Ez qet naxwazim, ê ku di dilê min de derbas dibe, hêvî û daxwaziya xwe veşêrim. Bi dil û can dikanim biqîrim, ku ez jî serxwebûnê dixwazim!.. Li seranserê Kurdistanê jiyaneke azad, serbixwe û kurdewarî dixwazim. Dixwazim kurd wek xelkekî serbixwe û azad bijîn; him jî ne tenê kurd, xelkên li seranserê cîhanê gişt bi hev re bi awayekî serbixwe jiyana xwe bidin meşandin û tu otorîteyên jiderve li ser vîna wan serdest nebin, bi navê wan di derbarê jiyana wan de biryaran nestînin...
Lê wê çaxê mesele çi ye?..
Mesele; tevlîhevkirina wateyên têgînên wek serxwebûn, dewlet û desthilatdariyê û bi vî awayî manîpûlekirina hêviyên xelkê ye. Ev her sê gotin wekî ku xwedî heman wateyê ne, tên bikaranîn. Wekî ku kesek wexta bahsa xwedîbûna dewletekî dike, qey wek qaşo bahsa azad û aramkirina jiyana xelkê dike, tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, wexta berdevkên Tevgera Azadiyê ya Kurd rexne li feraseta dewletxwaziyê dikin, qiyamet tê rakirin û wekî ku ew serxwebûn û azadiyê naxwazin, tên pêşwazîkirin. Ew kesên ‘dewletparêz’ navê kovara bîrdozî ya Tevgera Kurd a wek ‘SERXWEBÛN’ û slogana bîrdozî ya wan a wek ‘JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIŞTEK NÎNE’ jî jinedînê ve tên...
Kî dikane bêje ku sîstema dewletî bona xelkan tim û tim jiyaneke serbixwe û azad bi xwe re aniye? Îro li seranserê cîhanê dora 200 dewlet hene. Gelo xelkê kîjan dewletî bi rastî azad û serbixwe dijî? Çima mirovahî îro bi şer, pevçûn, koçberî, birçîtî, pirsgirêkên ekolojî û bêkartiyê re rû bi rû ye? Ewqas dewlet çima tu çareseriyê ji vê yekê nabîne? Madem bi xwedîdewletbûnê ve azadî dihat; wê çaxê çima xelkên Asyayî, Rojhilata Navînî û yên Afrîkî îro ketine ser qiriqa hevdû û jiyanê ji hevduyan re dikin jehr û dojeh?..
Dewletên xwedî feraseta desthilatdariyê, dewletên kapîtalîst, ji jor de tên sazkirin, lê jiyaneke serbixwe û azad ji jêr ve û bi destê xelkan wê bê rêxistinîkirin. Dewlet pergal û amûr e, lê serxwebûn armanc e! Dewlet otorîte ye û pirî caran zordestî ye, lê serxwebûn tama jiyanê ye!
Wê çaxê mirov dikane bêje; ku mesele ne xwedîdewletbûn e. Mesele; feraset û hişê dewletê an jî pergala rêveberiyê bi xwe ye! Dewlet bi çi ferasetê û bona berjewendiyên kê hatiye sazkirin, mesele ew bi xwe ye!..
Dewlet, federasyon, konfederasyon, xweserî... Navê sîstema rêvebirinê çi dibe bera bibe, ya girîng îdeolojî yanî armanca wê pergalê ye. Îro piraniya dewletên heyî berjewendiya serdestên cîhanî û hevkarên wan ên herêmî dişopînin û bona berjewendiyên wan, xelkan bi hevdu re didin qirkirin. Kî dikane vê ferasetê qebûl bike û biparêze?
Ji ber vê yekê,Tevgera Azadiyê ya Kurd bahsa ‘Xweseriya Demokratîk û Neteweya Demokratîk’ dike. ‘Xweserî’ ji xwe bona jiyaneke serbixwe û azad e! Eger jiyanake serbixwe û azad pergaleke mîna dewletekî pêwîst bike, tu kes li dijî dewletekî bi wî rengî jî dernakeve! Lê bona ku ewqas xelk û civakên xwedî nasnameyên etnîkî û bawerî bikanin bi hev re û di nava aştiyê de serbixwe û azad bijîn, pergal wek ‘Xweseriya Demokratîk’ tê binavkirin.
Divê serdestî û zordestiya hinek rêxistin û malbatan bi navê ‘dewletekî serbixwe’ neyê pêşkeşkirin. Beriya her tiştî kurd û kurdistaniyên serbixwe û azad divê. Kîjan partî yan jî rêxistina kurdî bahsa serxwebûn û azadiya kurd û kurdistaniyan dike, a ku serxwebûna welêt dixwaze jî ew bi xwe ye.
Lê yên ku ‘dewletekî serbixwe’ dixwazin, li Rojava çi dikin? Di serî de yên Partiya Demokratik a Kurdistan (PDK), polîtîkayên hinek partî û rêxistinên kurdên Başûrî yên li dijî Rojava wê bi kîjan pîvanên ‘daxwaziya dewletekî serbixwe’ bê pivîn? Him daxwaziya dewletekî serbixwe him jî êrîşkirina li ser şoreşa Rojava! Gelo ev serxwebûneke çawa ye! Ferasete wisa bibe dewlet, an nebe dewlet; çi xêra wê, wê bi neteweya kurd re bibe!?.
Him bi tifaqa bi dijminê kurdan re bona serdestî û zeximkirina desthilatdariya xwe li hember birayên xwe pêşxistina polîtîkayên dijminatiyê him jî bahskirina qaşo serxwebûnê bi hev re nabe. Serxwebûn bona azadiya xelkê tê xwestin, ne bona despotîzm û xurtkirina desthilatdariya partiyekî an jî malbatekê!..
Ez bi xwe serxwebûna kurd, kurdistanî û ya xelkên li rojhilata navîn giştan dixwazin. Dewletekî serbixwe yê xwedî bîrdoziya azadkirina xelkan jî dibe; lê ne dewletekî mîna yên heyî û yê ku ji hêla aktorên heyî yên serdest ve bê birêvebibin!..
Ma kî serxwebûnê naxwaze!
Li Iraqê krîza siyasî her berdewam e. Di nava vê krîzê de rêveberên Başûrê Kurdistanê bahsa ‘serxwebûn’ê dikin. Berdevkên dewleta Îsraîlê jî li qadê navneteweyî banga dewletekî kurd ê serbixwe dikin û herwiha ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwazin ku piştgiriyê bidin dewletekî kurdî. Ez wer bawer dikim; gelek kurd van niqaşan bi baldarî dişopînin û dilê gelekan jî pê coş û şa dibe. Gelo bi rastî em dizanin; bo çi dilê me kurdan bi van gotinan ewqas germ dibe?