Yekîtiya Ewrûpayê doza alîkariya NATO´yê dike ji bo ku li Derya Spî ambargoya sîlehan a li dijî Lîbyayê kontrol bike. Dewleta Tirk jî beramberî vê gefê dixwe ku planên parastinê yên NATO´yê li rojhilatê Ewrûpayê erê neke. Serokkomarê Fransayê ji ber "rola wê ya her diçe êrişkartir a li Lîbyayê" rexne li dewleta Tirk girtin. Wezareta karê derve ya Fransayê jî dewleta Tirk gunehbar dike bi wê yekê ku ambargoya sîlehan a Neteweyên Yekbûyî ji bo Lîbyayê binpê dike û pê jî dike ku agirbest çênebe. Aciziya Parîsê ne netê ji ber destwerdana Tirk a li Lîbyayê bi xwe ye. Li aliyê din operasyona Irini ya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Derya Spî ya kontrolkirina ambargoyê naçe serî. Lewma gava keştiyeke bi parastina dewleta Tirk a guman jê bê kirin hebe, nayê zanîn ka çi miamele pê re divê bê kirin. Jixwe hê hefteya bihurî artêşa Tirk kontrola keştiyeke bar asteng kir. Axir, Irini zêde bêkêr jî be, dikare hejmara keştiyên Tirk ên diçin Lîbyayê tesbît bike. Û ha ev hejmar Parîsê bêhtir aciz dike. Fransa dixwaze vê meseleyê di nava NATO´yê de jî îfade bike. Lê Enqere beramberî vê dixwaze YPG û PYD weke rêxistinên terorîst bên qebûlkirin. Êrişên li dijî Rojava, yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî Fransayê aciz dikin. Lê Parîs her wiha difikire heger ne ji ber PDK û YNK´ê bûya, Tirkiyeyê nedikarî wisa tevbigere. PARÎS