Ma ne bes e? Hêzên siyasî li benda çi ne? Di van rojan de ku dagirkerên Kurdistanê li dijî wan yekîtî û tifaqa xwe çêdikin. Dagirker bi leşkerî, aborî, dîplomasî û bi hemû awayî li hemberî Kurdan, hêzên xwe dikin yek. Di vê tifaqê de hemû partî û kesên ku doza azadbûnê dikin neyarê xwe dibînin. Kurdên ku dijmin wan neyar nabînin, ên ku ji neyar re xulamtiyê dikin. Li dijî vê çavsoriya dagirkeran, divê hemû partiyên siyasî hemû saziyên sivîl, hemû çapemenî û keseyatiyên ku li ser civakê xwedî bandor in, nêzîkî hev bibin. Ev pêşengên civakê yên her çar parçeyên Kurdistanê di demeke nêzîk de bi saziyeke neteweyî yekîtiya xwe beyan bikin û bibêjin, em bi hev re ne. Ew tifaqa xwe çênekin, dijmin tifaqên xwe çêdikin û dê êrîşî wan bikin.
Cihê mixabiniyê ku heta vê gavê, tevgêrên siyasî ev nekirine. Vê handîkapa tevgêrên siyasî ya xwe dûrgirtina ji tifaqê, gelek caran felaket anîne serê Kurdan.
Pêwîstî îro bi saziyekê heye ku hemû derdorên civakî û siyasî bikaribin li derdorên wê kom bibin. Pêdivî bi saziyekê heye ku her kes nirx û serketina xwe tê de bibîne. Li ser bingehê berjewendiyên parçeyekî, partiyekê, çînekê, êlekê, binemalekê û komeke civakî netewebûyîn pêk nayê. Bi wê nêrîna teng, têkoşîna rizgariya neteweyî nagihîje serketinê. Armanc û berjewendiyên çînî, parçeyî û komikan dema ku bi berjewendî û armancên neteweyê re bibin yek, dikarin bigihîjin encamê.
Kurd divê êdî dev ji termînolojiya Kurdên başûr, rojava, rojhilat û bakur berdin. Ji ber ku çarenivîsa wan yek e û bi hev ve hatiye girêdan. Jixwe, dagîrker jî ti ferq û cudahiyê naxin nava wan.
Kurd divê vê baş zanibin, bêşansiya herî xirab ew e ku welatê wan bûye çar parçe û ketiye bin destê çar dewletên paşmayî yên nîjadperest ên hov. Her çar derdorên wan dewletên dagirker in. Ev dewlet hemû dixwazin tifaqa Kurdan xirab bikin û Kurd her di bin destên wan de bin.
Ev dewletên dagirker çiqasî ne li hev bin, çiqasî hin nakokiyên wan hebin û navbera wan ne xweş be jî, gava mesele dibe Kurd û Kurdistan hemû nakokiyên xwe didin aliyekî û dibin yek. Li rojhilat û başûr dewletên Îran, Iraq û çeteyên Şîî, li bakur û rojava dewleta Tirk û çeteyên xwe yên Sûnî gefan li Kurdan dixwin. Van herdu komên keftaran soz û peyman dane hev ku nehêlin Kurd azad bibin û Kurdistan serbixwe bibe.
Ji ber wê divê her partî, her siyasetvan ku doza azadiyê dike, baş zanibe îdeolojîya wan çi dibe bila bibe ji bo dijmin qet ferq nake. Navên wan çi dibe û têkiliyên wan di çi pileyê de bi dewletên dagirker re dibe, bila bibe, kêliya ku ji bin fermana wan derketin, ew hedefên her çar dewletên dagirker in. Rastî ev e û divê hemû hêzên Kurdistanî jî nakokiyên navbera xwe bidin aliyekî û di demeke nêzîk de saziyeke ku yekîtiya wan çêke ava bikin. Ji bo Kurd negihin mafê xwe yê rewa, her çar dewlet bi hev re li dijî wan dixebitin. Bi hev re neyartiyê dikin. Bi hev re heta ji wan tê nahêlin ku nêzîkî hev bibin. Ji bo wê divê hêzên Kurdistanî jî hêzên xwe bikin yek û bi hev re welat û gelê xwe biparêzin.
Ji ber ku neyar di neyartiyê de sînoran nas nakin û bi hev re êrîşî Kurdistanê dikin. Çarenivîsa her çar beşan bi hev ve hatiye girêdan. Dijmin tim bi wî çavî li Kurdan dinihêrin. Ev rastî li ber çavan e, Tirkiye û Îran ti carî nabêjin Kurdên rojava û başûr rizgar dibin, bila bibin. Tirkiye û Îran ji Iraq û Sûriyê pirrtir dixwazin Kurd li başûr û rojava negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî serweriya xwe. Ji berê vê sedemê, Kurd jî divê hemû xebatên xwe yên leşkerî, siyasî û dîplomasî bi hev re bikin. Ev xebat divê di bin sîwana saziyeke neteweyî de be û ji bo rizgarbûna giştî bin.
Ev fersenda dîrokî ya îro, dişibe ya serdema Medan. Wê serdemê pêşiyên Kurdan Medan tifaqa xwe çêkir û li hemberî stemkarên wê rojê bi serketin. Bi serketina xwe serxweş nebûn û ew jî nebûn sitemkar. Berevajî wê karîn li Rojhilata Navîn mafdariyê serdest bikin û bibin pêşengê herêmê. Kurd îro jî bi wê tifaqa berî vêga bi hezar salan ji xwe hez dikin. Bi serbilindî li ser wê tifaqê û dadweriya wê rojê dipeyivîn. Îro jî serok û serkêşên Kurdan dikarin tifaqeke weke ya wê rojê çêkin. Hêza wan ya leşkerî, aborî, zanîna siyasî û dîplomasî ji tifaqê re bes e. Tenê tiştek heye ku divê bikin: Biqasî ku ji derve re demokrat û dilnizm in, ewqasî ji nav xwe re jî demokrat û dilnizm bin.