Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî di destpêka axaftina xwe ya ji bo ANF’ê de, hemû Kurdên li Bakurê Kurdistanê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr anî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bi hêrseke mezin şermezar kir.
Kerkûkî da xuyakirin, ku Kurd di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibe û anî ziman, ku ji ber dixwazin bi awayekî xweser bijîn, rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Kerkûkî ragihand, ku ev êrîş zîhniyeta rastî ya AKP’ê radixe pêş çavan û destnîşan kir, ku bi van êrîşan re bi awayekî zelal derketiye holê ti projeyeke AKP û dewleta Tirk a ji bo çareseriyê nîne.”
AKP dixwaze Kurdên xwe biafirîne
Kerkûkî bibîr xist, ku Erdogan siyaseta Osmanîtiya nû dimeşîne, xwedî armancên dîktatoriyê ye, lewma êrîş û komkujiyan dike û got, “Ji ber ku Kurdê xwedî vîn û rêxistinbûyî xizmetê ji armancên wî re nake, dixwaze Kurdekî xwe yê dikare ji her alî ve bikire biafirîne. Yên ku li hemberî vê derdikevin, rastî êrîşê tên. ”
‘Wê bi ser nekevin’
Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî da zanîn ku dewleta Tirk û hevalbendên wê di nava xeyalên pûç de ne û bibîr xist, ku di sala 1999’an de dema li hemberî Birêz Ocalan komploya navneteweyî hat meşandin, heman xeyal dihat kirin.
Kerkûkî ev nirxandin kir: “Bêguman dixwazin Lozanê ji nû ve pêk bînin. Lê belê di navbera her du deman de cudahiyên balkêş hene. Wê demê Kurd her çend hinekî zane û rêxistinî jî bûn, xwedî hêzeke cidî nebûn. Lê belê Kurd niha bi rêxistin in, xurt in, zane ne û ji dîrokê dersan derdixînin. Ya herî girîng jî li ser bingeha stratejiyekê tevdigerin. Rojava encama vê rastiyê ye. Li Başûrê Kurdistanê li qada siyasî kêmasî hene, di rêveberiyê de kêmasî hene, lê belê ya li vir destketiyek e. Li Bakur jî rewş hîn cudatir e. Îro konjontora herêmê guheriye. Rast e helwesta hêzên li herêmê heman e. Li pêşberî qetilkirina Kurdan bêdeng in, destekê didin lê belê ya esasî rewşa Kurdan e. Ya diyarker Kurd in.
Bala xwe bidinê; ji ber ku Kurd tevlî Cenevreyê nehatin kirin, hevdîtin bêencam man. Ev yek nîşan dide bê Kurd di kîjan astê de bi bandor û hêza diyarker e.”
Divê Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bike
Huseyîn Kerkûkî bal kişand ser bêdengiya Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî wehşeta dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û got, “Ji ber ku Başûrê Kurdistanê bi krîza siyasî û aborî re mehkûm kirin. Gelê li vê derê bi temamî bi vê re mijûl dibe. Lê dixwazim vê yekê ji gelê li Başûrê Kurdistanê re bêjim; Bêguman bila daxwaza mafên xwe bikin, di vî warî de têkoşîna xwe bidomînin. Lê belê divê ev jî were zanîn; Eger îro li vir û li Bakurê Kurdistanê heye, di vir de têkiliyeke nebaş û bêkontrol a hikûmeta başûr bi dewleta Tirk re roleke mezin dilîze.”
Kerkûkî bibîr xist, ku tevî hemû zor, zehmetî û astengiyan jî li Rojhilatê Kurdistanê gel piştgiriyê dide Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk dike û got, “Rojava jî li hemberî hemû êrîşan bi her rêbazî destek ji Bakurê Kurdistanê re tê dayîn. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê ji gel, ji hikûmetê û ji derdorên siyasî nerazîbûneke têrker nîne. Divê êdî gelê Başûrê Kurdistanê bi dengekî bilind xwedî li Bakur derkeve.”