Di merasima bîranînê de endamên MEYADER, BDP û malbat Durmuş amade bûn. Endamên heyetê di bîranînê de gora Durmuş bi qurnefilan xemilandin û li vir axaftin kirin. Serokê MEYADER’ê ya Mûşê Cengîz Turan, diyar kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Turan, anî ziman ku li Girtîgeha Amedê di dîrokê de îşkenceya ku heta niha pêk nehatiye hate kirin û wih agot:
“Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de di pêşengiya M. Hayrî Durmuş de çalakiya rojiya mirinê hate lidarxistin. Bi bedena xwe xwe diyarî azadiya gelê Kurd kirin. Di gotina xwe de jî dibêje “Bi qasî em ji bo jiyanê bimirin em ji jiyanê hez dikin” helwesta xwe ya bi rûmet nîşan daye. Di bîranînê de li gel posterê Durmuş posterên pêşengê PKK’ê Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin rakirin.
ÇEWLÎK