Ji bo îfadeyê bide Dadgeha Elman bang li Hevserokê KON-MEDê bang li Tahir Koçer kir. Sedema bang jî ew e, dadgeh îddîa dike ku Koçer heqaret li Serokkomarê Tirkiyê Recep T. Erdogan kiriye. Jixwe li Tirkiyê der barê Koçber de 7 doz hatine vekirin. Di van dozan de jî tê gotin, Koçer li ser hesabên xwe yên medya civakî heqaret li Erdogan kirine. Koçer li ser meseleyê got, “Tirkiyê dixwaze Elmanya jî didarizîne.” Koçer ji heyeta dadgehê re jî got, “Hûn li ser navê Erdogan min didarizînin. Ma ev dadgeh a Erdogan e ?”. Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê KON-MEDê Tahir Koçer li ser daxwaza Tirkiyê bang lê hat kirin ji bo îfadeyê bide. Dadgeha Koçer 8ʼê Hezîranê bi sedema heqaret li Erdogan kiriye pêk hat. Koçer li ser mijarê bi bîr xist ku der barê wî de 7 doz li Elmanyayê hene û got, ev doz dibin sedem dozên li Tirkiyê der barê wan de hatine vekirin rewa bibin û ji lewra jî ew xweparastinê red dike.” Koçer rewş ji bo Elmanyayê weke hetîketiyekê bi navkir û xwest Elmanya dawî li vê hevkariyê bîne. Heyeta dadgehê li gorî prosudurê îfadeya Koçer girt û da zanîn ku wê îfadeyê ji Tirkiyê re bişîne. Dadgeh bi vê kirina xwedî li bêhuqûqiya xwe derket û li ser vê jî Koçer got, “Tê gotin li Elmanyayê 8 hezar ajanên îstixbarata Tirk MITê hene. Divê Elmanya vê rewşê ciddî bigire. Dozên li dijî me nehuqûqî ne û divê tavilê bi dawî bibin.” MURAT MANG/HANNOVER