Dema Kenan Evren di heştêyî de dest danî ser serkariya Tirkiyê, li pişta wî artêşa kemalîst û NATO hebûn. Jixwe hin rayedarên DYA´yê gotibûn "zarokên me darbe kirine." Kenan Evren gotibû: "Ji bo ji nû ve avakirina pergalê û anîna demokrasiyê darbe li me ferz bû!"

Gelo RTE li ser kîjan bingeh, bawerî û palpiştî got: "Êdî pergala Tirkiyê guheriye, tenê bi yasayan misogerkirina wê maye!" Ma DYA, NATO, Yekitiya Ewropa, kî li pişta wî ye? Bi çi bawer dike ku wisa vekirî diaxive. Her karê nelirê, nezagonî dike? Ev wêrekiya wî ji ku tê?

Dema mirov gotin, kirin, tevger, mîmik û nêrînên wî yên di dema axaftinan de analîz dike, jê du encaman derdixe. Yek; psîkolojiya bi tirsan dagirtî, bi perpitîna xwe ji karesetê rizgarkirinê jî dixwîne. Li alîyê din jî bi awayeke pişta xwe dabe palpişteke gelek pêt, stûr û bi bawer dixuye.

Tirsên wî bi hêla her kesî ve baş tên zanîn. Dizî, talan, kirin û çalakiyên dij zagonên Tirkiyê û navnetewî. Tewanên ku wî ne tenê bibe ber sêdarê, li gel wê yên rûreşiyê ne. Lewma ew bi wê psîkolojiya psîkopatan diperpite. Baş dizane ku jê rizgarbûn tenê mirin e.

Palpişt û hêza wî jî mafya îslamî ye ku wî ta di dema seroktiya şaredariya Stenbolê de dest bi avakirin û birêkxistina wê mafyayê kiribû. Bi baweriya wî ew rêxistina wî ya mafya îslamîst êdî gihîştiye hêzeke wisa ku dê tu carî nikanibe bê tewandin. Ji bo ku ez bikanim vê psîkolojiya wî hinek verisînim, min li hin fîlmên mafya yê nêrî. Hima bigire di warê helwest û tevgerê de tu cudahî di navbera wî û sergerdeyên (Boss) mafyayê de tune. Mafya tim bi tolhildanê nêzîkê kesan dibe. RTE gotibû: "400 parlementerî bide min ku pêvajoya çareseriyê bidome." Ji ber ku wî ev 400 parlementer bi dest neanîn, niha bi mafya xwe ya îslamîst ve dixebite ku tola vê binkeftinê hilîne.

Wî berê di nava AKPê de ev hêza xwe nîşan da. Hemû merivên xwe û yên hevjîna xwe, kesên di dema şaredariya Stenbolê de li dor wî xebatkarên wî bûn, tev de di AKP´ê de bi cîhkirin. Êdî AKP û çapemeniya wê rasterast wekî mafya wî ye. Kî li dij wî derkeve ew çû (Ev ne angaşta min e, di nava hemû nirxandinên polîtolog, psîkolog û lêkolîneran de derdikeve pêş. Wek mînak; her çendî Abdullah Gul yek ji îdeologên AKP´ê bû, hevjîna Gul bi awayê tehdîtî jî hin tişt gotibûn, dengê wan hate birîn. Ango AKP êdî ne partî ye, tevgereke mafya RTE ye.

Li Tirkiyê ji leşkeriyê bigire, ta saziyên sîxwirî û polîsan, di encamê de jî saziya dadê kir bin kontrola xwe. Tenê kurd man, ji bo vê jî di dema serkariya xwe de bi her awayî JÎTEM bi xwe ve girê da, bi alîkariya wan û îslamîstên ereb berê El Nusra û dû re jî DAIŞ organîze kir. Da ku li aliyekî bikane Tevgera Azadiya Kurdistan bişkêne û bi xwe ve girêde. Bêguman mijara bi nû ve jîndekirina împaratoriya osmanî jî tenê xeftan û rûpoşa vê bû.

Rêya hatina hemî terorîstên îslamîst ên cihanî vekirin, bi her awayî ew fînansekirin, di warê leşkerî de ew dan perwerdekirin, xwe nêzîkê selefî û wahabiyan kirin, alikarî ji Katar û Saudî standin. Gişt li ser afirandina vê bingehî bû. Dema em li daxuyanî û kirinên DAIŞ, El Nusra û komên îslamîstên din dinêrin. Dibînin ku di hedefa wan de tenê kurd hene, mal, namûs û kuştina kurdan bi navê dîn li xwe helalkirine, tenê li dij kurdan di nava şer de ne. Ev jî nîşan dide ku ew baskên mafya RTE ne.

Ji ber ku Mafya wî li Rojava zerpên xedar xwarin û hatin ber têkçûnê, wî serî li manevrayên din da. Yek; daku bikane bigihîje alîkariya Daîşê balafirgeha Încirlikê ji DYA re vekir, qaşo got; wê li Daîşê bide, lê êrişê Tevgera Azadî kir ku karê baskê Mafya xwe ya nav DAIŞ sivik bike. Ya duyem li Tirkiyê bi her awayî, dek û dolabî hewl dide ku şer biguhezîne şerê gelên tirk û kurd. Mînakên li Erzurim (êrişê karkerên kurd kirin, li Hesenqelî bi destê faşîstan rê birîn) û li bajarên Tirkiyê mijarên lînçkirina kurdan, tev de nîşaneyên vê ne. 

Mirov bi zelalî dikane bibêje êdî RTE bi mafya xwe ve lîstika xwe ya dawiyê dilîze. Hêvî dikim ku gele tirk bi vê lîstika mafya RTE nexape, şiyar be, bi gelê kurd re bibe yek û herdu gel vê faşîzma mafyayî bi hev re têk bibin.