Li aliyeki çareserî tê niqaşkirin, li aliyê din binpêkirina li girtîgehan berdewam dike. Der barê mafên girtiyen siyasî de Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FİDH) Prz. Yusuf Alataş, çavderî û lêkolînên xwe parve kir. Alataş, diyar kir ku girtiyên siyasî li girtîgehê ji mafê xwe yê siyasî sûdê nagirin. Alataş, anî ziman ku girtî ancak ji sedî 25 sûdê ji mafê xwe digirin û ji sedî 75 mafê wan tê binpêkirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê mirov ji ber nerinên xwe yên siyasî tên girtin û cezakirin. Wekî endamê rêxistinê tên tawanbarkirin. Girtin êdî bûye tiştekî ji rêzê. Pêkanînên liji mafan ne tenê li ser girtiyên PKK'ê li ser hemû girtiyên siyasî tê meşandin. Ji ber ku li dijî girtiyên siyasî cudanhiyek heye. Girtiyên siyasî ji 4 paran 3 parê ceza di girtîgehê de dijîn. Disa navên wisa li girtîgehe kirine ku wekî cihê terbiyekirina li gorî civakê tê zanîn. Mirov dema li gorî vê pêvajoya aştiyê dinere ne li gorî hev in. Li derve hewayek erênî heye. Lê bi zanebûn dixwazin li girtîgehan aloziyê derxin. Zextan li ser girtiyan zêde dikin û hemû mafên wan binpê dikin. Bi tolhildanê nêzîk dibin. Wekî teror bi nav dikin û dijmin îlan dikin. Di rojên borî de mînaka vê yekê li çankiri pek hat. Sirf ji bo Newroz pîroz kirin li odeyê lêgerîn kirin û girti rastî êrîşê hatin. Divê bi taybetî rayedarên dewletê hesas li ser vê mijarê rawestin. Divê azadiya mirovan ne di nava du lêvên heyeta dadgehê de be. Rayedarên girtîgehê jî ji tiştên pûç û belaş cezayan li girtiyan dibire."


'Divê wezîrê dadê tedbîrê bistîne'
Cîgirê Serokê Giştî yê FİDH'ê Prz. Yusuf Alataş, Wezareta Dadê jî hişyar kir û xwest Wezareta Dadê venêrtiyek baş bike û li hemberî binpêkirina mafên girtiyan derbîrê bistîne û her tim lêkolîn bike. Alataş, xwest dozger û rêveberiyên girtîgehan li gorî giştînaneyê tev bigerin. Alataş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got. "Girtiyên nexweş ji mafê xwe sûdê nagirin. Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan û ji mafê xwe yên zagonî sûdê bigirin. Alataş, Gelek caran girtiyên nexweş nayên dermankinin. Girtiyen ku lazim e serbest bên berdan dayên berdan. Divê girtiyên nexweş bên dermankirin û yên nexweşiya wan giran serbest bên berdan.
Alataş, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê li gorî xwe tev digerin û mafê ku di giştînameyê de hatiye dayîn ji sedî 75'an binpê dikin. Alataş, mînaka girtîgeha Tekirdagê da û destnîşan kir ku ji ber mafê girtiyan yê mirovahî tê binpêkirin 21 girtiyên siyasî ketine gireva birçîbûnê. Gireva birçîbûnê hem li ser tenduristiya mirov û hem jî li ser aştiyê bandorek neyînî dike. Lê girtî neçarî vê yekê tên hiştin. Ji ber ku pirsgirêkên mezin hene girtî neçarî vê çalakiyê tên hiştin. Divê li lezgîn daxwazên girtiyan pêk ben û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. 


SERKAN KURT / DÎHA/ENQERE




Gireva birçîbûnê didome

Li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ya ku bi pêkanînên weke îşkenceyên di darbeya 12'ê Îlonê yên li Girtîgeha Amedê pêk dihatin tê rojevê di 25'ê adarê de 19 girtiyên ji doza PKK'ê û 2 girtiyên ji doza Biryargeha Şoreşger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakî berdewam dike. Ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Ferdî Çelîk bi hevdîtina heftane ya telefonê ji malbata xwe re got rewşan nebaş e.
Çelîk, diyar kir ku Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên têkildarî Girtîgeha Tekîrdagê de nûçeyên çalakiya greva birçîbûnê diweşîne nadin wan. Çelîk, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê gelek caran koguşan diguhere û zextên psîkolojîk zêdebûn e. Çelîk, da zanîn ku rayedarên girtîgehê ji bo dest ji çalakiya greva birçîbûnê berbidin û hejmara weke leşkerî bidin zextan pêk tînin. Çelîk, destnîşan kir ku bi armanca paqiyê hefteyê carekê avê didin û doktor nayên kontrolê û heta çend roj berê şekir û xwê nedidan wan û hewcehiya vîtamîna B1 jî nayê dîtin.
Ji bo têkildarî rewşa çalakiya greva birçîbûnê em ji girtîgehê bipirsin li girtîgehê geriyan peywirdarekî got ji ber betlaneya fermî tu kes li saziyê tuneye û agahî nedan.

DÎHA/STENBOL




Girtiyê nexweş nayê derman kirin

Li girtigeha Şakranê ya Jinan a Alîgaya Îzmirê xebatkara Kovara Ozgur Halkê Sevcan Atak ku ji çavê xwe nexweş e, naye dermankirin. Atak bi riya telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku ger neyê dermankirin dê çavê xwe winda bike.
Malbata Atak bertek nîşanî helwesta dewlet û hikûmetê da wiha got: "Keça me ji ber nexweşiya çavê xwe nikare li girtigehê bê dermankirin. Ger ku neyê dermankirin dê çavê xwe winda bike. Dayika Sevcan Meliha Atak, diyar kir ku keça wê bi keyfî nayê dermankirin. Dayik Atak anî ziman ku her diçe rewşa çavê keça wê xerab dibe û wiha got: "Ger ku keça min neyê dermankirin dê çavê xwe winda bike. Keça min anî ziman ku dermankirina li girtîgehê têr nake û wê sewqî nexweşxaneyên derve nakin. Heri tawî ez roja şemiyê bi keça xwe re axivîm. Keça min got tarî ji bo çavê wê xerab e û şert û mercên girtîgehê zorê li wê dikin. Çawa dibe ku kesek li girtîgehê dîsa rastî cezayê hucreyê bên. Çima wisa nêzîkî girtiyên nexweş dibin. Ma wîjdanê wan çawa qebûl dike. Em dixwazin Wezîrê Dadê biçe li girtîgehê lêkolîn bike. Em dixwazin ev zext û zordariya li se rgirtiyan bi dawi bibe. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û li derve bên dermankirin. Ez nikarim biçim dîtina keça xwe. Ez her tim di meraqa wê deme. Xew nakeve çavê min. Ez dixwazi keça min serbest bê berdan. Em bang li ÎHD'ê û parazvanên mafên mirovan dikin û dixwazin li hemberî girtiyên nexweş hestyar tev bigerin." 

DÎHA/ÎZMÎR