Efsane û rîtuel, mît û rêûresm di avakirina civakan de weke ku xwedî dewreke esasî bin, tên nirxandin. Fikra ku dibêje, efsane di avakirina nasnameyên cihê de bi roleke grîng radibin, nû nîne. Herçî ew fikr e ku civak xwedî destpêkeke jenaolojîk in û di nava endamên civakê de girêdaneke ji vê destpêkê heye, ji xwe îdîa dike ev efsane, mît û rêûresm gotin yan jî nivîsandina dîrokê ne. Nexasim jî sedsala bihurî di warê têgihiştina dewra zimên li ser gihiştina di dinyayê de bû şoreşek (linguistic turn); girêdayî wê bipêşketina analîza peyvê/nîqaşê (bi maneya tevahiya bikaranîna zimên û axaftinê di nava çarçoveyên civakî de) destûr da ku mirov bi awireke nû li dewra zimên û formên taybet ên zimên (speech acts) di avakirina civak û nasnameyan de binihêre. Em ê jî di vê nivîsê de li dewra mît û rîtuelan di avakirina civaka/ên “kurdî” de binihêrin.
Di navbera xeyalî û rastiyê de civak
“Civatên xeyalî” piştî ku Ernest Gellner sala 1964’an behsa wan kir, di salên 1980’yî de bi pirtûka Benedict Anderson a bi navê “imagined communities/civatên xeyalî” veguherî têgeheke bi tesîr. Tişta jê re analîza peyvê (discours analysis) û teoriya peyvê (discours theory) tê gotin bi Foucault û Derida di nava civaknasiyê de tesîreke mezin kirin û pirr alîkar bûn ku em îro hêsanîtir li avabûn û xebitîna civakan serwext bibin. Civatên xeyalî weke têgeh îşaret bi wê yekê dike ku etnisîte, netewe û yekeyên din ên civakî di rastiyê de xeyalî ne; dîrokeke wan bi hev ve girê dide yan jî berjewendiyên wan ên ku ew qaşo bi wan dizanin nînin ku dikin ew civakekê pêk bînin, lê belê baweriya ji van tiştan e ya ku wê civakê ava dike. Dewra sembolên zimanî, efsane, mît û dîroka lihevhatîanîn û çêkirî ye. Ji ber wê jî civakên pêk hatî ne xwedî sedemeke rasyonel a mirov dikare fêm bike ye, ew xeyalî ye, xwe disipêre fiksiyoneke yan jî konstruksiyoneke civakî.
Di fikra xwe ya ji bo baştir têgihiştina li vê yekê jî Anderson li sembolên herî bikêrhatî yên netewe dinihêre, ango li gorên rûmetê û gorên eskerên meçhûl. Li gorî Anderson ev sembol ji ber wê yekê evqasî bi kêr tên û xwedî tesîr in, ji ber ku yan ti kes nizane ka kî di wan goran de ye yan jî ew gor bi temamî vala ne. Ango çawa ku ji civaknasên navdar ên destpêka sedsala bihurî yê elman Max Weber gotî, netewe û nijad xwe disipêrin peyvên ji maneyê vala, gorên rûmetê û gorên eskerên meçhûl jî li gorî Anderson vala ne û ji ber wê jî bi kêr tên. Helbet hem Weber û hem jî Anderson berê awira xwe didin “netewe” dema van gotinan, dikin lê belê ji bo wan civak bi giştî jî bi heman şêwazî ava dibe. Anderson ê ku bi temamî li gorî ekola postmodern bingeha fikra xwe datîne, di her tiştê de konstrukteke civakî, bi manebarkirinên zimanî peydabûna rastiyên mirov tê digihijin fêm dike.
Lê Andrew D. Smith bixwe pêşengiya ekola etnosîmbolîzmê kir ku di lêkolîna netewe de girîngiya sembol, mît, nirx û rêûresman derxist pêş. Wî ne bi tenê rexne li modernîzmê girtin ku fikra kevnarbûn û ji mêj ve hebûna netewe derdixist pêş, wî di heman demê de rexne li postmodernîzmê jî girtin, ji ber ku wê di her tiştê de konstruktên civakî didîtin. Ji bilî grîngiya sembolan, Smith her weha cihêbûna etnîsîte û netewe jî derdixist pêş û etnîsîte (ne bi maneya hişk û teng a antropolojîk, lê weke yekeyeke civakî ku mirov texeyul dikin heye) bi rengekî weke bingeheke netewe didît (heta ji bo neteweya emerîkî jî). Li gorî Smith mîtolojî, rîtuel, wêjeya devkî bi giştî kewarek in ji bo elîtên dixwazin netewe ava bikin û ew ji vê kewarê tişta ji wan re divê û bikêrhatî dineqînin.
Dema em berê xwe didin van hizrên li ser nasnameyên civakî (nexasim jî etnîk û neteweyî), em dibînin ku di tevahiya wan ên postmodern û rexnegirên wê de sembol (dîrokî, mîtolojîk, efsaneyî, rîtuelî û rêûresmî) hîmeke ji bo avakirina nasnameyan û li vir ez peyva avakirina nasnameyan jî qebûl dikim ku ji bo bikaranîna me di vê gotarê de li cih e. Baş e, di nasnameya/ên Kurdî de sembolên çawa ji bo çi hatine bikaranîn? Rîtuel û efsaneyên di nava civakê de bi dewra avaker ji bo nasnameya wê radibin hene? Heke hene ev çawa dixebitin?! Ji bo bersiva van pirsan mirov berê xwe bide civaka serdema me ya pirranî bajarî û civaka beriya demeke kurt û têkiliya di navbera herduyan de binirxîne wê bikêr were ji bo bersivdayîna pirsên jor.
Ji nû ve hûnandina maneyan bi rîtuelên nû
Mît yan jî efsaneyeke destpêkê ya miletekî yan jî neteweyekê (yan jî her şewaz yekeyên civakî) ji bo weke civak bikêrhatin û xebitîna miletî yan jî neteweyê yek ji esasan be, hingê di repertuwar yan jî paşxana civaka/ên Kurdî de çi heye ku bi kêra avakirina van nasnameyan were? Bawer dikim her kes li ser bersivê hemfikr e, dema ku bersiv mîta Newrozê be. Mîta Newrozê li dor rêûresma sersalê hatiye avakirin. Destpêka wê diçe heta bi civakên neolîtîk ên destpêkê yên ku bi tevahî girêdayî çandiniyê bûn. Ji bo wan dewra salê heyatî bû. Erda çandî û bereketa wê bi dewra salê ve girêdayî bû. Şahî, dewlemendî jî, xela û felaket jî elaqedarê wê bûn. Ango ji bo barkirina maneyên pirrengî yên sersalê (weke Newroza destpêka biharê) her tişt heye: dawiya zivistanê ku zexîre û qûtê salê kêm dibe yan jî namîne sedema tirsê ye, lê destpêka biharê jî hêvî ye ji bo sala li pêş a bi bereket. Dirêjkirina zivistanê yan jî dijwarbûna wê ber bi dawiyê ve dikarîbûn ji bo tevahiya civakê veguhere felaketeke mezin, lê di wextê xwe de hatina biharê, baranê û jiyanberbûna xwezayê jî dikarîbûn bibin sedema dewlemendî û xweşiyê. Jixwe ji ber wê jî Newroz (li pirraniya deveran bi tenê [ji gelek sersalan] sersal[ek]) navek jî be rêzek rîtuelên din, bawerî û maneyên din lê barkirî ne û ji navekî û wê de ye. Herçî nav in (weke sîgnîfîkant) ne statîk in û li gorî maneyên civakî yên li wan tên barkirin di nava herikekê de ne. Wê herikê kiriye ku Newroz weke komeke rîtuelen binê salê û serê salê di nava civakê de cihê xwe bi navên cihê bigire.
Qet şik û goman têde nîne ku dawiya zivistanê û rojên zîpa di vê teqwîma rîtuelan de xwedî dewreke sereke ne. Weke rojên dawî yên zivistanê û rojên destpêkê yên biharê di nava Kurdan de tên zanîn. Rojên Hamaspathmaêdaya di rêûresmên kevn ên Îranî de dikarin aliyê ayînî û rîtuelî yên van rojan hêsanîtir bi me bidin fêmkirin. Di Yaşta sêzdehan a Avestayê de ku weke Yaşta Fravaşî tê nasîn, behsa deh şevan tê kirin ku Fravaşî (rihên pêşiyan) tên dinyayê. Li vir wê ne şaş be mirov bi girîngî îşaret pê bike ku Yaşt bi pirranî wê beşa Avestayê pêk tînin ku metnên wê ji beriya Zerdeşt in. Ji bo van deh rojên ku Fravaşî li dinyayê ne, peyva Frawardîgan ango rojên Fravaşî tê bikaranîn. Xelk van rojan dixwaze rihên pêşiyên xwe bi valakirina malan, amadekirina cilûbergên paqij û amadekirina xwarin û şîr ji xwe razî bike. Ev roj rastî deh rojên dawî yên teqwîma îranî ya kevn tên. Ango rojên zîpa jî kêm û zêde rastî vê demê tên.
Çarşema dawî ya sala Îranî ango çarşema beriya Newrozê, çarşembe sûrî ye. Li gorî adetên heyî, şeva vê rojê mirov diçin serê banan, agir dadidin û di ser wî agirî re diqevizin û dibêjin, heyva Sefer (meha dawî ya teqwîma Îranî) derbas bû û felaket jî pêre. Ev roj di rêûresma Kurdî de (Tor û Hekarî) weke çarşema sor tê nasîn.
Di rîtuelên Kurdî de hîna jî maneyên dijberê hev li çarşeman û nexasim jî li çarşema sor û çarşema reş tên barkirin. Heman maneyên dijberê hev û nakok li zîpa jî barkirî ne: Dawiya zivistanê ya ku dikare dijwar be û bibe sedema felaketekê (weke xelayê, nemana zad û qût û tiştên bi vî rengî) û destpêka biharê ku ruhhatina bi bedena dinyayê bi xwe ye (reng, xeml, bereket û wekî din). Beriya çarşema sor jî çarşema reş heye. Van herdu rojan jî li Botan û Torê xelk ji malên xwe derdikevin, diçin seyranê. Mana li hudurê malan weke bêqidoşiyê tî dîtin, dikare rê veke li ber pêkhatina felaketan. Li vir em girêdan û peywendiyên di nava hev de hûnandî yên civaka çandiniyê, fikra wê ya gihiştina di dinyayê de û ayîna wê dibînin. Jixwe bi beriya mehekê destpêkirina rîtuelên elaqedarî Newrozê nîşan didin ka ji bo civakên Kurd ên beriya bi sedsalan çawa ev dema salê heyatî ye. Li bajaran jî cihê Newrozê çiqasî ayînî be (dadana agirî pîroz) ewqasî jî ji bo hevdîtinên civakî derfetek e (binihêre li hevdîtina Mem û Zînê di efsaneya Memê Alan û di berhema menzûm a Ehmedî Xanî de).
Newroz û efsaneya Kawayê Hesinkar
Heke wisa ye, ji bo çi îro em van aliyên Newrozê û çarçoveya pîrozkirina Newrozê weke girîngtirîn dema salê di jiyana civakên Kurd ên beriya modernîzmê de nabînin û her wê li dora efsaneya Kawayê Hesinkar digerînin. Gelo ev ji xwe re wisa li hev hatiye? Dema ku mirov li dîroka tevgerên siyasî yên Kurd binihêre û bibîne, tevgereke siyasî ya bi heman navî jî hatiye damezrandin, hingê wê rast nebe mirov vê weke ji xwe re li hev hatî binirxîne. Kawayê Hesinkar dibe figurek ku nasnameyeke neteweyî lê tê barkirin (ew beriya hertiştî Kurd e), ew di heman demê de dibe qehremanekî neteweyî (rizgarkirina Kurdan û tevahiya miletêb deverê ji zilma Dehaqî). Di heman demê de maneyên nû yan jî cihê li efsaneya Newrozê jî tên barkirin: êdî ew gotina serhatiya pêkhatina neteweya Kurd e. Dema ku ev maneyên nû cih û şûna mane, rîtuel û rêûresmên beriya xwe digirin rastiyeke nû diafirînin û ev rastî jî gihiştinên nû yên li dinyayê îfade dikin. Ew di heman demê de îdîa dikin ku ev mane timî hebûn û rastî her ev bû. Gelo, divê ku ev yek bivênevê bi vî awayî biqewime? Helbet na; lewma timî rêûresmên alternatîf ji xwe re kanalan peyda dikin û dikarin maneyên alternatîf zîndî bikin.
Ji ber wê yekê di nava Kurdan de em rasta gelek “sersalan” tên. Ji bilî Newrozê û Çarşema Sor, peyva “Sersala Kurmancî” di nava gelek civakên Kurd de belav e. Ev sersala mîladî bêgoman îşaret bi hevbandorkirina civakên Kurd û yên Ermenî, Suryanî, Kildanî (ku mesihî ne) dike. Lê belê dîsa jî fikra “serê salê û binê salê” îşaret bi heman fikra sersalê ya Kurdan dike ku maneyên nakok di nav xwe de dihewîne. Dîsa rîtuelên weke “Pîrê Salê” ku sala derbasbûyî bi gewde dike û “Bûka Salê” ku sala nû bi gewde dike, xisletên avakirina Kurdî ya rîtuelan dike.
Rîtuel û manebarkirinên alternatîf
Heke ji bo civakan hîmê avakirina wan, avakirina wan fikr û maneyan e ku nasnameya wan bi gewde dikin, hingê nasnameyên gelêrî bi gotina Smith kewarên bi kêr hatîne ji bo avakirina maneyên nû. Lê belê manebarkirinên neteweperest bi destê elîtên netewe-afirîner heta îro bêhtir rê vekir li ber peydabûna civakên rehet tên birîvebirin. Fikra ziyaretên modern bi navê gorîn eskerên meçhûl jî bi vî awayî dixebite. Lê li hemberî ve afirandina qehremanên li ber xwe didin ên nasnameyên cihê jî têra xwe serketî ne.
Bi ya min, heke çînên serdest, dewlet û kirdeyên din ên hegemonîk dikarin maneyan li peyv, efsane, rîtuelan bar bikin, hingê nasnameyên cihê ku di warê civakî û çînî de bi pirranî bindest in, divê karibin maneyên alternatîf li wan bar bikin. Ev maneyên alternatîf dikarin xwe bisipêrin rabihuriyekê û rêûresmên nifşên bihurî yên ku civak û jiyana xwe manedar dikirin. Jixwe yek ji rêûresman e di wêjeya devkî de ku bi form û formulayên (koma peyvan a sembola tiştekî) heyî, rewş û tiştên nû îfade bike. Ev rêûresma li xwe heyirî namîne, şerên şûrûmertalan ên rabihuriyê dike şerê kozikan ê serdema me. Heke wisa ye, çima em civaka xwe bisipêrin rêûresmên xwe, nasnameya wê bi efsane û rîtuelên wê ji nû ve ava nekin!
Peyv di warê maneyê de herikbar in; û ev peyvên ne statîk û herikbar jiyana me û civaka me manedar dikin. Azadiya me jî di vî warî de di hunera me ya manebarkirinê de ye. Lewma heke em dikarin maneyên xwe avabikin, em civaka xwe û jiyana xwe ava dikin. Ji bo avakirina civakan û maneyên civakan ava dikin, rîtuel bi dewreke diyarker radibin. Hingê jî ayîn, rîtuel, mît û efsaneyên civakê yên heyî ji bo parastina nasnameya civakî û pirrcurebûna civakî bivênevê ne.