Firaz Dag (Mehmet Aksoy) 26´ê Îlona 2017´an li Reqayê di êrişeke DAIŞ´ê de şehîd bûbû.  Di salvegera diduyê ya şehadeta xwe de Foraz Dag li Londonê hat bibîranîn. Bibîranîn li Navenda Komala Kurd (KCC) bi rê ve çû, û tê de banga xurtkirina têkoşînê ji bo dilsoziya bi Firaz Dag re hat kirin. Di bibîranînê de malbata wî, nûnerên ji milet û baweriyên cihê jî amade bûn.

Di bibîranînê de Lord Maurice Glassman,nivîskar Rahila Gupta, akademîsyen Debbie Bookchin, Profesor David Greaber, Estella Schmid, ji Koma Piştgiriya bi Filistînê re Akram Salhab, Rahib Joe Ryan, nûnerê PYD´ê yê Brîtanyayê Alan Shemo, ji şervanên dildar ên YPG´ê Macer Gifford û nûnerên Tevgera Azadiya gelê Kurd jî di bibîranînê de axivîn û xwestin her kes li têkoşînê xwedî derkeve.

Firaz Baran 24´ê Sibata 1985´an li Stenbolê hatibû dinê, malbata wî bi xwe ji Kurdên meletiyê ye. 4 salî tevî malbata xwe koçberî Ingilîstanê bûye. Li Londonê di nava karên ciwanan ên komeleyên Kurd de cihê xwe girt. Wî di organîzekirina Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê de jî cihê xwe girt. Firaz Dag bi Şoreşa Rojava re çalaktir bû di warê siyasî de û ji bo tevgera azadiyê di nava xebatên dêplomasiyê de cih girt.

Wî di damezrandina portalên nûçeyan Kom News û The Region de jî cihê xwe girtibû. Hezîrana 2017´an di ser Başûrê kurdistanê re çû Rojava û di Çapemeniya YPG´ê de dest bi xebatê kir. 26´ê Îlona 2017´an di êrişa DAIŞ´ê de şehîd bû.

LONDON