Frantz Fanon kî ye? Belkî xwendevan û hevalên ciwan ev navê Fanon heta îro hîç nebihîstine û bihîstibin jî ji bîra wan çûye. Herçî kesên navsere ne, bi vî navî re jibîrbûna serdemeke û dewreke (şerê gelên dinya sêyem li diji mêhtingerên dewletên Ewrûpî) bi şermê hatî nixumandin dîsa tê bîra wan. Ev kes jî ew in ku berê xwe ji bo gelên bindest ê li cihana sêyem diêşandin, mijûl dibûn û heta alîkarî jî didan wan.

Pirtûka Fanon a bi navê ´lanetlêbûyiyên cihanê´ sala 1961´an hatibû weşandin û ew heta niha ya herî baş tê naskirin e. 

Sernivîsa vê pirtûkê heta strana ´Înternational´ ya bi manîfestoya şideteke bêhevsar li dijî mêhtingeriya çermspiyan (bakûrê cihanê) dike, lê îro weke kevinbûyî û li rexekî dirokê hiştî jî tê bîra mirovan.

Frantz Fanon ê 55 salan beriya niha mirî, ne yekî ji wan bû ku ev şideta bêhevsar dixwest, lê belê ji bo pirsên îro jî dikare bersivên xweş bibe û ji bo fêhmkirina pirsgirêkên van bibe rojan çavkaniyek.

Sala 1983´an nivîskarekî fransî yê bi navê Pascal Bruckner di pirtûka xwe ya bi sernivîsa ‘Hêstirê çavê zilamê çermspî’ de fikir û bingeha ramanên Fanon pirr tund rexne dike û dibeje: “Hemû fikr bingehên teorîk ên Fanon bi kurtî ‘pîrozkirina cihana sêyem’ in.” Bruckner dibêje, ji lewma ne pewîst e ku mirov xwe bi wî mijûl bike û ji ber vê jî Fanon kiriye wehizkirineke bi kîn. Heta ew kiriye sûcdarekî ramanî û vê pirsê dike: “Neteweyên Yekbûyî wê kengî ajîtasyona li dijî Rojava û nijadperestiya li diji çermspiyan bike sûcê li diji mirovahiyê?”

Lê îro ev pirsên wiha ji aliyê Nazî yên doh û yên nû ve tên kirin.

Li Fransayê sala 2000´î, bijîşka fransî Alice Cherki pirtûkek bi navê ‘Frantz Fanon. Portreyek.’ Nivîsandiye û di serî de dibejê ku ev ne bi armanca paraztina wî û ne biyogirafî ya wî ye jî. Bi vê pirtûkê jî mirov dikare hemû hêrsên nijadperestî û quretî yên li dijî yekî êdî nikare xwe biparêze, bîne ber çavan.

Cherki ya ku keça cihû ya Cezaîrê ye, Fanon ê 1961`ê mirî, baş nas dikir. Ew bi hev re li nexweşxaneya li bajerokê Blida yê li Cezaîrê dişixulîn. Piştî tevlibûna Fanon a nav refên ´Bereya Rizgarîya Cezaîrê´ (FLN) jî li Tûnisê bi hev re kar dikin. Lê ti anekdotê ji jiyana psîkiyatrîstê ji Martinique nanivîse, ji ber ku Fanon bi xwe hercar digot, hûrgiliyên jiyana wî ne gelek girîng in. 

Lewma tişta girîng ew e ku mirov bipêşketina fikrê Fanon ji nava civak a derdora wî û di dîtinên xwe yê di nava jiyanê de bişopîne. Wisa mirov dikare wî ji nêz ve nas bikê.


Mamoste Aimê Cesaire

Frantz Fanon sala 1925´an li peytexta Fort-de-France ya Martinique (giravêkê Karibîkê) tê cihanê. Ew kurê jineke Mulattî (nîvcihûyên Karîbîkê) a ticarî ya dikaneke piçûk dixebitîne û mêrekî reş ê li asayişa gûmrikê dixebite, ye. Ew di nava civaka fransî a mêhtinger de û li ser giraveke ji her tiştî dûr jiyana xwe ya zarokiyê bi şert û qanûnên li wir derbas dike. Piştî helbestvanê reş û mamosteyê dibistana bilind Aimê Cesaire ji Parisê vedigere Martinique, Fanon ê ciwan hîn dibê ku ji xeynî cihana giravê pirr cihanên din hene. Hindek piştî vê jî bi destpêkirina şerê cihanê yê duyemin, nêzîkahiya wê cihana li dûrî Karibîkê bi çavên xwe dibine. Ev nêzîkîhevbûn xewn û xeyalên wî yên li ser wan cihanên biyanî di cih de dikuje.

Ji ber ku Martinique jî parçeyekî rejîma Fransaya Vichy ye, piştî sala 1940´î dibe meydaneke komediya fransî-welatperwerî. Ev kes dixwazin aboriya lawaz ya ji ber şer derdikeve holê, bidin jibîrkirin. Ji lewma gelek ciwanên Martiniqueî ku ji ber nefesekê bistînin, diçin giravên nêzîk ên di bin kontrola Inglistanê de. Franz Fanon beriya dibistana bilind biqedîne, bi hinek hevalên xwe yên din re tevlî artêşa koalisiyona li dijî Hitler dibe. Fermandarê wê jî Charles de Gaulle e. Navê arteşa de Gaulle ´Forces Françaises Libres´ (Hêzên Fransî yên Azad) e. Ew ji bo perwerdeya leşkeriyê şandin Bakurê Efrîkayê û piştî vê kete 1. Hêza Mêhtingehkiriyan de, ew a ku havîna 1944´an li peravên herêma Provence (başûrê Fransayê) piyên xwe avêtin axa Ewrûpayê û ji vir ve jî bi ber bakur ve dimeşiyan, hema li dûv Artêşa Elman a vedikişiya.

Fanon ê ku li nêzî bajarê Montbeliardê birîndar bûbû tevlî rizgariya herema Elsassê jî bû. Di nameyeke li wê demê de ji dê û bavê xwe re dibejê: “Ez poşman bûme. Tiştek nîne ku wê biryara min a bi lez rewa bike, ya ku pê ez tevlî şerekî ji bo berjewendiyên mirovên xwedî mal û milk ên ku tiştek ne xema wan e.” Fanon gelekî poşman bûbû, Cherki vê baş dide xuyakirin, ji ber ku ew di nava wê hêzê de ku lli dijî nijadperestiya har a Naziyan ji Ewrûpayê şr dike, bi xwe bi nijadperestiyekê rû bi rû dimîne. 

Çiqas leşkerên ji Martiniqueê bi cil û bergên xwe weke leşkerên çermspî ên fransî xuyadikin jî, lê belê piştî ku ew kumên xwe ji serê xwe dikin, dîsa bi pihînan li wan dixistin, hema wisa weke leşkerên mêhtingerkiriyên ji Senegal, yên di nava şer de pêşî dihatin cezakirin. Di Gulana 1945´an de di pîrozbahiyên serketinan de yên çermreş heta mumkin bû dihatin veşartin.

Di pirtûka xwe ya ewil de (“Peau noire, masques blancs/ Çermê reş, maskê spî”), ya sala 1952´yan, Fanon heta jê tê hindik jî be behsa van qewimînên nijadperestiya Ewrûpiyan di nava artêşa antîfaşîst a de Gaulle de dike.  Analîza wî ya fireh ji hingê ve aktuel e.


Piştî Fanon li Fort-de-France dibistana bilind diqedîne, vedigere Fransayê û li bajarê Lyonê li zanîngehê dest bi xwendina tibê dike. Li zanîngehê diçe dersên feylesof Maurice Merleau-Ponty jî, nivîsa kovara Sartre ya bi navê ´Les Temps Modernes / Wextên nûjen´ jî dixwîne û bi felsefeya Hegel jî dadikeve. Di nexweşxaneya bijîşk Saint-Alban a li herema Lozere jî Fanon salekê kar dike. Karbidest û psîkiyatrîstê wê derê François Tosquelles ê Katalonî yê ji Spanyayê revî, hê ti kesî peyva ´Antîpsîkoterapî´ bi kar nedianî li wê derê bi kar dianî; Mirovên nexweş, hemşîre û doxtor tevde pêvajoyên nû yên psîkoterapîk derdixistin holê. Psîkiyatrên weke Jacques Lacan diçûn dibistana wî. Di bin bandora wî de Fanon konsepta xwe ya ´terapiya civakê´ bi pêş dixe.

Sala 1953’yan Fanon doktorê psîkiyatriyê bi destûr dibe serdoxtorê nexweşxaneya bajarê Blida yê ku li başurê Cezaîrê ye. Li wê derê Fanon dibînê ku doktorên din ên li Cezaîra koloniya Fransayê aliyekî dibistana psîkiyatriyê digirin ku Ereban weke hoveber dibînin. Heta wan hingê digot, pêvajoya bipêşveçûna mejiyê Ereban teqinî maye û lewma, ev genetîk dibe sedema tevgerên patalojîk ango nexweş.

Li Cezaîrê Fanon fêr dibe nexweş û malbatên wan di bin bandora civakeke mêhtingerkirî ya bi temamî ji hev cudakirî de ne.  

Ez li vir peşniyazî her kesê dikim ku analîza Alice Cherki bixwîne ya li ser civakeke cudakirî ya wê demê, lewma her ji bo her kesa ku îro nikaribe bîne ber çavên xwe ka ji ber çi serhildana Cezaîrê li dijî têkiliyên desthilatdariya mêhtingeran dest pê kir, çavkaniyeke baş e.


Psîkiyatrî û siyaset

Fanon nedihişt ku konsepta wî ya terapiyê ya bi hev re xebitîna bi alikarên xwe yên Ereb, bi nexweş û hemşîreyan re bê astengkirin. Bi vê xebata bi hev re wan heta bi rojnemeyekê jî diweşand.

Lê jiyana naxweşxaneyê piştî serhildana sala 1954´an diguhere, serhildan tesîrê lê dike. Di nava nexweşên ku dianîn wir de hin bi dîtina şidetê trawmatîk bûbûn, li yên din êşkence hatibû kirin û heta yên êşkenceker jî hebûn. Di Pirtûka ‘Lanetlêbûyên cihanê’ de behsa hinek ji van kesan tê kirin. Bi rêya hinek sazûmanên xiristiyan re, yên ku li nexweşên serhildêran miqate dibûn, Fanon bi tevgera siyasi a serxwebûnxwaz re tekiliyê datînê.

Piştî biryara dewleta Fransî ya di bin serokkomarê Partiya Sosyalîst (PS) Guy Mollet de, ê ku dixwest serhildêran bi alîkariya leşker û polîsan têk bibê û ti daxwazên wan qebûl neke, Fanon ji karê xwe yê serdoktoriya naxweşxaneya Blida îstîfa dike û tevî jina xwe ya Fransî, Josie û kurê xwe Olivier mala xwe bar dike bajarê Tûnisê, ango çû wî cihê Meclîsa Cezaîrê ya demkî lê bû.

Li wir jî ewilî karê psîkiyatiriyê dike, lê hêdî hêdî li ser xwesteka çepgirên di nava tevgera rizgariyê de dikevê nava xebatan siyasî jî. Koordînatoriya rojnameya FLN´ê “El-Moudjahid” dike. Piştî îlankirina serxwebûna Ghanayê ji aliyê Kwame Nkrumah ve sefîriya Cezaîrê li peytexta wê Accrayê qebûl dike. Ji ber hevaltiya wî ya bi serokkomarê Ganayî re, dikare pirsgirêkên di avakirina dewleteke serbixwe ya Efrikayê de derdikevin holê, ji nêz ve bişopîne. Sala 1959´an pirtûka wî ya duyemîn a bi navê “L´an V de la revolution algerienne / Sala 5’an a şoreşa Cezaîrî” ji weşanxaneya François Maspero yê ciwan derdiçê. Ev pirtûka ku ji aliyekî ve qirkirin û kuştina gelê Cezaîrî ji aliyê dewleta Fransî ve sûcdar dike, li milê din banga dewleteke Cezaîrî ya azad a siberojê dike ku li wir Ereb, Kabîlî, Cihû û Xiristiyanên Ewrûpî wekhev û li rex hev bi hev re bijîn. Hindekî piştî weşanê, li Fransayê ev Pirtûk hat qedexekirin.

Vê qedexeyê navê Frantz Fanon jixwe ji nû ve dida naskirin, nexasim jî li Efrikayê û li parçeyên din ên cihanê ango bi gotina etnologên Fransî ên wê demê Albert Suvy û Georges Balandier li cihana sêyem (Tiers-Monde). Ji ber ku Fanon êdî tevlî kongreyên navneteweyî yên li her derê cihanê dibe, hikûmeta Fransayê her jê te, dixwaze tevlîbûna wî asteng bike. Di qezayeke trafîkê de bi Fanon li Fasê bi giranî birîndar dibe û piştî wê jî bi erebeya kesekî Cezaîrî ku dixwest tevî Fanon û jina wî tevlî konferansekê bibe, bombe diteqiya. Ew kesên ku dixwestin Fanon bimirê, êdî ne hewce bû ku xwe biêşînin, ji ber ku di salên dawiyê yên 1960´î de diyagnoza pençeşêrê li Fanon tê kirin. Fanon ê doktor dizanibû ku êdî ji wî re pirr wext nemaye. Di bihara 1961´ê de ji weşanger Maspero re dibêjê, ew ê pirtûkeke din jî binivîsîne. Di ve pirtûke de naxwaze tenê behsa Cezaîriyan were kirin, ew dixwazê qala hemû welatên ku êdî xwe ji mêhtingeriyê xilas dikirin, bike. Yek bi yek beşên xwe dide Claude Lanzmann ê ku sererastkirina kovara ‘Temps Modernes’ dike û ew jî wan dide destê Maspero. Li ser xatrê Fanon, Sartrê jî jê re soz dide ku pêşgotinekê binivîse. Nivê cotmeha heman salê Fanon bêyî bi dilê wî be radikin nexweşxaneya leşkerî ya li Bethseda ya nêzîkî paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Washingtonê. Li wê derê, sisiyê Kanûnê, pirtûka wî ya nû çapkirî dikeve destê wî. Sernavê wê jî wek li ser xwesteka wî bûbû ‘Lanetlêbûyiyên cihanê’. Sê rojan paşê, şeşê Kanûna 1961´ê, Fanon di 36 saliya xwe de dimire. Li ser xwesteka wî, ew li ser bostek axa hatî rizgarkirin, li ser sînorê bi Tûnisê re vedişêrin. 


* Wergera ji Elmanî Rênas Hoserî


Peyama Fanon a bi vê pirtûkê çi bû?


Belkî hinek kes ji pêşgotina Sartre ya kîndar a li dijî mêhtingerên Ewrûpî derbas nebûn e, lê belê nivîskar Fanon tenê daneketiye bi lanetkirina desthilatdarên mêhtinger re ya tijî ji gotinan. Ewî dizanibû ku serdema mêhtingeriyan di sala 1961´ê de bêyî ku karibe bi şûn ve bê vegerandin, qediyabû; ewî bang li civakên dewletên êdî serbixwe dikir da ku nekevin xefkên zihniyeta mêhtingehkariyê ku wê li pişt xwe hiştibûn. 

Beşeke navendî di vê pirtûkê de “Kêmasiyên bîreweriya neteweyî” ye. Li vir Fanon ji gelên cihana sêyemîn dixwaze ku di dewletên xwe de yê nû tên avakirin, burjûvaziyeke xurt ya biratiya gelan qebûl dike, bidin çêkirin.

Fanon di hişyarkirinên xwe de dibêje, ev pêk neyê, hingê ewên ku hesabên biçûk di sere wan de hene û ticarên edeta mezaxê ne, wê weke karîkatûrên şirîkên xwe yên Ewrûpî, bi ser kevin. Piştî vê jî tevgerên azadiyê dibin wekî partiyên yekîtiyên ji diktatoriya burjûwaziya bê maske, bê makyaj, bê wijdan û tinaz. Bê perspektiveke neteweyî êdî rêya ku civakê ber bi ‘diktatoriya eşîretê’ bibe, ne dûr e û pirsgirêkên mezhebî û etnîkî derdikevin pêş ku netewe dewleta ciwan xirab dikin. 

Wexta serxwebûn bi kêf û coş û bi pirrala dihatin pîrozkirin, Fanon tehlûkeyên li pêşberî ciwakên nûsazbûyî di demekê de bi zelalî analîz dikir. Tiştên li Cezaîrê dibin, û piştî Boumedienne û yên li Nijeriyayê, li herêma Kongo, li Sûdan, li Rûwanda û gelek devêrên din qewimîn. Fanon beriya niha bi 55 salan ev weke îhtîmal didît. Wexta ‘Lanetlêbûyiyên cihanê’ baş bihata xwendin, mirovên li Ewrûpayê wê ewqasî li pêşberî van qewimînan şaş û mat nemana û hindik jî be, têbigihişta ka sedemên van qewimînan çi ye. Gilî û hazina mirov ji wî bike, tênê ew e ku wî hêvî nedikir ku ev qewimînên wisa bi rastî jî bidin der.