Astronoman 8 milyon gerdûnên piçûk çêkirin di nava kompûtereke super de û li wan nihêrîn ka çawa mezin dibin; ji pitiktiyê heta pîrbûnê. Armanca wan jî ew bûye ku rola madeya tarî li gerdûnê di pêkhatina jiyanê de ji hev derixin. Yanî astronom dixwazin zanibin, ka madeya tarî ji Big Bangê ve çi tesîr kiriye û ji bo çarenûsa me maneya wê çi ye.
Doçentê astronomiyê li Zanîngeha Arîzonayê, Peter Behroozî ji bo ku bi vê sir û razê bihise, tevî koma xwe bi bikaranîna kompûtera super a zanîngehê, gerdûnên xwe bi xwe çêkirin. Li ser kompûterê 2 hezar prosesor hene, 3 hefteyan bê navber kar dike. Çima? Da ku bêhtirî 8 milyon gerdûnên ne weke hev sîmule bikin. Her gerdûn jî li gorî rêzek qaîdeyên ji bo wê diyarkirî yên ji bo têderxistina dewra madeya tarî, mezin dibe. Di her yekê ji van gerdûnan de 12 milyon galaksî hene.
Yek ji encamên pêşî îdîayeke kevin pûç dike; îdîaya dibêje, di destpêka gerdûnê de madeya tarî jî, madeyên din bêhtir şidandî bûn, diviyabû kêm stêrk çêbin. Lê li gorî Behroozî, lêkolîn vê nîşan dide: “Me berevajiya vê dît: Galaksiyên mezinahiyeke wan a diyar heye, ji ya ku em li bendê bûn bêhtir stêrkan çêdikin.”
Test û lêkolîn wê dewam bikin ji bo serwextbûna dewra madeya tarî di gerdûnê de.
PHOENIX