Payîz ji demsalekê û wê de ye. Ew yek ji îfadeyên demê ye ku herî zêde alegorîk tê bikaranîn. Ew ne tenê bi dewra dinyayê li dora rojê pêkhatina demeke salê îfade dike ku tê de di dewra jiyana li ser rûyê erdê de gelek tişt diguherin. Payîzê li gelek  mekanan û di gelek rasthatinan de xwe jê xilas nekiriye ku weke wê qonaxa beriya dawiya temenê mirovî were dîtîn. Ew bi rengekî ji rengan bi wan têgîn û îmajên di xeyala mêjiyê mirovî de hatiye qeydkirin ku timî bişibe “beriya mirinê”; ew mirina spî ya zivistanên çiyayî jî barekî girantir lê kiriye. Çawa ku bihar bi liv û lebateke kelecana destpêkirineke nû barkirî ye, payîz jî bi liv û lebateke dawiyeke nû barkiriye. Ango tevahiya hazirî, kar û barê payîzê amadekariyeke ji bo wê dema dijwar a zivistanê.

Ha ev rewşa barkirîbûnê dike ku payîz û fikra wê xemgîniyekê li xeyala mirovî siwar bike. Xemgîniyeke bilasedem nîne ev: Ji bo koçeran dawiya zozanên têr çêre ye; ji bo pez destpêka zivistana sar û kêm e; ji bo cotkar û gundiyan jî destpêka amadekariyên zivistanê ne ku xêrûbêrên havîn û payîzê wê tê de werin serfkirin. Destên koçerên li zozanan digihiştin hev ji hev qut dibe, keç û xortên li zozanan dikarîn hev bibînin, sozan bidin hev êdî xatir ji hev dixwazin. Ev rasthatinên hanê, bivênevê dibin beşek ji nihurandinên civakê jî.

Ango payîz bi şibihandina xwe ya qonaxa dawî ya emrekî, dike ku cureyekî wêjêyî yê devkî jî bi gewde bibe. Ev cureyê hanê ku weke Payîzok (payizok, pehîzok û hwd.) tê binavkirin, ne cureyek e ku bi tenê bi payîzê karibe were terîfkirin. Lê em bi gotinekê destpêkek xurt bikin, ev cure li herêmên Botan û Hekariya (qismî Behdînan) belav e û nexasim jî di nava koçeran de yek ji cureyên wêjeya devkî yên herî xurt û belav e.

Naxwe em bipirsin ka çi berhemeke wêjeya devkî dike Payîzok? Bêguman elaqeyeke çi dûr û çi nêzîk a payîzê bi Payîzoka re heye. Lê ev elaqeyeke çawa ye? Dema em berê xwe didin cureyên nêzî hev ên wêjeyî yên ku Payîzok jî yek ji wan e, em dibînin ku hemû di heman demê de cureyên muzîkî ne, û newa û melodiya wan di îcrakirina wan de diyarker e. Yanî, dema em berê xwe bidin van cureyan, nabe ku em aliyî muzîkê yê van cureyan jibîr bikin. Yek ji van cureyan xizêmok e ku şêwekî strîna metnên bengîniyê ye û di nava metnê de xizêma yarê her bi rengekî cihê xwe digire:


Hey lê kurikî dibêjê herê hosta, hosta Bêhena

De tu xizêmekê ji kepiyê keleş dosta mi re çêke, hey lê ne zêrê vî zemanî, zêrê Hind û Hindistanî

De tu li serê bide durra, bin de qeremercanî, 

de tu nedê nav çekuçanî, de tu nekêşe bi kêlbetanî, 

de tu bikêşe bi didanî, 

bide bi destê zerî, zerî bide destê perî, perî bide bi destê xulam 

Hêj bejniga bilind, dêmanî sorgul, 

ew çavê reşî beleg neçûyî seyranî, hey felek xayînê…*


Ev dançêkirina xizêmê ji bo yarê weke prologeke vî cureyî, nav jî li vî cureyê edebî dike. Helbet biqasî vê prologê awayê gotina wê û newaya wê jî xwedî rol e. Lewma dema ku em li hin performansên Payîzok, Xizêmok û Biharok (herduyên dawiyê êdî li ber nemanê ne) dinihêrin, em dibînin ku destpêkeke weke ya jêr li pêşiya wan heye:


Hey lê, hey lê, 

belê hey lê 

ezê biharogegê bêjim ji van beharogan

Ezê payîzogegî bêjim ji payîzogan

Ezê Xizêmogekê bêjim ji xizêmogan


Em dibînin ku wek cure Payîzok, Xizêmok û Biharok jixwe di nava çanda edebî ya xwe bi xwe de, weke xizmên hev ên nêzîk tên dîtin û sedem jî xizmantiya wan a newa, melodî û qirikê ye. Hersê cure jî di dema gotinê de heman rêbaza pêlpêlkirina qirikê bi kar tînin, bi ser dejî melodiya wan gelekî dişibe hev ku ne ji ber hin nuansên piçûk be ji hev nayên derxistin jî. Weke mînak Payîzok xwedî melodiyeke hindikekî xemgîntir in li gorî Biharok û Xizêmokan.

Ew teşbîha payîzan a ku xemla daran, çiyayan ji wan dibe di gelek Payîzokan de weke fomulên bêjeyan ên tên dubarekirin derdikevin pêşberî me ku bi ya min serê pêşî jî navê xwe bi vî rengî li vî cureyî kirin:


Mi go payîz e, payîza xuravê li min û te dikitin gazî

Payîz e, payîza xuravê li min û te dikitin gazî

Reşîşê baranê avêtin serê Reşêniya xopan 

Wê li min û te xira bike xemla dara mazî

Ax digo mical li serekê me re nehatibû

Hey dayê xatirê xwe ji Kurdistanê bixwazî

W’ezê qulingê, qulinga vê çiyayê, 

Ezê diçêrim zozanî bilind 

Hey la rebenê ezê li ber hewayê

W’ez hingê çavê xwe digerînim

Serekê xwe nabînim nav heval û hevgiran

Hey la rebênê ezê li ser dinyayê **


Em li jor dibînin ku di nava vî cureyê ji rêûresmê de aktor û îfadeyên siyaseta nûjen hatin bicihkirin ku bi giştî di binavkirina cure de ne xwedî tesîr in. Ew teşbîha payîzê ku xemla dara mazî xira dike, ew dîmenên di wan peyv û ristên Payîzokê de veşartî hemû îşaret bi zozan û çanda zozanvaniyê û koçerên Kurd dikin; pê re jî melodî û danîna ristan jî li gorî cure ye. Ev jî têrê dike ku her kesa/ê aşîna be di cih de vê berhemê weke ji cureyê Payîzokan nas bike. Lê ev timî û êdî wisa nîne. Dibe ku di destpêkê de ya diyarker ev teşbîhên payîzê û çanda koçeran bin, lê îro dema em berê xwe didinê li ser gelek mijarên cihê û bêyî van formulên peyvan ên ji berkirî jî Payîzok tên gotin. Weke mînak Payîzoka Sînem yek ji wan e ku behsa biharê têde nîne, lê belê xembariya trajediyeke geleki dijwar li şûna wê lê barkiriye:

Sînem a ciwan keça melayekî ye ku keça xwe disipêre melayekî din ê bi navê Mele Abid. Mele Abid dest diavêje wê û piştî ku bavê Sînemê vedigere jî bi bêbextiyên lê dike, dike ku bavê Sînemê wê bikuje. Ev trajediya hanê bi melodiya xwe ya mîna Payîzokê vê xem û dilgiraniya ku ji devê dayînekê derdikeve wisa teşe digire:


Heylê bi sîberê li mi derketine nîşanê sibhêne

Weylê sê nîşanê li bedena Sînemê elîf û bê û tê ne

W’ez hatim cihê miradê wey felekê li mi xayîn e

Wey Sînem tête ji malê bavan, 

Qewatan bikin li mişk û maran

Bila xirab nekin xalê gerdenê Sînemê, wey xalika li bin guhara*


Ev qewêtiya li mişk û maran tê kirin ew e ku bedena Sînema kuştî xira nekin; ew alegoriya di navbera payîz û dawiya emrê mirovî de a ku me li jor behsa wê kirî, careke din derdikeve pêşiya me weke alegoriyeke mijarên Payîzokan ku mirinê, trajediyan û dawiyan dihewînin. Piştî melodiya dilgiran û xembar, ev trajediyên hanê ku ji Payîzokan re mijar in, ji nîşanên herî belav ên vî cureyî xuya ne.


*Mihemed Sedîq Tahirê Ripînî got li Mexmûrê (Tebaxa 2003’yan)

** Xatûna Kalikî got li Mexmûrê (Tebaxa 2003`yan)