Li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi şeveke şahiyê, piştgiriya rojnameya me hat kirin. Qederê hezar kesî beşdarî şeva piştgiryê bûn. Di şahiyê de Midûrê Karê Nivîsê Ozgur Reçberlîk axivî û bal kişand ser girîngiya nivîsandina rastiyan a vê demê ya li dijî çapemeniya Tirk a derew û ji rêderketî. Reçberlîk got, “Çapemeniya Kurd a berdêlên bi can jî be dide, bi saya gelê me û hêza aborî tevî hemû astengî û zoriyan derdiçe û ji bo vê tim dibe hedefa hêzên mêhtinger. Weke rojnameyeke ji Kurdistanê dûr, li sirgûnê li Ewrûpa weşanê dikin, yekane hêza me û dahata me xwendevanên me ne. Divê rojname biçe her malê.”

Nikarin berxwedanê bişikînin

Parlemeterê HDP’ê Garo Paylan jî bersiv da gefxwarinên dîktatorê Tirk ê li dijî rêveberiyên cihî û got, “Em ê ne 103, 200 şaredariyan bi dest bixin, nikarin berxwedana me bişikînin.” Garo Paylan banga xwedîderketina li çapemeniya azad jî li beşdarên şevê kir.

Şeva piştgiriyê bi derketina ser dikê ya hunermend Denîz Deman, Koma Zelal û Hozan Diyar û gerandina govendê ve bi dawî bû.

 

LONDON