
Ti cudahiya wê ji Lozanê tune ye
Parêzer û parlamenterê berê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Serdar Herkî jî li ser kongreya Cenevre 2 wiha got: “Em hêvîdarin kongreya Cenevre bikare çareseriyekê ji bo pirsgirêkên Sûriyê bibîne. Dîtina me ew e Kurd bikarin wekî aliyekî serekî û wekî Kurd beşdar bibin. Ji bo bikarin daxwazên rewa yên gelê Kurd bigihînin wê kongreyê û ji bo çareseriyekê ji bo doza Kurd li rojava bibînin.”
Herkî dilgiraniya xwe li ser venexwendina Kurdan a bi şandekî serbixwe nîşan da û wiha got: “Bi baweriya min ev planekî navneteweyiye, destê hinek dewletên navçe û cîhanê li pişt vê biryarê heye. Ti cûdahiya vê kongreyê ji kongreya Lozanê tune ye. Beşdarbûna Kurdan a ligel mûxalifetê ti berhemekî wê tune ye, ji ber ew mûxalifet nûnertiya gelê Kurd nake.”
Parêzer û endamê Desteya Bilind a YPK’ê Kerîm Biradost jî, bal kişand ser rol û beşdarbûna Kurdan a di kongreya Cenevre 2 de û wiha dîtinên xwe anî ziman: “Gelek hewldan hene ku nehêlin Kurd wekî şandekî serbixwe beşdarî kongreyê bibin. Armanca vê jî jinavbirina rewşa niha li Rojava derketî holê ye. Lê madem vîna gelê me bihêze û di pratîkê de xwedî hêz e, ez di wê baweriyê de me nikarin wê rastiyê paşguh bixin. Em hêvîdarin ew kongre wekî ya Lozanê lê neyê û dîrok carekî din xedrê li Kurdan neke.”
Biradost, li ser beşdarbûna hinek aliyên Kurdî di nava mûxalifeta Sûriyê de jî dîtinên xwe anî ziman û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Mixabin heta niha mûxalifeta Sûriyê ti helwestekî eşkere li ser Kurdan nîşan nedaye û îtiraf bi rêveberiya demkî ya li Rojava nekiriye. Ev jî zengilekî metirsîdar e. Kesên di nava mûxalifetê de nûnertiya Kurdan dikin û bêyî ti ajandeyeke wê mûxalifetê ji bo Kurdan hebe, wê karînên wan jî wekî yên wan Kurdên di kongreya Lozanê de beşdar bûne be.”
DÎHA/HEWLÊR