Bi sedan zarokên Kurdan bûn hedefên gule û gazên jehrîn yên
dagirkeran û jiyana xwe ji dest dan. Zarokên hatin girtin jî di
êşkenceyan û zîndanan de rastê destdirêjahiyan hatin. Bi sedan jî bi
aliyê sihet û tendûristiya bedenî û giyanî ve seqet man.
Tarîqat û
komêm mêjîgenî bi alîkariya dewletê zarokên Kurdan ji destên dê û bavan
digirin dibîn di dibistanên zebaniyan de serê wan dişon, bi
nijatperestriya xwe dadigirin, li dij dê û bav, nirxên Kurdayetî û
Kurdistanî wek çekên bêkêr bi kar tînin. Heta ji bo Selefî, El Qaide û
komên geniyê din li dij Kurdan bikartînin (di mjiara Serêkaniyê de xuya
kir.).
Di vê roja me de li welatên me hê jî behsa bûkên zarok tên
kirin, piraniya wan jî dişînin Afyon, Kutahya û cihên wisa genî. Her
çendî yasayên navnetewî yên bo parastina zarokan heye jî, ev li welatê
me, ji ber dagirkeriya îslamîstên munafiq û maşeyên destên emperyalîstan
bê bandor dimînin.
Dema mirov çavên Ceylanê bîne bîra xwe, mijara
Solîna bi nexweşiya Loykemî ya ku dê hatibû girtin, bav li ser axa xwe
di nava revê de ye, bîne bîra xwe, mirov bi hêsanî têdigihîje ku rewşa
zarokên Kurdistanê çi ye.
Di nava vê rastiyê de Seymûn
Di
dîroka me de li pey her kujeriyê li gel destdirêjahiyê, keçên me
revandine, wenda kirine. Mijara keçên wenda yên Dêrsimê hê jî di bîra me
Kurdan de zindî ye. Heman tişt li Geliyê Zilan jî pêk hat. Bi taybetî
jî di mijareyên baweriyê de, hin der û dor di bin navê îslamkirinê de hê
cinawirtir tev digerin.
Li hemû welatên şareza û peymana mafê
zarokan ya navnetewî pejirandine, salê zewacê hîjdeh e. Ku yekê salmezin
destdirêjahiya zarokekê bike, cezayê herî giran digire. Dewleta Tirk di
mijara mafê zarokên Kurdan û bûkên zarok de tu tedbîran nagire, heta ji
dest were teşvîk dike, tenê di miajar Marko û keçika îngîlîz de ji bo
xapandina bala giştî serî li yasaya navnetewî da.
Revandina keçikên
zarok, destdirêjahiya li ser zarokan, rasterast cinawirî û dijminahiya
herî mezin e. Ji vê re çav girtin jî, hevpariya vê tewanê bûyîne.
Mirov
dikane hemû bûkên zarok di ronahiya vê mijarê de di ber çavan re derbez
bike. Hin cinawiriyên ku mirov dikin, ajal jî nakin.
Gava mirov li
alema ajalan dinêre, hetanî ajalekî mê nekemile û neyê salekê, ajalên
nêr nêzîkê ajala mê nabe. Wek mînak ajala herî zêde nêzîkê mirovan
şempaze ne. Hetanî şempazeyekê mê nekemile, negihîje salekê, şempaza nêr
nêzîkê şempaza mê nabe. Ango ew mirovên dest davêje zarokan dikin, yan
jî zarokan dikin bûk, heşa xwendewanan hê ji ajal, ango heywanan jî
wêdetir in.
Li başûrê Kurdistanê kesekî bîstsalî, keçeke yazdehsalî
ya Kurdêkî êzidî revandîye. Lê hê jî li dij wî kesî li gor yasayên
navnetewî tu tedbîr nehatine girtin. Ev mêjiyê mirovan nagire. Çima wî
cinawirî dernaxin pêşberî dadgehê?
Carê ev revandin li gor benda 30
(parastina kêmaran) benda 34. (parastina ji destdirêjahiyê) benda 35
(revandin û firotin) ya peymana mafê zarokan ya navnetewî (Convention on
the Righte of the Child) CRC tewan û sûçekî herî mezin e.
Divê ji
bo ku parastina zarokan bikane di mêjiyê mirovan de cîh bigire, ev kes
bi tevahiya mêr û mezinê malbatê ve, yan jî yên ji wî re bûnin alîkar,
bi cezayê herî giran werin cezakirin ku cardin kesekî teşebûsê kirineke
wiha dijminî neke.
Em baş dizanin ku di dema dîktatoriya Sadam de bi
dehan keçên Kurdan wek pez û dewaran frotin şêxên ereban. Ji bo
bîranîna wan keçan jî be: Banga min li rêveberiya Herema Kurdistanê ev
e; ku ew peymana mafê zarokan li wê beşa Kurdistanê têkin jiyanê û pêşî
li êş û dilteniyên wiha bigirin. Divê êdî li Kurdistanê jî zewaca
zarokan were qedexekirin. Tu eger, tu bone neyên pejirandin. Li gel wê
divê mirov rêzikname û yasayên wisa dayne ku ji bawerî û kêmaran re rêz
were girtin.