Lîstik yek:
Wer xuyaye ku fetullahî û AKPeyî êdî têgihîştine ku ev êrişên wan ên têkbirin û tunekirinê vala derketiye. Lê dîsa jî li aliyekê êrişên xwe yên tasfiyekirinê bê navber hê bi awayekî hovane didomînin, li aliyê din ketinin nava lêgerîneke bidestxistina rêyeke xapandinê. Di vê pindê de qaşo xwe rexneya peyayê fetullahî Cemal Uşak wek tiştekî nû daxistin qada nîqaşê. Niha di çapemeniya wan de ev girara xapandinê tê kelandin. Yên ku devê wan hîn ji vê tirşikê neşewitiye, ew dikanin wek bilbilê ji Stokholmê siwar bû, bi delîndezekê li Stembolê peya bû û di çapemeniyê de wek alaveke bangaşiya şerê psikolojik tê bikaranîn, pê bixapin û vê tirşikê bixwin, bila zuqûmê wan be! Dema Uşak bersiva rojnamekara nav Ezgî Başaran dide, ji bo xwedîgiravî xwe rexneyê wiha dibêje:
„Lewra li ser dîndaran (tirk) serdestiya boçûnên fermî hebû. Ji ber ku civata me di bin bandora helwesta fermî de bû, her çendî hebûna kurdan pejirandibe jî (têgihîştina wan; tirk, laz, kurd tev de tirk û mislimanin), erkên wê pêkneaniye.“
Rûşen Çakir vê rastiya wan hineke zelaltir dibêje: „Wek encam; Ji ber ku dewletê îslamiyet wek kartekê li pey bikaranînê dikane bavêje, didît, lema nekanî ku dînê îslamê li hemberê PKKê baş bikarbîne û serkeftin bi dest bixe. Tirkiye azmuneke wisa bêkêr jiyaye. Heta serkariya AKP ya îslamiyet wek tehdît nabîne jî, nekanî ku hêza dînê li hemberê kurdan baş bide xebitandin!“
Çawa di van mînakan de jî tê dîtin, ev nîqaş; ne li ser bingehê dijminahiya xwe ya li hemberê netewe û tevgera kurd dîtin, li gor wê lêborînxwestin û bi wan re wek bira lihevkirinê tê meşandin, dijê wê, li ser sextekariya çima nekanîne kurdan hê baştir bixapînin û bi xwe ve girêbidin, kirine mijara gotûbêjê. Ev jî dîsa rovîtiyeke zexel e. Bi vê dixwazin bibêjin; qaşo wan kêmasiyê xwe dîtine, kurd dikanin xwe li wan bigirin û werin xapandin!
Lîstik du:
Birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka di nava kurd û tirkan de û statuyeke ji bo kurdan bi destxistinê, komisyoneke Rusipiyên hişmendî (Akil Adamlar) pêşniyar kiribû. Ev daxwaza Yekitiya Ewropê (YE) ê jî bû. Di nava bala giştî, saziyên sivîl, rewşembîr û aşitîxwazan de jî hatibû nîqaşkirin. Li cihanê jî mînakên wê hene. Wek mînak li Afrîka başûr jî projeyeke wiha pêkhatibû.
AKP ya tenê bi dek û dolaban nêzîkê mijareyan dibe. Ev daxwaz û nîyeta mirovane jî revîze kir û komeke ji celat û cahşên têkçûyî wek Rusipiyên Hişmendî destnîşan kiriye. Navê wan kesên xwedê tu selametî û firsendê nede wan, xwedê mirovê herî xirab jî ji şerê wan biparêze, ev in: Şamil Tayyar, İdris Bal, Mehmet Metiner ve Beşir Atalay’ Ev kesên ha bi tevhevî li gor durûtiya Erdogan û AKP ne.
Lîstik Sê:
Serokwezîrê bi navê Erdogan ji bo ku bikane rûçikê xwe yê şerxwaz, nijadperest û faşîzma kesk veşêre û xwe li cihanê wek keseke aştîxwaz nîşan bide. Li filistiniyan xwedî derdikeve. Heta di guhertina girtiyên Fîlîstîn û Israîlê de navbênkarî jî kir. Lê leşkerê xwe yê dîlketî nabîne. Heta dema heşt lekerên dîl hatibû berdan, wezîrê wî yê nav Şahîn gotibû; “Ez bi vê serbest bardana wan leşkeran hîç şa nebûm.”
Me gelek caran li ser sextekarîya faşîzma kesk nivisîbû. Niha jî hêdî hêdî fêlreşiya wan derdikeve. Wek mînak mijara Andiçê. Niha gelek baş zelalbûye ku ev jî pîşkekî Erdogan e. Wê hemû sextekariyên wan derkeve. Bes em şiyar bin û li hemberê dek û dolabên wan bi dîlêrî rawestin, durûtî û lîstikên wan ên osmanî zû bibînin, di bin her gotinên wan de wek neynikekê avzûnkar bikanin sextekariya wan bixwînin û li dij wan amadekariyên xwe di demê de pêk bînin.