Ji dema ku êrişa 25’ê Adarê ya hikûmeta çeteyên birayên Misilman û yên dewleta Tirk ji Suriyê birî Lîbyayê destpêkirî ve, gelek herêmên paytexta welêt Trablûsê û hawîrdora wê ji destê vê hikûmeta çeteyan derketin. Çavkaniyên eskerî ji Lîbyayê radigihînin ku ji 25’ê Adarê ve Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) herî kêm 422 çeteyên vê hikûmetê (yên Lîbyayî) û ji bilî wan jî herî kêm 372 çeteyên dewleta Tirk ji Sûrî şandî Lîbyayê kuştine. Tenê di şerê doh de hikûmeta çeteyan piştrast kir ku 14 endamên çeteyên wê bi destê LNA’yê hatine kuştin. DAIŞ her diçe bêhtir xuya dibe Hikûmeta çeteyên Birayên Misilman a ku dewleta Tirk li piştê ye, êdî her diçe bêhtir hevgirên xwe yên weke DAIŞ’ê xuyayî dike. Yek ji emîrên DAIŞ’ê yê Bengaziyê sala 2017’an ji aliyê LNA’yê ve hatibû kuştin Wissam Bin Hemîd e. Resmên wî li ser erebeyên eskerî yên çeteyan li Trablusê êdî timî xuya dikin. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta çeteyan hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê êdî weke berê venaşêre. NAVENDA NÛÇEYAN