Mehmet Baysal yek ji wan pedagogên Kurdistani û ji mêj ve li Elmanyayê dijî ye. Di salên 2000’î de li ser sêwirandineke guncawtir ji bo malbat û zarokên wan ên li  bajarên mîna Frankfurtê kozmopolît, dihizire. Sala 2007’an bi înîsiyatîfa wî, Komeleya ji bo Hîndekarî, Perwerde û Întegrasyonê (EBI-Veren fuer Erziehung, Bildung und Integration) tê damezrandin, ku bi xwe bar hildigir ji bo projeya damezrandina dergûşxane (kreş) û baxçeyên zarokan.

Baysal dibêje, dema wan dest bi projeyê kir, armanca wan li aliyekî azadiya zarokan bû û li aliyê din jî leza taybet ji bo zarokan a geşedana bedenî û zihnî li ber çavan bigirin. Ango di dergûşxane û baxçeyên zarokan ên EBI’yê de, bernameyeke hişk ji bo zarokan nayê amadekirin. Li şûna wê her zarok li gorî şarezatiya xwe ya û li gorî meylên xwe tê teşwîqkirin, hewl tê dayîn ku weke ferd baweriyê bi xwe bîne û fêr bibe ku li devera ku azadiya wî sînorên azadiya ferd û mirovên din binpê dike, bi dawî dibe.


Naskirina ‘xwe’ ya zarokan

Aliyekî din ê girîng ê konsepta pedagojiya EBI’yê ew e ku miameleya xebatkaran bi hev re û miameleya bi zarokan heta ku mumkin e, bi awayekî demokratîk tê birêvebirin. Li vir em li zehmetiyên ku koçber û zarokên wan bi wan re rûbirû dibin vegerin û girîngiya vê konseptê ji nû ve destnîşan bikin. Dema zarokeke ji malbata koçber diçe, dergûşxane yan jî baxçeyekî zarokan, pirrî caran ew yekem car e ku li derveyî malbata xwe bi rastiyeke nû re rûbirû dibe, dinyayeke din di dinya wê zarokê de hêdî hêdî cihê xwe digire. Lê bifikirin, heger ew zarok nikaribe bibe xwe (xwebûn), nikaribe ferdbûna xwe bi taybetmendiyên xwe yên heyî, bi pêş bixe û geşedaneke durist û bi sihet  a fizîkî, zihnî û derûnî li ber xwe deyne, zextên mezin lê dibin, heta bi rengekî înkara wê zarokê ya heta hingê xwe li ser ferz dike û divê ew ‘xwe’yeke din biafirîne. Bêguman ev pêvajo wê yeke ne hêsan be û li ser zarokê tesîrên mayinde jî bihêle ku dikarin tevahiya jiyana wê dewam bikin.

Baş e, dema ku miameleya bi zarokan re bi, miameleya perwerdakar, xebatkar û mamosteyên dergûşxane re û baxçeyên zarokan bi hev re, demokratîk be; û miameleya zarokan a bi hev re jî bi awayekî demokratîk were teşwîqkirin hingê ne mumkin e ku ev tesîrên neerênî yên li ser zarokan werin astengkirin. EBI û dergûşxaneyên wê, bi vê îdîayê radibin û ne bi tenê ji bo koçberan ji bo tevahiya zarokan tecrûbeyeke bi vî rengî, li gorî Mehmet Baysal baweriya bi xwe û bi kesayeta xwe ya zarokan teşwîq dike.   

Di danasîna konsepta EBI´yê de birêveberiya dergûşxaneyê weke “hiyerarşiya” ufqî (pan) tê danasîn û behsa wê dike ku du kes birêveberiyê pêk tînin ku bi xwe jî dibe hevbirêveberî. Hem di nava komeleyê de û hem jî li dergûşxane û baxçeyên zarokan tevahiya rêveçûnan weke xebat û rêveçûnên komî (team) tên bi navkirin. Herçî hiyerarşî, ne weke qebûlkirin û rêzgirtina rola pê kesek radibe, tê dîtin û miameleya bi hev re her li ser esasekî wekhev e. Bi vî awayî tevahiya pêvajoyên pedagojîk û tedbîr bi komî tên minaqeşekirin û biryar li ser wan tê dayîn.


Dewra neerênî ya zorê

Ji ber ku zor tesîreke neerênî li zarokan dike, ev jî mijareke sereke ya konsepta pedagojîk a EBI’yê ye. Hem zora mamoste, perwerdekar û xebatkar bi kar bînin û hem jî ya zarok li dijî hev bi kar bînin, nayê erêkirin. Bi vî awayî zora xwarinê, razanê yan jî tiştekî din ku zarok naxwazin li wan nayên kirin. Qêrîna bi ser zarokan de, giştîkirin û gunehbarkirin her wiha ji wan xalan in ku di vê konseptê de bi ti awayî qebûl nabin. Biryarên li derveyî komê û bi serê xwe jî weke zorê tên dîtin û nayên qebûlkirin, pê re ji lidervehiştina kesekî nabe ku bibe.

Ji bo ku ev konsept karibe birêve biçe hin tedbîr û qaîdeyên qaîşokî û hinên hişk divên. Ji van ya herî bivênevê civînên komê û birêveberiyê yên birêkûpêk in. Di pêvajoyên biryardayînê de kom bi awayekî diyarker tevlî pêvajoyê tê kirin. Rexne bi awayekî eşkere têkirin û pêşniyaz jî timî bi awayekî erênî tên pêşwazîkirin. Li aliyê din perwerdekirina dewamî ya ferdan û ya komî ji bo mamoste, perwerdekar û xebatkarên EBI’yê bivênevê ye. Baweriya bi hev û destûrdayîna pirrengiyê di nava yekbûna komê de divê werin misogerkirin.

Dê û bav heta dema dergûşxaneyê, ew kes in ku zarok bi wan dinyayê nas dikin. Ji ber wê di jiyana zarokan de cihekî gelekî girîng digirin. Bi vê hizrê û bi wê hizrê ku zarok her cara diçe dergûşxane yan jî baxçeyê zarokan weke ku biçe rêwîtiyeke his dike û jê piştrast e ku her car wê vegere wî erdê ewle ku malbat, dê û bav e. Ji ber ku zarok hîna di warê xwe îfadekirinê de sînordar e, di karê perwerdekaran de têkiliya ji nêz ve a bi dê û bavan re gelekî girîng e û ji ber vê jî divê ev têkilî elaqedarî hisa ewlebûnê û bi xwe baweriyê were xurtkirin.


Ziman û pirrzimanîbûn

Di konsepta EBI de ziman û fêrkirina ziman girîng in. Nexasim têgihiştin û naskirina pirrzimanîbûnê ji bo zarokan, teşwîqkirina derfetên pirrzimanîbûnê di vê konseptê de, cihê xwe digirin. Ji ber ku ne proje û ne jî konsept duzimanî ye, di meseleya pirrzimanîbûna zarokan de EBI dê û bava teşwîq dike ku bi zarokan re bi zimanê dayikê yan jî malbatê bipeyivin da ku pirrzimanîbûna zarokan misoger bike. 


Trawma û koçberî

Ji ber ku tevahiya dergûşxaneyên EBI’yê li Frankfurtê ne û li Frankfurtê rêjeyeke bilind a koçberan heye, bivênevê pirsa, dema zarokên trawmatîk re rûbirû dibin, çawa tevdigerin, dibe pirseke girîng. Birêveberê komeleyê û înîsiyatorê konseptê pedagog Mehmet Baysal dibêje, dema ku perwerdekar di miameleya bi zarokê de pê dihise ku tiştekî bi pirsgirêk heye, di cih de radigihîne û EBI hewl dide alîkariya profesyonel ji derve ve temîn bike, lewma ew ne terapoyt in û bêyî terapoytekî miameleya bi zarokên trawmatîk re dikare, rê li ber zerarên mezintir veke. 

Birêveberê EBI´yê û înîsiyatorê wê Baysal derbarê serketina konsepta xwe de jî dibêje, dema ku wan sala 2009’an dest bi projeyê kir bi dergûşxaneyekê, di nava demeke kurt de destûr ji Wezareta Perwerdê ya Eyaleta Hessenê girtin û karîbûn di 2012’an de dergûşxaneya duyem û îsal jî dergûşxaneya sêyem vekin. Sedema vê jî ew e ku ji bo zarokan encamên bi destketî îşaret bi konsepteke serketî a dergûşxaneya dikir. 


Pêkanîna konseptê li Kurdistanê

Weke birêveberê Komeleya EBI, Mehmet Baysal dixwaze konsepta xwe li Kurdistanê jî pêk bîne. Ji bo vê jî hewldanên destpêkê kirine, û lê dinihêre ka li Mêrdîn û Diyarbekirê li kû derfetên afirandina van dergûşxaneyan hene. Mehmet Baysal li ser navê EBI’yê têkilî danî bi şaredariyên li Kurdistanê ên wekî Mêrdîn û Diyarbekirê û ji xwe re kiriye armanc ku vê perwerdeya zarokên piçûk a dûrî hiyerarşî û bernameyên hişk, a ku azadiya zarokê li navendê datîne û hewl dide di birêveçûna dergûşxane û miameleya bi zarokan demokratîk be, li Kurdistanê teşwîq bike. Ji bo bipêşxistina vî şêwazê nihêrîna li zarokên piçûk jî dixwaze vê fikrê beriya hertiştî belav bike.