Akademiya MA Muzîkê bi konsereka mezûniyetê bawernameyên 35 şagirtên xwe da wan. Ji mamosteyên MA Muzîkê Şêrko Kanîwar got, “Yên dixwestin muzîka Kurdî tine bikin, bi ser neketin. Em bimirin jî em ê di gorê de stranên xwe bibêjin.”

Akademiya MA Muzîkê ya piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran sala 2017’an vebû, şagirtên xwe mezûn kirin. MA Muzîkê ji bo mezûniyeta 35 şagirtên xwe li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konsera merasîmê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, gelek hunermend û bi sedan welatî û şagirt beşdarî konserê bûn.

Di destpêka merasîma mezûniyetê de ji mamosteyên MA Muzîkê Şêrko Kanîwar got, akademiya wan xwedî kevneşopiya 10 salan e û tevî ku akademiya Aram Tîgran girtin jî, wan xebatên xwe domandine. Kanîwar anî ziman ku ew bi evîndariya çand û muzîka Kurdî dixebitin û got, “Bi girtina akademiyan wan digot qey ew ê muzîka Kurdî tine bikin. Em bimirin jî em ê di gorên xwe de stranên xwe bibêjin. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”

Mezûnan konser da

Şagirtên ku mezûn bûn ji bo performansên xwe nîşan bidin derketin ser dikê û bi dorê bi 11 koman hunera xwe pêşkêş kirin. Şagirtan bi înstrûmanên cuda performansên xwe nîşan dan û koroya jinan jî derket ser dikê û stran gotin. Jinan strana “Edlayê” jî got.

Xelat û bawername hatin dayin

Koma ku jin û zilam di nav hev de bûn bi beşdariya mamoste û xebatkarên MA Muzîkê derketin ser dikê û wan bi strana “Tûzik” a hunermendê nemir Aram Tîgran, konsera xwe bi dawî kir.

Di dawiya bernameyê de sînevziyonek li ser Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya MA Muzîkê hat pêşandan.

Pişt re di merasîmê de kesên keda wan di Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya MA Muzîkê heye bi plaketan hatin xelatkirin.

Peyamên siyasetmedar Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di merasîmê de hatin xwendin. Merasîma mezûniyetê bi dayîna çîçek û bawernameyan bi dawî bû.

 

MA / AMED