BASIM EL-DEXÎL / ANHA/HESEKÊ
Lîstikên gelêrî û ji rêûresmê yên kevn li başûrrojhilatê navçeya Şedadê têne parastin. Kalepîran li gel xwe alavên wan hilanîne da ku bidin zarokên xwe. Lîstika ‘menqele’ jî yek ji wan e. Li her mala gundewarên Şedadê ev lîstik heye.
Şêxên eşîr û qebîleyan wek semboleke gelêrî ji nifşekî heta nifşekî din li gel xwe kelûpelên dihêlin.
Li gorî çavkaniyên dîrokî, lîstika menqele vedigere sedsal 6`an. Zanyarên şûnwaran gelek sembolên ku diyar dikin, ev lîstik di wê demê de hebû, dîtine. Lîstik li gelek dewletên Efrîkayê ku şêniyên wê çandinî esas digirtin, hebû. Navê lîstikê ji zimanê Erebî hatiye û maneya wê veguhastin e ku ji koka Erebî neqela tê. Ji ber ku lîstikvan keviran ji kortekê ber bi korteke din ve vediguhêzin.
Berê turmûwayên wê hebûn
Xilêf El-Casim yek ji navdarên vê lîstikê li navçeya El-Deşîşe ye û ew dibêje, “Me ev lîstik ji kalikên xwe girt. Di nava 70 salên bihurî de em bi lîstikê dilîstin. Ev lîstik esasê wê mêjî û hesab e. Ji setrencê ne kêmtir e.”
El-Casim ê 85 salî, destnîşan kir ku pêşbaziyên vê lîstikê li ser asta Sûriyê dihatin kirin, gelek kesên ku ji vê lîstikê hez dikirin jî beşdarî wan dibûn.
El-Casim di jiyana xwe de beşdarî gelek pêşbaziyên taybet ên lîstikê bûye û bi gelek kesên pispor re lîstiye û wî bi xwe jî gelek caran xelat wergirtiye.
Li her mal û mêvanxaneyê heye
Li ser mijarê, Remedan El-Sûd yek ji kesên pispor di vê lîstikê de dibêje, ew lîstik ji maseyeke text pêk tê, 7 kort di her du aliyan de hene, di her kortekê de komek kevir hene, ew kevir li gorî zanebûnê di hundirê kortan de têne veguhezandin û di dawiyê de yek ji lîstikvanan bi ser dikeve.
El-Siûd diyar dike ku ev lîstik li ser asta herêmî bi şêxên eşîran re ji bajarê Qamişlo heta rojhilatê Sûriyê û Dêrazorê tê lîstin. Lîstikvanê ku herî baş û xweş bi lîstikê dilîst, ji eşîreya El-Cibûr bûye. El-Siûd dibêje, ev lîstik semobleke kevn e ji nifşekî derbasî yekî din dibe, û di her mal û mêvanxaneyê de jî heye.