Helbet pêkhatina vî encamî de helwestên şaş ên partî û rêxistinên Kurdî jî bû alîkar.
Ev dîroka 91 salî ya ji Peymana Lozanê heta îro bi serê xwe tijî tecrube ye ku Kurd gişt jê dersan derêxin. Wek gotineke klasîk; êdî ne Kurd Kurdên wê çaxê ne, ne jî Kurdistan Kurdistana berê ye! Partî û rêxistinên Kurdî jî di nava 40 salên vê dawiyê de ruhê çax û demê baş xwendin û nirxandin. Bi taybetî bi xebat, têkoşîn û dîplomasiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK), Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û partiyên din ên Kurdî û herwiha şert û mercên konjûnkturî yên navneteweyî re îro Kurd û Kurdistan bûye wek rastiyeke ku êdî nema bê înkarkirin û jiholêrakirin. Îro Kurd wek xelkekî rêxistinîbûyî û xwedî hêzên xweparastinê bin jî, xeynî federasyona li Başûr, li parçeyên din hên jî bêstatû ne û siberoja neteweya Kurd ewledar nîne. Li pêşiya vê yekê mijara herî sereke pêknehatina yekîtiyeke di navbera partî û rêxistinên Kurdî yên pêşeng û pêknehatina Kongreya Neteweyî ye. Kongreya Neteweyî wê bibûya wek vîna xelkî me û li qadê navneteweyî jî bibûya nûnerê tevahiya Kurdan. Lê heta îro pêk nehat.
Di pêknehatina vê yekê de mirov helwesta PDK’ê ya bi feraseta serdestiyê wek astengê herî mezin nîşan bide, bawer dikim şaş nabe. Bi taybetî polîtîkayên wê yên li dijî şoreşa Rojava û Bakur û astengî derxistina li ber kombûna Kongreya Neteweyî dilê Kurdan giştan diêşîne. Ev yek him berxwedana Rojava lewaz dike, him zirarê dide yekîtiya xelkê me, him jî dilê neyaran şa dike. Ji bo siberojeke azad berî her tiştî yekîtî û lihevhatineke xurt di nava partiyên pêşeng ên Kurd de lazim e. Ji xwe Koma Civakên Kurdistan (KCK) û Rêberê Kurd birêz Abdullah Ocalan di her daxuyaniyên xwe de banga yekîtiya neteweyî û pêwîstiya kombûna Kongreya Neteweyî dikin. Her wiha YNK û Goran jî bi aşkereyî piştgiriyê didin vê yekê. Ocalan çend roj berê careke din mesajên xwe yên derbarê yekîtiya neteweyî de him ji Barzanî him jî ji Mam Celal ê ku hefteya çûyî ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê re, şand. Mam Celal bi tecrubeya xwe ya polîtîk a nêzikî şêşt salî him di nava Kurdan de, him jî li tevahiya Rojhilata Navîn rolekî lihevanîner lîstiye. Belkî îro kal û nexweş e. Bi pratîkî jî belkî êdî nakeve nava polîtîkaya aktîf. Lê bona yekîtiyeke di navbera partiyên Kurdî û pêkhatina Kongreya Neteweyî de dikane rolekî bi bandor bilîze. Ji xwe bi destketina Kerkûk û navçeyên din re Yekîtî (YNK) jî dikane pirsgirêkên navxweyî çareser bike û di polîtîkayên Kurdistanî de helwesteke bibandor diyar bike. Mam Celal û YNK divê bona yekîtiya neteweyî kar û barên girîng hilînin ser milê xwe û bandorê li ser PDK’ê bikin ku Kongreya Neteweyî di demeke nêz de bicive.
Naveroka mesaja birêz Ocalan girîngî û dîrokîbûna rolê Mam Celal pirr zelal radixe ber çavan: “Rewşa îro, liv û tevgera siyasî ya her çar beşên Kurdistanê mecbûr dihêle ku ji bo azadiya gelê me, em bi hev re bixebitin.” Ji bo bêwate û bêbandorkirina Peymana Lozanê divê yekîtiya Kurdan bi paşde neyê avêtin...
Lozan, yekîtî û Mam Celal
24’ê Tîrmehê roja salvegera Peymana Lozanê ye. 91 sal berê bi vê peymanê sînorên di nava her çar dewletên ku axa Kurdistanê parî hev kirine, hatibû zelalkirin. Kurd û Kurdistan bi qanûnên dewletî û navdewletî ve hat parçekirin. Paşê jî Kurd li her çar parçeyên welatê xwe wek xelkekî bêstatû, bi polîtîkayên qirkirin, înkarkirin û asîmîlasyonê re rû bi rû man...Peymana Lozanê heta îro bû parçeyekî polîtîkaya serdestên rojavayî ya wek ‘parçe bike û bi rêve bibe’yê. Bi vê polîtîkayê hemû nirx û hêjahiyên Rojhilata Navîn kirin malê xwe û Kurd û xelkên din ên herêmî di nava şer û pevçûnan de hiştin. Serdestan bi parçekirina Kurdan û axa wan re bûn sedemê jihevdûrketin û pevçûnên di nava Kurdan de jî. Tim û tim astengî li ber yekîtiya Kurdan hat derxistin, nakokiyên navxweyî hatin kûrkirin, rêxistinên Kurdî bûn dijminên hevdû û mixabin şerên birakujiyê jî hate jiyîn. Û di nava dehan salan de hestê neteweyî lewaz bû û Kurdistan di hiş û feraseta Kurdan de jî bû çar parçe!..