Lobiyeke Hikûmeta Birayên Misilman ku Tirkiye destekê didiyê ya Lîbyayê li washingtonê heye. Ev lobî ji bo wê yekê dişixule ku divê siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yîn Emerîkayê (DYE) li Rojhilata Navîn, li gorî daxwazên dewleta Tirk dirûv bigire. Ev lobî îdîa dike ku rojekê Enqere wê li Îran û Rûsyayê biqulibe, û DYE divê bêhtir tawîzan bide dewleta Tirk da ku nehêle bi Rûsya û Îranê re kar bike. Lê belê dewleta Tirk di meseleya Lîbyayê de berê xwe da Tehranê jî. Li gorî Jerusalem Postê Dewleta Tirk, di berdêla sivikkirina ambargoya DYE´yê li dijî Îranê de ji Îranê xwestiye alîkariya wê bike di şerê wê yê li dijî Kurdan li "Iraq û Sûriyê". Ji ber wê jî Îran dibe ku li aliyê DYE´yê be li Lîbyayê. Halê hazir mesele hemû di destê Misrê de xuya dike. Destwerdaneke yekser a Misrê dikare vê geremolê safîtir bike. ŞAM