Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke bi tevahî nû dest pê kiriye, taybetmendiya vê pêvajoyê naşibe ti dema berê ya dîroka 40 salan. Dewleta Tirk li hemberê daxwazên rewa û herî sade yên gelê Kurd karekter û pêkanînên faşizan nîşan dide, li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tînê û gelê Kurd bi berxwedaneke bi heybet bersivê dide vê faşizmê. Eger hemû şiroveyên li ser girîngiya vê berxwedanê û destketiyên wê ji bo demên pêş mirov li aliyekî deyne û taloqî demeke din bike, jî yekane rastî dîsa dimîne ku ji hemûyan girîngtir e, ew jî ew e ku berxwdana Bakurê Kurdistanê ji bo xweseriyê bûye sedema rakirina maskeya li ser rûyê AKP û ekîba Erdogan; jixwe ev destketina herî girîng e ji ber ku vê ekîba faşîst bi rûyekî din xwe nîşanê cîhan, herêmê û beşêkê ji Kurdistanê dabû.
Erdogan û ekîba wî ne tenê di asta herêmê de, êdî di asta cîhanê de teşhîr bûne û nakokî pirr bi zelalî di navberê vê desthilatdariya hov û hêzên navneteweyî de xûya dike, ka wê çi qasî din dirêj bike û gelo cîhan wê zêdetir çavê xwe li pêkanînên faşizan bigire, ne diyar e lê ez wer bawer dikim ku ev yek hinekî jî girêdayî rewşa hundirîn ya herêmê ye. Hîna jî boriyên nefesê yên vê faşizmê hene û hem sûdên madî û hem jî manewî digire. Hatinên petrolê ji herêmên cuda yên Rojhilata Navîn û derbasbûna wî di Tirkiyê re ji bo bazara cîhanê serdestiyek e ji bo rayedarên Tirkiye bi taybet piştî ku deriyên sereke ji alî şervaên YPG-YPJ´ê bi gitşî QSD´ê ve hatin girtin li Şengal, Hol û Girê Spî Tirkiye û hevkarê wê DAIŞ tengav bûn, Tirkiye ji bo koordînasyona hevpar li hemberê DAIŞ´ê belav bike pêlên koçberî li hemberê Yekêtiya Ewrûpa bikar anî û YE jî bi zêdeyî ketin bin bandora vê siyasetê. Niha yek ji cihên ku Tirkiye û faşizma wê li ser pê dihêlê mixabin rayedarên Hikûmeta Başurê Kurdistanê ne. Ev demeke ku li ser teqandina xeta lûleya petrolê ya Ceyhan-Kerkûkê rojeva xwe sekinandine. Her kes baş dizanê ku ewlekariya boriyên petrolê di nava erdên Bakurê Kurdistanê de li gorî lihevkirinan ji berprisiyariyên Tirkiyeyê ye, her zirarek, nexasim çalakiyeke bi destê komeke çekdar - ev kom kî dibe bila bibe - zirarê madî wê ji aliyê Tirkiyeyê ve werê dayîn, bandora wê ya siyasî û madî ji bo Tirkiyeyê, ne ji bo Başurê Kurdistanê lê niha ev teqandina boriye petrolê çawa tê lansekirin ji alî PDK û hîn kesan û çawa tê nîqaşkirin? Çapemeniya PDK´ê û hin kesên din dibêjin teqandina lûleya petrolê karekî teroristî ye. PDK ji wê jî zêdetir gava xwe diavêje û li ser çalakiya Enqerê narazîbûnê nîşan dide û alîkariya bi her rengî nîşan dide, li gorî hin çavkaniyên Hikûmeta Başûr rojane ji petrola tê firotin di ser Tirkiyeyê re 79 milyon dolar qezenca wê heye. Eger wisa ye çima ev 6 meh in karmend û mamoste bê mûçe ne? Kesên mîna Alî Heme Salih ê ji Tevgera Gorran û Şêrko Cewdet ji Yekgirtûyê Îslamî vê çalakiyê ku hîna jî HPG´ê negirtiye ser xwe weke pêkanîneke terorîstî dibînin, bêyî ku bi xwe bihisin ku bûne lûleya nefesê ya vê faşîzma AKP´ê li Bakurê Kurdistanê û li aliyê din bûne stûna antî-demokratîkbûna PDK´ê û bi vê nêrînên xwe yên çewt dixwazin xweliyê bikin çavê gel, li hemberî hemû pêkanînên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bêdeng in.
Karmend û mamosteyên li pirr cihên Başûrê Kurdistanê di gireva kar de, dibêjin “Petrol û gaza ku hûn dişînin Tirkiyeyê dibe bomba û bi ser gelê me de, ne tenê li Bakur lê rojane bi ser gûndên me li Başûrê Kurdistanê de dibarin”.
Lê divê were zanîn, eger mesele teqandina lûleyên petrolê nebana kî dizane rojane 79 milyon dolar wê zirar hebûya yan na; gel hingê pirs dike ev pere li ku derê ne? Petrol û gaz, firotin û şandina derve ji bo xizmeta gel nebe, wê her ew kêlî were ku ne komeke çekdar lê belê gel wê biteqîne. Çawa ku li Çemçemalê çavkaniyên gazê şewitandin û li ser riya Başûr û Rojhilat rêya hatin û çûnê li ber tankeran asê kirin. Şîrovegerê siyasî Niyaz Hamid dibêjê “Gerîla xwedî li Gelê me li Başûr derdikeve, me ji DAIŞ´ê diparêzê, eger Gerîla jî ev çalakî kiribe wê demê aşkere kiriye ku hatinên petrolê çi qasî di asteke bilind de ne”.
Ew vê şîroveya xwe bi daneyan rohnî dike û dibêjê, "Eger mîna ku endameke PDK´ê dibêjê, teqandina boriyê rojane zirareke 79 milyon dolar e, eger yek varîl wê bi 36 dolar be, pereyên di 240 rojan de dike 18 milyar û 565 milyar dolar, ev pere li ku dere ne, çima ev pere venagerin li gel? Her propagandaya li ser teqandina vê boriyê bo xepandina gel e û alîkarîdana AKP´ê ye û hûn jî diz û eger hûn vî pereyî venegerînin li gel hûn jî mafyayên petrolê ne.”
Belê, petrol û gaz niha ne ji bo gel bûye nihmet, lê bûne nefret, bûne boriyên nefesê ji bo faşîzmê. Mixabin ya ku AKP jî li ser piyan dihêlê ev boriyên petrolê ne û siyaseta li pişt van lûleyan e.