ERSÎN ÇAKSÛ / ANF / EYN ÎSA
Hevserokê Îdareya Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saad Xidir Essaf û Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê bersiv da îdîayên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp ku berî çend rojan îdîa kiribû ku Kurd petrolê difiroşin Îranê.
Saad Xidir Essaf bi bîr xist ku beşeke girîng a petrola Sûriyeyê ji herêma Dêra Zorê tê derxistin û got, “Derfetên me ewqasî nînin ku em petrolê amade bikin û pêşkêşî bazarê bikin. Tenê ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane em dikarin petrolê derxînin û bi kar bînin.”
Tenê têra pêdiviyên gel dike
Essaf anî ziman, binesaziyeke wan nîne ku karibin petrolê derxînin û pêşkêşî bazara navneteweyî bikin. Essaf got, petrola ku ew derdixînin tenê têra pêdiviyên gel dike û wiha peyivî: “Ne teknîkeke me heye, ne jî binesaziyeke me ku karibin petrolê derxînin û pêşkêşî bazara navneteweyî bikin. Ji xwe şîrketeke petrolê jî nîne ku karibe vê pêşkêşî bazarê bike. Mijareke din jî ew e; herêm hîn jî herêmeke leşkerî ye û şer lê diqewime. Heta niha em tenê dikarin petrolê ji bo pêwîstiya rojane ya gelê xwe derxînin ku ev yek ji bo me serketinek e.”
Ev yek ne pêkan e
Essaf bi bîr xist, li herêma Dêra Zorê şer dewam dike û hêzên DYE’yê jî li herêmê hene û got, “Em bên ser îdîaya ‘firotina petrolê ji bo Îranê’; ji aliyê cografîk ve sînorê me bi Îranê re nîne. Nepêkan e ku em karibin têkiliyeke bazirganiyê pê re deynin. Gelo bi kîjan rêyê em ê karibin petrolê ji Îranê re bifiroşin? Her wiha ne şîrketeke petrolê ya Îranê li herêmê heye, ne jî ne jî şîrketeke din a bazirganiyê. Lewma nepêkan e ku têkiliyeke me ya bazirganî pê re hebe.”
Ti planên bi vî rengî çênebûne
Loqman Ehmê
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê jî bi bîr xist, Sûriye welatek e ku di şer de ye û anî ziman, li gorî qanûnên navneteweyî firotina çavkaniyên vî welatî ji bo derve, sûc e. Ehmê got, dibe ku ji Trûmp re agahiyên şaş hatibin dayin û wiha dewam kir: “Sînorê me û deriyekî me yê sînor bi Îranê re nîne. Em dikarin bêjin ku daxuyaniya Birêz Trûmp ne di cih de ye û dibe ku şaş hatibe agahdarkirin. Li Sûriyeyê ku şer hîn dewam dike, li gorî qanûnên navneteweyî petrol ne tenê ji Îranê, ji kîjan welatî re bê firotin, wê sûc be. Ji xwe ti carî planeke me çênebû ku em petrolê bifiroşin derve.”