
Dema mirov behsa lehengan bike û vê yekê di peywenda wêjeyeke devkî ya mîna ya li Kurdistanê bike, bivênevê ya pêşî tê bîra mirovan cureyekî esasî yê wêjeyê ye ku ez ê niha li vir bi kurtî wekî "epîk" bi nav bikim. Erê hûn ne şaş in, Şer û Aşti ya Leo Tolstoy jî vegotineke epîk e. Li di heman demê de Îliyad a Homerûs jî bi xwe weke cureyekî devkî tê dîtin. Meseleya bingehîn a vî cureyî ew e ku ew dikare behsa mîtolojiyê jî bike, behsa destanên lehangan jî bike, behsa bûyer û kesayetiyên bi rastî jî bike, lê dema vê dike şik û guman ji rastîbûna vegotinê nîne.
Helbet dema mirov berê xwe bide danasîna vî cureyî, mirov dibîne ku elaqeya wî bi komên nasnameyî re heye; weke mînak ji bo neteweyan behsa serdemên lehengî tê kirin û berhemên epîk jî behsa bûyer û lehengên vê serdema neteweyan dike. Bila ev çend gotinên me kirî bin, û em li peywenda Kurdî vegerin; Li Kurdistanê li gelek deveran ev cure di nav wêjeya devkî de bi navên mîna destan, şer û efsane tê nasîn. Her çî şer in mirov dikare wekî destanên bi rengê kulîsan avakirî yên gotin û stranê bi kurtî bi nav bike. Ew dikarin bûyerên dîrokî yên tên nasîn û ji bo civakê girîng, weke mijar hilbijêrin yan jî mijara wan destanên mîtîk jî be. Lê mirov divê hay ji vê yekê hebe; rastiya dîrokî û rastiya mîtîk herdu jî di warê vegotinê de xwedî heman nirx û qedrê rastiyê ne û mirov bi rengekî din vê binirxîne, ev ê bibe xwexapandineke besît.
Kewareke bikêr a ji bo avakirinê
Heger serdemên lehengî yên her koma nasnameyî heye, ew serdemên Kurdan jî hene; li vir girîng e mirov ji hev derêxe ku ev serdem ne serdemên dîrokî ne, lê ew serdem in ku çi rastî û çi tesewirkirî ji bo nasnameya koma elaqedar girîng in û ji bo xwe pênasekirina endamên komê diyarker in. Min beriya niha ji bo vê yekê û têkiliya wê bi devkîbûnê re gotibû*, berhemên devkîbûnê, pê re jî repertuwara wê mîna kewarekê ne ku di peywende avakirina netewe de ew kesên bi erka avakirina netewe radibin, bi qasî ku ji wan re divê û bi kêra wan tê ji xwe re jê mijaran dineqînin û derdixin pêş. Di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de Kawayê Hesinkar figurekî bi vî rengî yê mîtîk ê Newrozê ye ku êdî bi pîrozkirina Newrozê re û bi serhildana Kurdan re bivênevê bûye xwedî girêdaneke girîng.
Ango ew serdemên ji bo cureyê "epîk" girîng, ne serdemên bi rastî heyî ne, lê tesewirkirî ne; dema ku ev serdem nêzîk bin û qehremanên serpêhatiyan jî weke qehremanên heyî û bihurî jî bin, ev rastî naguhere; lewma divê em ji bîr nekin, bûyereke jibîrkirî weke ku hîç neqewimî be; lehengên jibîrkirî weke ku qet çenebûyî bin.
Ji netewe û wê de, her koma civakî hewce ye ku bi lehengan û bi qewimînên lehengî hebûna xwe weke kom rewa bike û vê jî bi awayekî ji rêûresmê bi pirranî bi rêya afirandina berhemên cureyên "epîk" dike. Di nava Kurdan de gava em berê xwe didinê, em dibînin ku di kewara bîra wan a berhemên devkî de gelek qehremanî hene û gelek leheng jî hene ku mêranî, mêrxasî û çelengiya wan derdikeve pêş; ji bo vê ez bi tenê behsa navên mîna Siyabend û Xecê, Cembelî, Metran Îsa, Seîd Begê, Dewrêşê Evdî, Medoka Melê, Fatima Salih Axa bikim, wê bibe nîşana repertuwareke fireh. Lê belê rengekî din ê lehnegan heye ku yek ji wan jî Memê Alan e. Di Memê Alan de lehengê serpêhatiyê ji xweşmêrî û mêrxasiyê bêhtir bi "xweşikiya" xwe leheng e. Ew bi êşa dikişîne û bi rika xwe ya ji bo armanca xwe leheng e.
Şêwazeke ji rêûresmê û modern
Bi çi terzî dibe bila bibe, leheng ji bo civakekê û ji bo rewakirina nasnameya wê civakê diyar e pêwîst in werin afirandin û ev afirandin ne bi tenê ji bo texeyula kesekî ye, lê belê ji bo vegotinekê ye ku xwe bigihîne hema hema tevahiya guhên endamên gihiştî yên vê civakê. Heger endamên civakekê nikaribin xwe endamê wê bibînin, rewabûna hebûna wê jî pê re namîne. Ji ber wê yekê jî di avakirina nasnameyên modern de jî afirandina lehengan karekî diyarker e; Kobanê bi tena serê xwe bêyî Arîn Mîrkan êdî ne Kobanê ye û Minbic jî wê bê Ebû Leyla êdî nebe Minbic. Ev vegotinên bûyerên lehengî û serpêhatiya lehengan çawa ku dikare behsa bûyerên dîrokî û mîtîk bike, tevî ku roja me ya îro ye û hîna Şoreşa Rojava bi rê ve diçe jî, dikarin behsa jidayikbûna Rojava jî bike.
Ez bawer dikim bi vê çêlkirina bi kurtî ya Rojava jî mirov çêtir di girîngiya lehengan û van berhemên epîk digihîje. Her civak li dor destanên xwe û lehengên xwe dicive û li dora wan pêk tê. Civakeke ku ev têkiliya wê bi rewabûna wê re qut bibe, civakeke qels e. Ji ber wê ye ku Fransa kevintirîn neteweya modern e, lê mîta xwe ya afirandinê dibe serdema Sezar ê hîna ne împerator ê Romayê: Versongetorîks ê Galî karîbû hema hema tevahiya eşîrên Galî li dijî Sezar bike yek. Tevî ku serhildana wî sala 52’ya beriya serdema me bi ser neket jî, û di dawiyê de ew teslîmî Sezar bû jî, serpêhatiya wî yek ji serpêhatiyên avakirina neteweya Fransî ye. Li vir ne şikestina wî, lê berxwedana wî derdikeve pêş; ne teslîmbûna wî lê helwdana wî ya ku pê jiyana jin û zarokan ewle dike, ne eskerî kêmbûna wî ya ji Romayê lê serketina wî ya di yekkirina eşîrên Galiyayê de derdikeve pêş. Ango vegotin xwe disipêre wan bûyer û qismên bûyeran ku civak û rewabûna hebûna civakê pê xurt dibin.
Di vê çarçoveyê de mirov dikare li vegotina nû ya destanên Kurdî binihêre û ez dibêjim, divê em şaş û metel nemînin ku leheng û bûyerên lehengiyê li gorî pêdiviyên avakirina netewe yan jî hevgirtina netewe ji nû ve werin tesewirkirin û guherandin. Lê ev rastiya hebûna Seyidxanê Kerr û mêrxasiya wî di Komara Agirî de, serhildana Şêx Seîd li hemberî Komara Tirkiyeyê yan jî mêrxasiya Metran Îsa li dijî waliyê Osmaniyan ê Wanê kêm nake, berevajî, vê rastiyê dide ber rohniyeke nû ya civakî. Ev rohniya nû ya civakî jî tenê heger serketî be, wê siberojê behsa avakirina neteweyekê bi rengekî serketî bike. Bi vî awayî, bi ya min mirov dikare şer, destan û efsaneyên Kurdî yên kevin û lehengiyên wan ên nû bixwîne û bi vê awirê ji nû ve bifikire ka Selahedînê Eyûbî li ku dera vî cureyî ye, ka Kawayê Hesinkar bi çî xwe beşek ji civaka Kurd û vegotina wê ye, ka Ristem qehremanekî mîtîk ê avakirina civakî ye yan na.
* Mündliche Literatur der Kurden in den Regionen Botan und Hekarî. Berlîn, 2011.