Li dijî çeteyên DAIŞ‘ê yên ku li herêmeke piçûk a li ser sînorê Iraqê bi cih bûne ku jê re Baxoza Jêrîn tê gotin, hêzên QSD’ê dest bi operasyonê kir.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), çeteyên DAIŞ‘ê yên ku teslîm dibin ji herêmê derdixînin. Wekî din li dijî çeteyên ku teslîm nebûne û li herêmeke piçûk a li ser sînorê Iraqê li Baxoza Jêrîn bi cih bûne, dest bi operasyonê kir.

Li herêma Baxozê ya ku pêr ji çeteyan hate paqijkirin, çeteyên ku teslîm nebûne car caran êriş dikirin û şervanan jî bersiva wan dida. Lê doh sibehê li Baxoza Piçûk herêma herî dawî ya di destê çeteyan de a başûr rojhilatê Baxozê ya li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyan de şerekî dijwar rû da. Di heman demê de hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê li derdora kampa Baxozê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin.

Hîna teslîm dibin

Nûçegihanê ANHA´yê ragihand ku şerê dijwar li quntarê girê Baxozê yê başûrê Baxozê, rû dide. Wî da zanîn ku tîmên taybet ên QSD`ê bi ser Baxoza Piçûk de girtine û hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê li derdora kampa Baxozê xwe radestî QSD`ê kirine.

ANHA´yê diyar kir ku Baxoza Piçûk herêma herî dawîn a di destê çeteyan de ye. Her wiha teqez kir ku şervanên QSD`ê li herêmê bi pêş ve diçin û dema ku nûçeya me dihat amadekirin jî şer bi dijwarî dewam dikir.

 

DÊRA ZORÊ