Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Lûzernê, kongreya xwe ya duyemîn a asayî lidar xist. Di kongreya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir, Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê Derwîş Arik û gelek Kurdistanî amade bûn.
Agir û Arik di axaftinên xwe yên li kongreyê de girîngiya pêvajoya heyî nirxandin û diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên parlamenteriyê de, dengê hilbijêrên li Ewropayê gelekî girîng e.
Li dû axaftinan rapora salekê hat xwendin û piştî qebûlkirina raporê hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Meclîsa ji 43 kesî, Sabîha Yilmaz û Kadrî Ozkan hatin hilbijartin.
Li Bîel’ê rêveberiya nû
Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelê jî kongreya xwe ya duyemîn lidar xist.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Berxwedan Serhat axivî û bal lkişand ser girîngiya pêvajoya Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin û peyama dîrokî ya Ocalan destnîşan kir.
Piştî axaftina Serhat rapora salekê hat xwendin û bi qebûlkirina raporê re hilbijartin hat kirin.
Di encama hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Meclîsa ji 27 kesî Gulîstan Înanç û Hamza Menge hatin hilbijartin. Meclîs wê xebatên xwe yên dema nû bi komîsyonên rêxistinbûyîn, malbatên şehîdan, ciwan, têkiliyên derve, maf û edaletê bimeşîne.
ANF/LÛZERN/BÎEL