Analojiya di navbera reşkirina li Bakur û Rojava de
Di çarçoveyeke bi vî rengî de Şoreşa Rojava li dinyayê û di nava Kurdan de çawa deng veda, pirseke bi wî rengî ye ku bersiva wê ne yekalî û hêsan e. Çima? Lewma aliyên ragihandina nûçe û agahdariyan di nava tevneke şidiyayî ya ku bi berjewendiyan di navbera gelek derdorên siyasî û aborî de hûnandiye. Ti aliyê têkelî tişta li Sûriyê diqewime dibe, di warê siyasî de ne bêalî ye, li aliyê din her daxuyanî, her helwesta eleqedarî wê jî mane û peyam barkirî ne. Dîsa jî destpêka Şoreşa Rojava kir ku kelecaneke şoreşê bi tevahiya aliyên siyasî yên kurd re peyde bibe. Malpereke weke Avestakurd dikarî bi rêya nivîskarên weke Mîrza Firat bi tenê çend rojan piştî destpêka şoreşê 22'yê Tîrmeha 2012'an digot ”Şoreşa Kurda xwînê narijîne”, û ji bo hilbijartina rêyeke sêyem jî kurd hişyar dikirin da ku weke beriya bi sedsalan çawa bi Tirkiyeyê xapiyan, niha bi Sûriyeyê nexapin. Lê belê vê kelecanê zêde dewam nekir di nava van aliyên ragihandinê yên di warê siyasî de alîgir û di warê aborî de girêdayî. Xelkê Rojava xwedî li Şoreşa Rojava derket, kelecaneke mezin di nava milet de peyde bû, xwepêşandanên alîgirê paraztina destketiyên Şoreşa Rojava li seranserê navçe û bajarên Rojava belav dibûn. Lê herçî çapemenî bû hêdî hêdî rengê xwe diguhert, heta ji reng û wê de kirasê xwe guhert. Aliyên di warê siyaseta Kurd de teng û bawerî bi serketina Şoreşa Rojava nedianîn û bi tevahî xwe disipartin hêzên derve yên ku ji wan re digotin, em rejîma Baes'ê yan îro yan jî sibe têk dibin, heke hûn jî li aliyê me bin para desthilatdarbûneke herêmî wê ji we re jî bikeve. Tevî vê jî di nava hevgirtineke siyasî de cihê xwe girtin ku navê wan jî di metnên xwe yên peymanî de hilneda. Ev aliyên di warê siyasî de xwe bi xwe li Rojava tecrîd kirin, ji ber nekarîna kirina siyasetê dest bi êrîşkariyê û reşkirina destketiyên Şoreşa Rojava kirin, ev jî eşkere kirin. Malpera Avesta li ser Kobanê 12'ê îlona 2012'an nûçeyeke kêm agahdarî weşand bi navê ”PYD zarokan çekdar dike” weşand. Li vir mesele ne nûçeragihandin e, lê belê reng û awayê ragihandinê ye. Bi van nûçeyan tevahiya pîvanên ragihandinê binpê dikin, ne bersiva pirsên rojnamevaniyê tê dayîn ne jî zimanekî zelal heye, tevî vê jî hin derew jî zêde bel û beloq dibin; di nava heman nûçeyê de îfadeya ”her wiha wan ji bo şandina Bakurê Kurdistanê amade dikin” hem dereweke eşkere ye ku di demeke wisa de ku ji Bakur ciwan dixwazin destketiyên Rojava biparêzin, mirov bibêje zarok li Rojava tên çekdarkirin da ku wan bişînin Bakur. Jixwe ecêba mezin jî ew e ku çapemeniya Tirkiyê jî di heman deman de kampanyayên nûçeyên derew yên bi heman rengî li dijî Tevgera Rizgariya Kurd dida destpêkirin. Ango analojiyek diyar e di navbera kampanyayên li dijî tevgera rizgariya gelê kurd li Bakurê Kurdistanê û kampanyayên reşkirina li dijî Şoreşa Rojava.
Cudakerî di mafê mirovan de
Jixwe hin nûçeyên li ser êrîşên terorîstî li navenda bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ev helwest yekcar eşkere kir ku ne helwesteke tesadûfî, lê belê çawa ku em ê nîşan bidin konsepteke siyasî ne. Malpereke bi navê Kurd Watch ku xwe dixwaze weke serbixwe bide nasîn, lê belê eşkere ser bi tevgereke siyasî ve ye (Şepêla Pêşeroj). Weke mînak 26'ê Çiriya Paşîn a 2013 vê malperê nûçeyek li ser êrîşên bombeyî yên 23'yê heman mehê pêk hatî weşand. Divê mirov li ber çavan bigire ku ev malper xwe weke malpereke rêxistineke sivîl a paraztina mafê mirovan dide nasîn. Di vê malperê de tişta ku hatî gotin ew e ku ev erîşên li dijî rejîmê û PYD'yê ne û ti telaş û hizra li ser kuştî û birîndarên sivîl de nîne. Heman malperê nûçeyên komkujiyên DAIŞ û Cebhet el-Nusra li dijî Kurdan li Helebê derewandibûn û gotibû di şer de kuştî çêbûne, lê zirar li sivîlan nebûye, sivîlên zirar li wan bûyî jî alîgirên PYD'yê ne. Ev eybeke mezin bû ku malpereke îdîa dike ew mafê mirovan diparêze. Lê çawa min beriya niha jî got, ev awayê ragihandinê profesyonel e û armanca wê ne ragihandina agahdariyan e, lê belê reşkirina destketiyên Şoreşeke Bêhempa ye li Rojhilata Nêzîk. Li şûna paraztina can û malê herêmekê hemûyî li dijî tevahiya aliyên şerekî xwînrij ya derdikeve pêş, reşkirina wê ye. Mixabin ev awayê ragihandinê di nava derdorên ku xwe weke muxalifê PYD'ê nîşan didin, di rastiyê de doza desthilata ku di Şoreşa Rojava de bi tevahî ya sazî û dezgehên birêveberiya xweser a gel in, dide der. Ango ne bi erka ragihandinê, lê belê bi fikarên siyasî yên ewqasî diyar pêk tê ku li hemberî helwest û kelecana xelkê kurd, neçar man vê helwesta xwe qismî biguherin. Ango heman sazî û dezgehên ragihandinê, xwedîderketina gel li YPG û destketiyên şoreşê fêm kirin û halê hazir birêveberiya xweser û PYD'ê bi zimanekî ne nûçeyane, bi awayekî ku rewabûna birêveberiya xweser a kantonan bike ber lêpirsînê, nûçeyan radigihînin û di heman demê de hew êrîşî YPG'ê dikin. Tevî ku ev helwest dîsa jî erênîtir e ji ya beriya xwe, divê mirov bibîne ku xwedîderketina gel li Şoreşa Rojava ev helwest ferz kiriye li ser van dezgehên ragihandinê. Di nava şerekî dijwar de avakirina sîstemeke sivîl û demokratîk helbet ne karek e ku di nava çend mehan de safî bibe û di gelek waran de kêmasiyên wê û qisûrên wê wê hebin. Dezgehên ragihandinê jî divê behsa van qisûran bikin, lê belê bi awayekî objektîf, çawa ku şert û mercên şoreşê jî elzemtir dikin. Lê belê weke armanc nerewakirina yekane şoreşa gel a li seranserê Rojhilata Nêzîk ne ev kar e ku mirov bibêje ragihandina bêalî û objektîf a armanca wê agahdarkirina gel e.
Medyaya civakî bi roleke xweser rabû
Li hemberî vê ragihandina herî objektîf û ji ya li jor behsa wê hatî kirin bi tesîrtir, ragihandina tevnên medyaya civakî ne ku hem berxwedana YPG'ê û hem jî destketiyê kurdan li Rojava derdixin pêş û bi dîmen û kêm şîrove belav dikin. Heta tesîra vê medyayê ne bi tenê bi Rojava û Kurdistanê bi sînor e, navneteweyî ye jî. Jixwe navê ”Rojava” jî qismî bi xêra vê medyayê li seranserê dinyayê bi awayekî rewa hat qebulkirin. Ev medya hem ji ber ku ferdî bû, di xisleta xwe ya cewherî de bêhtir bêalî bû (çi di warê siyasî û çi di warê aborî de) û hem jî bi bikaranîna dîmen û wêneyan, bi belavkirina şahidiyên yekser darîçavtir bû. Tesîra wê jî jixwe xwe disipêra vê xisleta wê.
Min dît û min nedît
Herçî çapemeniya navneteweyî ye, destpêkê hîç girîngî bi Şoreşa Rojava neda. Dema ku aliyên siyasî yên şerê li Sûrî di asta navneteweyî de bereyên xwe diyar kirin, hêdî hêdî û bi gelek kêm agahdariyan behsa Rojavayê Kurdistanê hat kirin; ne weke şoreşeke gel, lê belê weke mekanekî nisbî ewle yê Sûriyê. Mirovî di gelek weşanên kovar, rojname û kanalên televizyonê yên navdar ên navneteweyî de şahidî li nûçe û şîroveyan dikir ku bi vî awayê hêsanker behsa Şoreşa li Rojava dikirin: Cihê herî ewle yê Sûriyê sê herêmên kurd in; hindikahiyên ne misilman û sunî li enklavên kurd paraztî ne. Lê aliyê şoreşê di van nûçeyan de pêjna xwe jî nedida der.
Bereyeke sêyem
Dema ku rêxistinên îslamî ku hingê beşek ji Artêşa Azad a Sûrî bûn li Serêkaniyê û hin deverên din êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin, hingê behsa birêveberiya li sê herêmên kurd û tevgera rizgariya kurd lê xurt kirin. Vê carê jî bêhtir reya sêyem di şerê navxweyî de yan jî şerê di nava şerê navxweyî de ew peyv bûn ku derketin pêş. Helbet saziyên ragihandinê û rojnamevanan dema behsa vê bereyê kirin, hin taybetmendiyê vê bereyê li ber çavên wan ketin: jin di bereya şer de cihê xwe digirin û bêyî tirs li dijî yek ji artêşên herî hov ên dinyayê û îslamiyên tundraw şer dikin. Bêyî tegihiştina li çarçoveya vê rastiya civaka kurd bi awayekî egzotîk behsa vê yekê hat kirin û ev yek di çapemeniya cîhanê de bi vî rengî bû xala herî li pêş a der barê Rojavayê Kurdistanê de: seresere û awireke heta mirov dikare bibêje bes bi oryantalîzmê bûyî.
Van nûçeyan cihê taybet ê jinê di tevahiya tevgera rizgariya kurd de, arteşbûna tevgera rizgariya jinê di nava tevgera kurd de, di tevahiya birêveberiyên vê tevgerê de hevserokatî û xweseriya rêxistina jinê helbet ji bo vê çapemeniyê nebûn mijar, lewma ev şoreşeke di asta cîhanî de ye, lê awirên çapemeniyê nikarîn vê bibînin.
Otonomiya kurd li Rojava
Piştî ragihandina xweseriya demokratîk li sê kantonên Rojava, êdî çapemeniya cîhanê behsa otonomiyeke din a kurd dikir. Bêyî ku bibînin li Rojava birêveberiyeke xweser a tevahiya gelan, dînan û pêkhateyan himbêz dike heye. Ne otonomiyeke kurd, lê belê birêveberiyeke gel a demokratîk. Ev aliyê meseleyê xwe bêhtir disipart kategoriyên belav ên siyasî ên dewletî ku di çapemeniyê de jî serdest e. Ev kategorî carinan jî bi qesdên siyasî tê bikaranîn. Herçî rêya sêyem a tevgera kurd e, ew jî hêsankirî û bi awayekî ji baweriyê şûştî weke rêya alternatîf a di navbera rejîmê û ”mixalefetê” de dihat danasîn. Êdî weke stratejiyeke siyasî ya rast tê dîtin.
Şoreşa Rojava diçizire nav çapemeniyê
Ji bilî biryarên rast ên stratejîk ên tevgera rizgariya kurd PYD'ê, ragihandina kantonan, nîqaşên li ser avakirina xweseriya demokratîk û pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li Bakurê Kurdistanê dayî destpêkirin medyaya navneteweyî jî neçar kir behsa xisleta şoreşî ya xweseriya demokratîk ya li Rojava ava dibe. Xwedîderketina li şoreşê ya xelkê kurd û pêkhateyên din, rewabûna demokratîk a xwe disipêre gel û amadekariyên hilbijartinan û hewldanên avakirina sîstemeke aborî ya alternatîf û bazareke alternatîf jî hêdî hêdî çizirîn nav çapemeniya navneteweyî. Guhên kerr û çavên kor jî êdî nikarin vê şoreşê nebînin. Êdî The Economist jî behsa xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike, The New York Times jî behsa rêya sêyem a şoreşa Rojava dike û li seranserê herêmê jî behsa berxwedana kantonan li dijî êrîşên DAIŞ'ê dikin. Ev şoreş bi hêza xwe hem dîskursa nava kurdan û hem jî ya derveyî kurdan hêdî hêdî diguhere û vê kêliya şoreşî di nava xet û gotinên çapemenî û medyaya deverê û cîhanê de jî bi vî awayî dineqişîne.
LOQMAN TURGUT: Dinyayeke li şoreşekê kerr