Li Lîbyayê dewleta Tirk a dagirker pişta hikûmeta birayên Misilman digire. Ji bo vê wê bêhtirî 6 hezar endamên çeteyên xwe yên li Sûrî, şandin Lîbyayê. Niha eşkere bû ku ji van herî kêm 653 hatine kuştin.
LUQMAN GULDIVÊBeriya çendekê, li ser rewşa çeteyên dewleta Tirk şandî Lîbyayê, nûçeyeke me ya berfireh hatibû weşandin (https://ozgurpolitika.com/terqina-xeyalen-li-libya-te-xwendin/). Di wê nûçeyê de me bal biribû ser wê yekê ku çeteyên dewleta Tirk naxwazin êdî biçin bereyên şer. Sedema vê yekê hêdî hêdî rehettir eşkere dibe. Li gorî agahiyên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê belavkirî, wan tesbît kiriye ku heta îro 653 çeteyên dewleta Tirk ji Sûrî şandî Lîbyayê, hatine kuştin. Li aliyê din ev çeteyên ji bo pereyan şer dikin, ji ber ku pereyên wan nayên dayîn jî, bang li hev dikin ku êdî neçin Lîbyayê.
Dihate texmînkirin ku dewleta Tirk, bêhtirî 6 hezar çeteyên di nav wan de DAIŞ’î, El-Qaîdeyî jî hene, şandine Lîbyayê da ku pişta hikûmeta Birayên Misilman a ku xwe weke hikûmeta tifaqê bi nav dike, bigirin. Rojnamevana niha li Lîbyayê, Lindsey Snell doh da zanîn ku wê kariye xwe bigihîne çavkaniyên 5 komên çete yên dewleta Tirk ên ji Sûriyê ew şandine Lîbyayê, û heta doh, tenê ji van 5 koman 500 endamên çeteyan hatine kuştin. Lê wê nekarî hejmara kuştiyên komên din isseh bike. Îro jî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku li dijî çeteyên dewleta Tirk û hikêumeta Birayên Misilman şer dike, bi înfografîkekê got, wan heta niha ji 9 komên çete 653 cerdevan kuştine. Li gorî wan, ji çeteya Siltan Murad 191, ji çetaya Firqet Hemza 102, ji çeteya Feyleq El-Mecd 98, ji çeteya Siltan Osman 64, ji çeteya Heyet Tehrîr eş-Şam (El-Qaîde) 61, ji çeteya Cebhe Şamiya 52, ji çeteya Siltan Silêman 44, ji çeteya Ehrar Şerqiya 34, ji çeteya Gurên Boz jî 7 kes hatine kuştin.
Pera nadin neyên!
Sedemeke din heye ku ev çeteyên bi pereyan şer dikin, naxwazin biçin bereya şer; ew jî pere bi xwe ne. Endamên çeteya Feyleq el-Mecd bi peyamên vîdeo ji endamên xwe yên li Sûrî re dibêjin neyên Lîbyayê: "Tenê mûçeyekî 2000 dolar dan me û piştre tiştek nedan. Zilamên Hefter jî li ti kesî nayên rehmê."
Li gorî rojnamevan Lindsey Snell meaşên komên çete yên Firqet Hemza û Siltan Murad hîna jî tên dayîn. Heta niha herî zêde ji van her du komên çete li Lîbyayê çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Yanî di navbera çeteyan de jî dewleta Tirk cudakeriyê dike.