Kurdan, kurd nas kirine û weha axivî: "Ez fêrî gelek tiştan bûm li Kurdistanê. Ez fêr bûm ku em tenê bi gotina ´Em bira ne´ nabin bira. Divê gelek tiştên din bên kirin. Ciwanên HDP'ê dê di 10'ê Hezîranê de biçin Cizîrê. Ez jî dê li gel wan biçim Cizîrê û lîstika xwe bidin pêşandan. Divê hunermend hemû rîskan bidin ber çavên xwe û ji bo aştiyê hunerê bi pêş bixin."
STENBOL