
Di gotara performansên cûreyên wêjeya devkî ya Kurdan de dewreke balkêş a jinan heye. Nexasim nihêrîneke ji hev cihêker a li jinê heye ku li aliyekê di nava civakeke baviksalar de li gorî rêûresmêbûna wê ferz dike. Rewşên ne li gorî adet û rêûresman rûreş dike, yên li gorî wan jî bi pesindanê di nava vê gotarê de “çarmêrkî” li meydanê rûdinîne. Lê aliyê din balê dikişîne ser xusûseke din a di biwara jinê de; jin dibe zimanê gotinên aqlê selîm, dibe xwe dana der a rengê maqûliyetê. Gava mirov berê xwe dide şîretên maqûl mirov dibîne xwediyên wan jin in. Nexasim jî gava ev maqûliyet ji bo dawî anîna li şer û hevkuştinekê be, ya adet ew e ku jin wê bi gotinên xwe bi gewde bike. Gelo ew jina ku di nava formên li gorî adet û rêûresmên civaka nîv-feodal, têr baviksalar di nava qalibekî hişk de di nava gotara cureyên wêjeya devkî derdikeve holê, rola “jin” û “jinkok” li gorî vê lê tê barkirin, çawa di heman demê de dengê maqûliyetê ye? Yan jî çima ne mêr lê bêhtir bi vê maqûliyetê hatine gurçûpêçkirin û li vê meydanê hatine danîşan?
Ev pirsên hanê zehmet e ku mirov hema wisa bersiva wan bide, lê mirov dikare li şûn û delîlan bigere ku bikin em li sedemên vê yekê serwext bibin. Beriya her tiştê divê em vê gotarê ji gotara li ser jina Kurd a elîtên Kurd cihê bikin û wisa pê dakevin. Lewma gotara çêkirî ya elîtên Kurd ku di rastiyê de behsa jineke bajarî nake, behsa jineke civakeke gundî, nîv koçber, cotkar û sewalkar dike ku di şert û mercên xwe yên çiyayî de jî nikare şertên civakeke bajarî
bi cih bîne, di peywendeke modernîst de bi cih dike û ya rastî li ser wê hesaban dike û wê li bazarên van hesabên siyasî û jeopolîtîk difiroşe. Terîfa jinê ya di van gotaran de ne tenê şaş e, di heman demê de jî derew e û ji bo xapandinê ye. Ji ber wê ya maqûl ew e, em awira xwe di nava peywenda civaka Kurd ka ji rêûresmê û pêkhatina cûreyên wê yên wêjeya devkî de bidin vê gotarê.
Piştî zelalkirina vê yekê em binihêrin ka di nava cûreyên wêjeya devkî yên herî zêde ji bo vegotinê hatine qebûlkirin kîjan in û ev maqûlbûna jinê çawa tê de hatiye bicihkirin. Paşê mumkin e em bersivên mutemel jî bidin pirsa elaqederî sedemên derketina holê ya vê diyardeyê. Ew cûreyên vegotinê ku bi kulîsan ava bûne yê nîv “bi gotinî”, nîv “bi stranî” û carinan bi kulîsên rîtmîk, wiha diyar e ku siwarê herî baş ê vê meydana wêjeyî ye. Çi bi navê “dengbêjî” (kilam), çi bi navê “serhatî”, “qewl”, “şer”, “destan” û heta carinan “stran”, ev cûreyên hanê formulên vegotinê de cihekî taybet dide jinê; weke mînak destpêkirina vegotinê bi çavdêriyên jinekê (bi pirranî jin, dê, xwişk, keç, dergistî, hezkiriya qehremanê/n sereke ye) dikare bibe mînakek ji bo vê yekê. Yan jî diyaloga di navbera du jinên çavdêrê bûyerekê weke awayê vegotina wê jî di nava rêbazên vî cureyî de ye ku li aliyê xwe bi formulên peyvan û gotinan ve hatine girêdan û di nava wan qaliban de îcra dibin. Lê bi devê jineke çavdêr a bi rengekî ji rengan mexdûr vegotineke belav e, çawa ku Şêrîna dayika Memoyê kuştî di strana Dawûdê Dawud a ji Şengalê de li ser kurê xwe dinihurîne:
Şêrînê digo, Memo, lawo, pêjna Memê min nayê,
Bira serê kewê sor î sosinê jêkin,
Bigerînin li devê dayrê qehwocaxê bi Bexdayê...
Lê belê ev dewra ku weke rêbazeke hunerî ji bo vegotinê hatiye bikaranîn, nikare rave bike ka çima ew maqûliyet li jinê hatiye barkirin ku me di destpêka gotarê de îşaret pê kir. Weke mînak, di serhatiya Kela Qumrî de, keça Begê Berwariyan Hacî Axa, dema pê ilam dibe ku bavê wê dek û dolaban digerîne da ku Tiyarî û Zêbariyan bi hev bide şer kirin, vê şîreta “Çi silh û çi şer e, bavo bi mêranî bike”! Lê Hacî Axa wê guh neda keça xwe û di encamê de keça wî Qumrî ku Xan e, ji bo rawestandina şer xwe diavêje meydana kelê:
Koçka ay lê Qumriyê bilind e lê
De hay hay hoy koçka wêranê bilind e
De hay hay ehlê wê lê digerin bi şemal û finde
Wey lê Xanê xwe di derî de avête wey lê kolana gunde
Ev maqûliyeta hanê, muhtemel e ku xwe bisipêre rewşeke din a di nava civaka Kurd de belav. Divê mirov berê xwe bide wan “nirxên” ku weke “mêranî” tên bi nav kirin ku li gorî rêûresmê lixwedanîn, gav paş ve avêtin, tawîz dayîn, hewldana bi maqûliyetekê peydekirina çareseriyekê ji bo pirsgirêkeke şidetê ji aliyê vê mêraniyê ve bi ti awayî nayên qebûlkirin. Lê belê, heger alî hemû di nava civakê de xwe li mêraniyê bigirin, hingê di rewşeke şer û şidetê de, dema kêşeyeke di navbera du aliyan de bide der, ti dengê maqûl nîne ku karibe navbeynkariyekê, erê navcîtiyekê bike. Bi ya min divê mirov ji bo vê yekê li hin dewr û rolên jinê yên di rewşên şer de binihêre da ku elaqeyeke yeksertir di navbera van her du mijaran de deyne.
Di civaka Kurd a ji rêûresmê de ji bilî îstîsnayan, dema di navbera du aliyan de şerek heye, weke mînak şerê kozikan, hingê jin dikarin biçin kozikan û ka av e, ka xwarine pêdiviyên şervan û şerkeran bigihînin wan. Li aliyê din adeteke berbelav heye ku li gorî wê di rewşa şer de dema jinek çariya xwe ya spî li navbera du aliyan ango her du bendên şer bavêje erdê hingê agir tê birrîn, rê li ber silhekê, muzakereyên aştiyekê vedibe. Helbet, li vir jî her jin nabe, divê ev jin xwedî statuyek be, êdî dêya yekî ji aktorên şer e, jina wî ye, xwîşka wî ye yan jî bi rengekî din xwedî statuyeke civakî ye, ew li gorî cih û peywendê diguhere. Em li vir dibînin, ji bo ku karekî maqûl biqewime, derfeta jinê heye ku bêyî wî barê “mêraniyê” ku li ser mêran ferz e, bibe wesîle; heta carinan jî aktora pêkhatina aştiyekê, qet nebe muzakereyên ji bo aştiyekê.
Wê demê gelo em dikarin wiha hizr bikin ku di wêjeya devkî de jî wî barê “mêraniyê” yê li ser milên mêran ferz, derfet û destûr kêm dida mêran ku gotin û kirinên maqûl bikin, lê di heman demê de jî pêdivî bi maqûliyet û aqlekî selîm hebû ji bo serencama meseleya vegotinê. Ji bo çareserkirina vê yekê di cûreyên herî belav ên wekî şer, serhatî û yên weke wan bi kulîsên deng, şanogerî, mûzîkê û rîtmê avakirî, weke rêbazekê dengê jina maqûl muhtemel e derketibe pêş. Ji ber wê jî ew dengê maqûl ê ku timî hişyar dike, dibile di nava gotinên van cûreyan “meke bavo meke”, “bike bilezîne” û yên din...
