Li bajarê Îtalyayê Lîvornoyê, Heyva Sor a Kurdistanê, salvegera 4´an a damezrandina xwe bi resepsiyonekê pîroz kir. Kurd û gelek dostên wan ên Îtalî beşdarî resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de li ser karê çar salan ên Heyva Sor a Kurdistanê agahî hatin dayin.

Şaredarê Lîvorno, Midûrên Polîsan, Berpirsyarên Daîreya Koçberan, nûnerên Buroya Înformasyonê ya Kurd û Komîteya Kurdistanê beşdarî resepsiyonê bûn.

Karîkaturîstê navdar ê Îtalî, Zero Calcero jî ji bo piştgiriyê beşdarî resepsiyonê bû. Wêneyên ku Calcero li ser Rojava xêz kirin, gelekî bal kişandin. Zerocalcero jixwe dahata ji pirtûkên xwe jî weke bexş da Heyva Sor a Kurdistanê.

Li Şehba klînîk ji bo Efrîniyan

Ji berdevkên PYD’ê Îbrahîm Muslim, ji nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê yên li Elmanyayê Rifat Akter, nûnerê sendîkaya Îtalyanî, berpirsyarê Fîlîstîn-Îtalya û nûnerekî Komîteya Kurdistanê li resepsiyonê axivîn û wan bal kişand ser girîngiya saziyên alîkariya insanî.

Qisekeran hemûyan çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven, silav kirin û bang li saziyên pêwendîdar kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Di resepsiyonê de her wiha projeyeke nû hate ragihandin. Hevserokê Heyva Sor a Kurdistanê Alîcan Yildiz diyar kir ku ji bo Efrîniyên ji ber dagirkeriya Tirk ji neçarî xwe li Şehbayê girtine, ew ê klînîkekê çêkin.

 

ANF / LÎVORNO