Ev ala ku bela seriyan e, ev ala ku bi çîrokên derew derxistina pîroziya xwedayî, ev ala ku wekî nexweşiyeke kronîk li ser giyana Tirkan rûniştiye (alakolîk). Ne sembol û ala Tirkan e. Sembola wan gur bû gur! Fatîh gur li cih hîşt ev ala bîzansî wergirt. Rastî ev e.

Dema min nivisandineke birêz Lokman Polat ya li ser  Heyv û stêrkê xwend, pir bala min kişand, lema jî min hinek rûpelên rastiyan wergerand. Lewre ev gotina Tirkan: „Tiştê ku alan dike al ew xwîna li ser e!“ wekî drûşmeyekê her roj li eniya me dikeve. Serokwezîrên wan jî wekî tutiya peyva „yek al“ yan jî „xwîna şehîdan ya li ser alê“ di her axaftinê de bi awayê çekekê during dike. Lê hemû nirxên ku Tirk û dewleta Tirk li ser rûniştine, nirxên gelên din in. Ango wan ne tenê heyîya gelen, wan nirxên gelan jî talankirine û ji xwe re kirine mal.
Êdî gelek zelal tê zanîn ku dema Fatîh Sultan Mehmet Stenbol dagirkir, wî gurê li ser ala xwe li cih hîşt, ew sembola bizansiyan jî wek sembala osmaniyan wergirt. Ango Tirkan ne tenê dek û dolabên xwe, wan ala bi heyv û stêrk jî ji bîzansiyan wergirtiye.

Di dîrokê de wek sembol;
heyv û stêrk
Heyv û stêrk cara yekem di hîkonografiyên Sumeran de derdikeve pêş.  Sumeran Heyv wek sembola xwedawendê heyvê „Sîn“ û sterk jî wek sembola xwedawend „Îştar“ bikaranîne. Ji bo xwedawendê rojê (Li ba me Kurdan „Mîtra“) Şamaş jî roj hatiye bikaranîn.
Qiraliyeta Îsraîl jî heyv û stêrk wek sembol li ser ala xwe bikaraniye. Dibe ku wan ji sumeran ev wergirtibe, lewre wan gelek tişt wek mînak „Baxî Îrem“ dîsa mijara „Utanapîştim (Nuh)“ ji sûmeran wergirtine.
Ev sembola heyv û stêrkê di Partan (Pêşiyê Kurdan) de jî hatiye bikaranîn. Padîşahên Partan. Mithridatesê I. (M.Ö.147), Orodesê II. (M.Ö.58-38)  û Phraatesê IV. (M.Ö.38-2) li ser pereyê xwe heyv û stêrk bikaranîne. Dîsa tê zanîn ku Elem, Babîlan û hin qiraliyetên li Mezopotamyayê jî ev herdû sembol bikaranîne.
Qiraliyeta Pontusan jî ev sembol pejirandiye. Xwerû qiralê wan Mithrîdates VI. li ser al û hemû tiştên fermî ev sembolola heyv û stêrkê daye bi cih kirin. Ji bo wan ev sembolên Mîtra û Ahura Mazda ye. Li gel wê Qiraliyeta Bosphor ku qiralên wan ji neslê Mithrîdates VI. ne jî heyv û stêrk wek sembola alê bikaranîye.
Qiralîçe Pûrandokht (630 li pey Mîladê) a keça qiralê sasaniyan Husrew ê II. jî heyv û stêrk kiriye sembola ala xwe. Baş tê zanîn ku li ser hemû pereyên sasaniyan jî heyv û stêrk wek sembol hatiye bikaranîn.
Di helenistîka dereng de, bi taybetî li ser pereyên bizansiyan Heyv û stêrk li gel serê qiralan hatiye bikaranîn. Ji ber hin baweriyan di çanda bîzansiyan de ev sembolên heyv û stêrkê rûniştiye. Lema di nava sûrên bajêr de jî wek sembol dane rûniştin.
Li gel wan li ser gelek pereyên Romaya Rojava jî heyv û stêrk wek sembol hatine bikaranîn.
Dîsa baş tê zanîn ku Memlûkan jî heyv û stêrk wek sembol li ser alê bikaranîne. Ev di gelek wêneyên ji wê demê mane de bi zelalî xuya dike.
Ew heyva li ser alên ereban tu têkiliya xwe bi îslamê re tune. Welatên ereben dûre ev wek sembol wergirtine. Di vê roja me de ev sembol li ser alên bîst dewletan heye. Jixwe heyvê jî wek rojê li her çengê cihanê bala mirovan kişandiye. Wek rengên kesk, sor û zera ji rengê bûka baranê.
Di rastiya ala wan de jî xûyaye ku bingehên wan li ser zemîneke gelek vala û diziyê rûniştiye. Ewqas xwînxwarî, zalimbûyîn, ji mafê gelan, ji demokrasiyê tirsîna wan jî ji vê bingehê qels tê. Ew ji derketina rastiyan ditirsin. Lema jî dixwezin ku hemû rastî di tariyê de bimînin daku kes rûçikên wan ên sextekar nebîne. Helwesta wan a nerênî ya li hemberê aşitiyê jî ji vê bingehên wan tê. Lê wê rastî kengê jî hebe derkeve, wê ne turkmenîya Kiliçdaroglî, ne qaşo Tirkbûyîna Bahçelî, ne jî dek û dolabên serkariyê were veşartin. Dê kengê hebe jî, wekî rastiya ala wan derkeve meydanê.