Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî pêr beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û gefên li dijî Qendîlê nirxandin.
Karayilan îşaret bi gefên dagirkirina Qendîlê, çikandina alê li Qendîlê û çûyina Şengal û Mexmûrê kir û got, “Ji wan heye ku, dilê wan ku derê bixwaze, dikarin biçin wê derê. Halbûkî, rastî ne bi vî rengî ye. Em dewleta Tirk baş nas dikin. Em dizanin bê ji aliyê eskerî ve hêza xwe çiqas e. Niha propagandayê dikin û îdîa dikin ku wê biçin Qendîlê. Heger wê biçin Qendîlê gelo zanin ku wê li çi rast bên? Hatina Qendîlê ne hêsan e.
Heger neyên, bêşeref in
Karayilan got, “Her tim dibêjin; em ê biçin Qendîlê. Lê belê hatina Qendîlê yan jî Şengalê ne hêsan e” û wiha dewam kir: “Propaganda hilbijartinê dikin. Hewl didin xwe nîşan bidin ku ew xurt in. Erdogan derewên mezin dike û dibêje, ‘Ez li dijî PKK’ê operasyonan dikim, PKK’ê diqedînim, metirsiya li ser Tirkiyeyê tasfiye dikim’. Heger wê bên Qendîlê, fermo bila bên. Lê derewan dikin. Heger neyên bêşeref in. Heger şerefa Erdogan hebe, wê were Qendîlê. Ewqasî propagandayê dikin, ez dîsa dibêjim; heger neyên bêşeref in. Hatina Qendîlê ewçend hêsan e gelo? Ev yek kirine mijara propagandayê.”
NAVENDA NÛÇEYAN