Misriyên serdema kevin bi lîstikên civakî gelekî dilîstin û ji me re jî gelek bermahî hiştine li ser van lîstikan. Ev lîstika li ser texteyê bi xwe tekane ye hem bi forma xwe ya dişibe hîpopotamê û hem jî bi bipêşketîbûna materyalê jê hatiye çêkirin: Ango bi awayekî jîrane hatiye biriqandin û rengên bi xwe jî diteyisin hatine bikaranîn. Ev lîstika ku weke 58 kun yan jî seg û çeqel tê nasîn bi du kesan dihate lîstin. Axir lîstikvanan kevirên xwe bi dorê ber bi pêş ve dibirin da ku bigihîjin kuna hejmar deh (li dûvê texte) û ya hejmar 20 (li kêleka çalikê) û paşê jî ji wir diviya vegerin.
QAHÎRE