ADAR ŞAMAN Di meha şehîdan de, di werza gul-sosin, nergiz û bûkikan de xweza bi rengê kesk, sor û zer xemiliye. Di şivanrêkê çiyayê Zagrosan de, bi kelecana xemla biharê bi lez dimeşiya bi ber lûtka çiyê ve! Di bin ronhîya stêrkan de, ketibû rêya şoreşa azadiyê. Sêgoşeya çiyayê Zagrosan, bilindahiya çiyayên bedew ji xwe re kiribû hêlîna demsalan… Şehîdbûna heval Qasim Engîn; bi qasî nav û kesayeta wî ya şoreşger a mezin, giran û zû bû! Em wek hevrêyên wî, em ê ti caran şehîdbûna hevrê qebûl nekin û her dem di rêya wî de têkoşînê mezin bikin. Şoreş li ser kesayêtên xwedî helwêst şoreşger pêş dikeve, birexistin dibe û bi rêk û pêk dibe. Şexsiyeta Qasim Engîn şexsiyeteke rexistinkirî bû. Bi dîsîplîn bû. Di kar û xebatê de tempoya ew pê radibû gelekî bilind bû. Di jiyanê de bi liv û lebat bû, xwedî enerjiyek bê dawîbû. Bêhna xwe venedida û bi eşq dixebitî. Te digot qey îlhama hevrê Qasim kar û xebat e, ewqas bi eşq û şewq kar dikir. Ew her tim û her dem li ser kar û xebatan bû! Rêgeza jiyanê di şexsê xwe de kiribû çavkaniya afirîneriyê û qada hilberînê. Hêza xwe ji hilberînê û keda azad digirt. Ji ber ku bi kedê hertim li ya nû digeriya û diguherî. Lêgerînerekî baş bû. Bi lêgerîn û lêkolînê dixwest bigihê heqîqetê. Ya heyî di lêpirsînê re derbaskiribû. Ji bo ku dîroka Kurdîstanê di her hêlê de ronî bibe û ji tarîtiye derxe; bi ber ronahiyê ve diçû û bi şev û roj bi sedan lêkolîn kirin. Eleqe ji bo dîrokê nîşan dida û bi vê re dixwest ku dîroka Kurdan ji hêla Kurdan ve baş bê zanîn. Bi felsefeya, “pariyek nan û destek cil” dijî! Erê fermandar bû, lê di tekiliyên hevrêtiyê de qet ne hiyererşîk bû. Hevrêyê; rojên zor û zehmet bû! Ne bi tenê bû! Hertim di hêla ruh, hest û parkirina jiyanê de xwe bi jiyan û hevrêyan re kiribû yek. Çavkaniya Sempatî, heskirin û moralê bû. Hêza rojên westayî û birçîbû. Her kes dema diwestiya radiza, lê heval Qasîm her li ser piyan bû û bi pêdîviyên hevrêyan re mijûlbû. Di rêwîtiyên rêyên dûr de, dilê wî ne rehet bû û ji bo wê jî her dem şiyar bû. Li ser meseleyên rexistinî û pisrgirêkên hevrêyan gelekî difikirî û rêyên çareseriyê didîtîn. Kesayetek rewşenbîr, entelektûel û welatparêz bû. Dil zîzbû! Bi şoreşa azadiya jinê bawer bû û prensîbên bîrdoziya rizgariya jinê bi fikra xwe re kiribûn yek. Hevrê û hevalê hevjiyana azad bû. Hevrê jinê û xwezayê bû. Hevrê Qasim geh li Çiyayên Amanosan, Nurhaqa, Tanînê û geh li sêgoşeya Çiyayê Zogrosan bû. Axa Kurdistanê bost bi bost geriya, nas kir, têkoşiya û ji xwe re kir cihê ku li ser rûyê dinê yê herî bi ewle ye. Bû hevrê axa Kurdistanê. Hevrê Qasim Engîn; wek fermandar, şoreşger, mîlîtan û hevrê me, wê her dem di dilê me de, di têkoşîn û paşaroja me de bijî. Ji bo ku xeyalên hevrê Qasim, ên Rêbertiyeke azad, Kurdistaneke xweser û civaka azad pêk bên, em ê weke hevalên wî di her qadên jiyanê de, heyanî serketinê ji bo têkoşîna azadiyê bixebitin. Heval Qasim! Her şad û bextewer be. Tu ruhê têkoşîna azadiya Kurdîstanê yî. Ma beyî ku tu xatir bixwazî diçî ku heval Qasim? Têkoşîn emrek pîroz e! Em wek perperîka 5’mîn in di agirê heqîqetê de dişewitin Em li azadiyê digerin! Ji bo bigihîjin bexçê gulan, rêwîtiyên dirêj divên Bila Dilê te her rehet be Cîhê ku te lê hişt, wê evîn bi evînê bê honandin.