CAFER CAFO/ARIF SILÊMAN

ANHA/ŞEHBA

Di demekê de ku rêxistinên mafên zarokan rewşa zarokên Efrînê paşguh dikin de, zarokê bi navê Imru yê ji Efrînê ji bo zarokan li Kampa Berxwedan ku di nav şert û mercên şer ên dijwar de ne, ji têlên bafûnê lîstokan çêdike.

Zarokê bi navê Imru Îbiş ê 12 salî ji şêniyên navçeya Bilbilê ya ser bi Efrînê ye. Piştî dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê, Îbiş tevî malbata xwe neçar ma ji Efrînê derkeve û berê xwe bide Şehbayê û niha li Kampa Berxwedan dijî.

Imru jî mîna pirraniya zarokên Sûriyeyê di nav şert û mercên şer de ye. Ruhê zarokatiyê û hezkirina wî ji kesên din re, hişt ku Imru ji bo zarokên kampê lîstokan çêke.

Imru têlên bafûnî ku li erdê kampê belav bûne, berhev dike û bi wan lîstokan ji zarokên kampê re bê pere çêdike. Imru dibêje, ew rojane 5 heta 6 lîstokan çêdike.

Ji ber artêşa Tirk careke din revîne

Li ser vê yekê Imru got, “Em ji zarokatiya xwe mehrûm bûn, niha jî bi paşerojeke nearam re rû bi rû ne. Tevî malbata xwe, ji taxa Şêxmeqsûd ji ber şer me koçî Efrînê kir û ji Efrînê jî ji ber topbarana artêşa Tirk careke din me berê xwe da vir. Me hemû lîstokên xwe li pey xwe hiştin.”

Dixwaze zarok bikenin

Di dewama gotinên xwe de Imru anî ziman ku ew serê sibehan radibe, têlên ceyranê di nav kampê de kom dike û ji bo ken li ser rûyê zarokan bibîne lîstokan bi têlên ceyranê çêdike. Heta niha Imru zêdetirî 20 lîstokan ji bo zarokên kampê çêkirine.