Macron doza pêşengiyê dike
Di nûçeyeke rojnameya Elman, Neues Deutschland de îşaret bi jihevbûna siyaseta derve ya Fransa û Elmanyayê tê kirin û tê gotin, Macron û Merkel êdî li hev nakin ji ber ku Fransa di siyaseta Sûriyeyê û firotina sîlehan de eşkere nîşan dide ku ew dixwaze di nava yekîtiya Ewrûpa de di siyaseta derve, mudaxeleyên derve û çekdarîkirinê de pêşeng be. Di nûçeyê de îşaret bi wan xeberan tê kirin ku dibêjin, hêzên eskerî yên Fransa li Minbicê zêde dibin û ev jî tevî ku piştî devjeniya bi Enqereyê re, ev îdîa hatibûn redkirin. Ji bo lihevkirinê darîçav jî bike, rojname siyaseta Elmanyayê ya Merkel a Tirkiyeyê û ya Fransa li ber hev dgire û dibêje, "Berlînê di siyaseta razîkirina Erdogan de bi rêxistinên Kurdên Sûriyeyê re miameleya zextên kêmnekirî dewam kir; herçî Parîs e heman rêxistin derxistin asta partnerên fermî. Bi vê gava xwe ya yekalî Macron ne ku tenê yekser bi Berlînê re rûbirû bû, ew di heman demê de doza rola pêşengiyê dike di siyaseta derve û projeksiyonên eskerî yên Yekîtiya Ewrûpayê de".
BERLÎN