Li hola rewşenbîrî ya bajarê Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Kursiyan’ bi amadebûna sedan welatiyan hat nîşandan. Lîstika ji Frensî ji bo Kurdî hatî wergerandin ji aliyê koma şano ya Kodo ve hate pêşkêşkirin.
Şano wê heya 9’ê Cotmehê her roj saet 16:00’an li hola Rewşenbîrî ya Silêmaniyê bê pêşkêşkirin.
Derhênerê şanoyê Destan Berzan li ser naveroka şanoyê anî zimên ku şano behsa jiyana jin û zilamekî dike ku jiyana wan her tim xwe dûbare dike.
SILÊMANÎ