
Wêjeya ji bo zarokan yan jî wêjeya zarokan ne mijûliyeke nû vedîtî ye. Ew ne bi Jules Verne û berhemên wî yên klasîk destpê dike, ne jî bi pirtûkên dersê yên ji bo zarokan amadekirî, tevî helbest û çîrokên ji bo zarokan. Berevajî, îro li ber destê me bi hezaran berhem mane ku koka wan heta bi destpêka şaristaniyên serdemên kevin dihere. Çîrokên gelan, qismekî mezin ji bo zarokan hatine sêwirandin.
Lê belê ev berhemên afirîneriya devkî hemû ne bi heman armancê hatine afirandin. Pareke mezin a van berheman û cureyên wan ên taybet dîdaktîk in; armanca wan ew e ku hin tiştan fêrî zarokan bikin. Ev fêr kirin bi rêya vegotina edebî ya tecrûbeyên bi rastî yan jî tesewirkirî ye. Mirov ji Kurdiyê mînakekê bide, ya herî pêşî were bîra mirovan wê bibe Şengê û Pengê. Şengê û Pengê du karik in ku dayika wan diçe zozanan û bi tena serê xwe li malê dimînin; ji ber vê yekê tevahiya çîrokê weke şîretekê hatiye sêwirandin û li gorî vê yekê jî temayên weke "biya mezinan kirin", "bi xerîban nexapîn", "baldar û haydarbûna li hember tehlûkeyan", "hewîna di stara malê" de derdikevin pêş ku bi cezakirina gurê xirab û rizgarkirina karikên bêguneh bi dawî dibe. Di nava çîrokê de bi rengê nîv-menzûm du beş jî hatine bicihkirin ku qîmetê wêjeyî bêhtir lê bar dike.
Herçî nivîs e, wêjeya ji bo zarokan xwedî dîrok û rabihuriyeke din e ku ez ê pê danekevim, lê ez ê behsa destpêka wê ya di perwerdeya li medreseyên Kurdî de bikim. Nûbihara (Nêbihara/Nûbara) Biçûkan, bi ya min di vî warî de weke gaveke girîng a yekem dikare were nirxandin. Ango mirov rahêje Nûbihara Biçûkan, wê weke ferhengeke Erebî-Kurdî binirxîne, yan jî weke ferhengekê ku dixwaze Erebî fêrî zarokên Kurdîaxêv bike, bibîne, ev ê kêm be. Ji vê û wê de ev ê şaş jî be.
Lewma, ev berhema ku nivîskarê wê Ehmedê Xanî ji bo wê dibêje, "Ne ji bo sahib rewacan, belkî ji bo biçûkê Kurmancan" ji rêûresmeke kevin a ferhengçêkirinê tê ku bi hêza helbestê ziman fêrî mirovan dike. Dibe ku li bîra hinan ji me mabe, dema me di zarokatiya xwe de digot, "'eşek' ker e, 'sarı' zer e" û bi vî rengî ji xwe re li hev dianî. Me ne tenê ji xwe re li hev dianî, me bi cureyekî edebî xwe fêrî zimanekî dikir. Ha ev terz berê jî hebû, ango ne vedîtina seydayê mezin ê Kurmanciyê Ehmedê Xanî ye.
Ev terza fêrkirina bi rêya jiberkirinê, di nava miletên rojhilata navîn de kevin e û ji ferhengên Erebî-Erebî yên yek zimanî heta bi yên Osmanî-Farsî-Erebî yên pirzimanî di nava xwe de dihewîne. Ji bo jiberkirinê hêsan bike amûra sereke ya hatî bikaranîn kafiye û wezn in. Ango nivîsa menzûm weke amûreke fêrkirinê ya sîstematîk hatiye sêwirandin. Ya balkêş ew e ku ev rêbaz û ev terz ne bi tenê ji bo zarokan belê ji bo mezinan jî hatiye ceribandin.
Di rêûresma ferhenga menzûm de Xanî
Bi qasî mirov dikare di nava nivîsê de li mînakên wê bigere, xwediyê yekem ferhenga bi vî rengî ya Reşîduddîn Vatvat ê Îranî ye ku sala 1182’yan wefat kiriye*. Ibn Mu‘tî yê sala 1231’ê wefat kirî jî ferhengên Erebî-Erebî bi rengekî menzûm ji nû ve nivîsîne. Di dema Osmaniyan de jî çend ferhengên bi vî rengî hene ku balkêş e ji bo fêrkirina zarokan hatine nivîsandin û sêwirandin. Ji bo mirov li ber hev bigire, mirov dikare behsa Luğat-i Ferîşteoğlu bike ku sala 1392’yan hatiye nivîsandin û li medereseyên Osmanî weke kitêba dersê dihat xwendin. Di wir de Ferîşteoglu ji bo armanca nivîsandina vê ferhenga menzûm a du zimanî dibêje "Oğlim oğli Abdurrehman luğat okumağa yaklaşti, ben de anâ yâdigâr bir risale nezm itdum."**
Xanî jî weke Ferîşteoğlu ji bo biçûkan nivîsiye, bi wê ferqê ku wî ne ji bo zarokên xwe, lê ji bo "biçûkên" Kurdan bi giştî nivîsiye:
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbehara Biçûkan danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkê Kurmancan.
Helbest e Nûbihar
Xanî di Nûbihara Biçûkan de ku ji 12 beşên ferhengî (2-13), beşeke destpêkê û beşa yekê ku hîna derbasî beşa ferhengê nebûye tê pê, hunera xwe ya nezmê bi awayekî jêhatî nîşan daye. Wî terza mesnewî, ango qafiyeya malikan a weke aa, bb, cc, … (di beşa destpêkê û beşa yekê de), terza xezal, ango qafîyeya aa, ba, ca, … (di beşên ferhengî de bi kar aniye, ne di beşa dawî de) bi kar anîne. Xanî di heman demê de wezna arûz jî di 13 beşan de bi kar tîne ku herî zêde jî em weznên recez (beş 2,4,5,10), hecez (beş 1,9,12) û remel (beş 3,7) li cem dibînin. Qafiyeya Xanî jî ji ya dewlemend heta a pirr bêje diguhere:
Da bi van çend reşbelekan
Li wan tebî‘et melekan (qafiyeya dewlemend)
Muellim bila dil wekî ber bitin
Divêtin ku şagird dilber bitin (Qafiyeya pirr bêje)
Perspektîfa pedagojîk a Nûbihara Biçûkan
Bi her halî Ehmedê Xanî ev berhema wêjeyî ji bo zarokan bi perspektîfeke pedagojîk nivîsandiye. Jixwe dema em berê xwe didin naverokê, rêbaza wî û sinifandina komên peyvan ên ku dixwaze wan fêr bike, em eşkere tê digihêjin ku berhem ne hema jixwerelêhato hatiye nivîsandin, lê belê weke kitêbeke cidî ya perwerdeya sîstematîk ango ya medreseyan lê hatiye hizirîn û bi wî rengî jî teşe girtiye. Ango perspektîfa pedagojîk beloq e: teknîk û rêbazên "ji nêzîk ber bi dûr ve", "ji hêsan ber bi zehmet ve", "ji ya tê zanîn ber bi ya nayê zanîn ve" ji bo fêrkirina mijarên malbat û ferdên malbatê, fîzyonomiya mirovî, flora, faûna, hejmar, rewşa hewayê, demsal, çek û amûr, maden, cilûberg, ontolojiya xwezayê û peyvên sereke yên cinsî bi awayekî hostane hatine bikaranîn. Mînakeke ji terzê ferhengê wê ji hezar gotinî bêhtir bi kar bê:
Zivistan şîta ye û havîn e seyf
Behar e rebî‘ û payîz e xureyf
Wêjeya devkî weke pêlikekê
Weke encam em dibînin ku ev terzê xwe disipêre fêrkirina bi rêya helbestê bi rengê jiberkirinê, cureyekî wêjeyî ye û şik û guman têde nîne ku Xanî bi vê xwestiye wêjeyê weke amûreke fêrkirinê bi kar bîne. Ev terz di nava civata Kurdîaxêv de devkî jî hebûye û muhtemel e ku terzê nivîskî tesîr li yê devkî kiribe, tevî ku berevajiyê vê jî mumkin e. Wêjeya devkî ya Kurdî di warê çîrokên dîdaktîk ên ji bo zarokan de xurt e û repertuara wê yêk ji yên dewlemendtirîn ên dinyayê ye. Ev dewlemendiya wêjaya devkî ya ji bo zarokan dikare bi adaptasyonên zimanî û pedagojîk ji bo dewlemendkirina wêjeya ji bo zarokan a bi Kurdi bi rola pêlikekê rabe da ku wê bigihîne qonaxên sêwirandinên ferdî yên wêjeyî ji bo zarokan.
* Binihêre li Kadri Yildirim. Ahmedê Xanî Külliyatı: Nûbehara Biçûkan, Weşanên Avesta, Stenbol 2008. r. 117.
* Kurê kurê min Ebdurrehman gihişt emrê xwendina zimanî. Min jî ji bo wî nameyeke menzum nivîsî. (Binihêre li çavkaniya li jor, r. 122)