ALÎ ZULFÎKAR
Beriya çend rojekî li Elmanyayê em careke din bi nûçeyeke sansurê hişyar bûn. Lê qaşo xala 5´an a destûra esasî ya Elmanyayê azadiya hunermendî ya xweîfadekirinê misoger dike, lê ev sansura hanê bêyî ku bê astengkirin, dewam dike. Ev cure bûyer handîkap in li welatên mîna Elmanyayê yên demokratîk. Motîfa li ser berhemê, li ser wêne çi dibe bila bibe, di encamê de hunermend hewl dide şiroveyekê, fikrekê îfade bike.
Em ne qedexeyan lê azadiyan diparêzin
Min wêneyê li Nurnbergê sansurkirî yê hunermend Laurence Grangienê dît. Li ser wêne jineke çekdar heye, li ser maseya li ber û li ser dîwarê li piştê, wêneyê Abdullah Ocalan hene, yê li ser dîwaran di nava nexşeya Kurdistanê de hatiye neqişandin. Gelo çêkirina nûçeya wêneyekî qedexe qedexe ye? Heger wisa ye, naxwe divê wêne û belgefilmên li ser Hîtler jî bên qedexekirin. Helbet em ne li pişta qedexeyan in, em dixwazin azadî hebin. Ez bi vê dixwazim balê bibim ser helwêsta durû. Portreya li gorî hinan qedexe, di dilê me de, heta belkî di dilê qederê 30 milyon Kurdî de ye. Li çarhêlên dinyayê bi hezaran rojnamevan û wênegirî, wêneyên wî di meşan de girtin û belav kirin.
Êrişeke li dijî azadiya xwe îfadekirinê ye
Ev biryarên wisa bi armancên siyasî ne û derbeke hişk e ku li azadiya xweîfadekirinê ya hunermendî, wênegirî dikeve. Motîfa di fikar ahunermendî de yekpare bûye, xwedî hêza mekan û şiroveyê ye. Ya ku yekser hatiye qedexekirin, ne ew wêne ye, lê motîfekî nû ye ku wêne jî digire nava xwe. Bi vî rengî ev qedexe êdî ji çarçoveya xwe bi xwe de ye. Ez bi xwe jî bûm mexdûrê qedexe û sansurê, lê ev hewl dan neçû serî, ji ber ku motîf ne di çarçoveya qedexeyê de bûn. Êrişî min kirin, gotin tu yekser heqaretê li Erdogan û Tirkiyeyê dikî, min jî ev îdîa û nûçe pûç kirin.
Hunermend divê li dijî sansurê li ber xwe bide
Weke encam, motîf guhertî jî bin, ya ku dixwazin bikin sansur bi xwe ye. Bi ya min, divê huner ji niha jî azadtir be. Li hemberî hewldanên sansurê yên dewleta Tirk ku îxracî Elmanyayê dike, divê hikûmeta Elman xwedî helwêsteke zelal be. Bi ya min li vir bêyî ku pêvajoyeke hiqûqî hebe ew berhem ji pêşangehê hatiye rakirin û hatiye sansurkirin. Hunermend divê li dijî vê sansurê li ber xwe bide. Ne wisa be, kanalên dewletê bi xwe jî di navê de çapemeniya Elman wê neçar be ku nûçeyên li ser Kurdan tenê bi çarçoveyeke reş biweşîne. Yên ku rezaleteke bi vî rengî bi qedexeyan ve girêdidin, li hemberî hunermendan û yên huner îcra dikin, li gorî wicdanê civakê sûc dikin. Armancan van hewldanan diyar e. Hikûmet zexta li ser wan zêde dike û dest werdide meydanên hunermend li wan kar dikin.
Kirineke bi tehlûke ye
Heger berhema hunermendê di wê pêşangehê de li cihê wê ji nû ve daneynin, hingê wê pêşî li wê yekê bê vekirin ku tevahiya saziyên dewletê sûc bikin. Êdî dikarin bibêjin, ev biryareke nimûne ye wêneyê Ocalan di nava belgefilm û nûçeyan hemûyan "sûc" bihesibînin. Divê em vê tehlûkeyê bibînin.
Divê hunermend li dijî qedexeyan xwedî helwêst be. Ji ber vê yekê jî hunermend xwe di nava hem qonaxên hestî û hem jî yên aqilane de îfade dikin. Bi vê yekê ew dînamîk û reng û tonên di nava civakî de derdixin meydanê. Ew dikarin li dijî qedexeyan û kirinên ku dibin birîn di wicdanê civakê de nerazîbûnê nîşan bidin.
Heta ku hunermend dikare helwêsta xwe li holê dayne, hêz û kalîteya di berhemên wî de jî dikare ewqasî maneyê îfade bike. Heta ku em dikarin xwe îfade bikin, em mezin dibin, bi pê dikevin, zêde dibin û weke pinpinîkeke heşîn jî difirin.