Versiyoneke nû ya Madea (klasîka Yewnan) li Londonê niha derdikeve pêşberî temaşevanên şanoyê. Julia Pascal amade kiriye,  lîstikvana Madea jî Ruth D’Silva ye.  Ew şervaneke azadiyê ji Kurdistanê ye, tê Brîtanyayê û doza penaberiyê dike bi pasaporteke qelp. Li wir Jasonê ji Iraqê nas dike. Bavê wî ku nifşê yekê yê koçberên ji Iraqê ye, bi temamî desthilat dibe li ser jiyana kurê xwe.

Julia Pascal dîsa klasîk vejandiye û ji nû ve siyasî kiriye. Ya ku qismî ji bo Madea tesîr lê kirî, şervana YPJ´ê Asia Ramazan Antar e ku di şerê li dijî DAIŞ´ê de şehîd bûbû. Peyamên siyasî bi Jason ê ciwan û “lîberal”dewam dikin: Ew ji lepên dînê muhafezekar xilas nabe û li hembêza nasnameya eşîrî û Misilmaniyê vedigere. Ev lîstika hanê 70 deqîqeyan bê navber dinya berê û ya îro li nav guhên hev dixe û dike ku temaşevan bibêje, di navbera herduyan de zêde tiştek neguheriye.

 

LONDON